Dilşad Seîd doktoraya mûzîka kurdî werdigre

Dilşad Seîd doktoraya mûzîka kurdî werdigre

Dilşad Seîd, roja li Zanîngeha Mozart a Salzbûrga Nemsayê, ji ber vekolîna xwe ya bi navê “Lêkolînek li ser mûzîka kurmancî û zêdetir berçavgitina strana rîtmî” pileya pir baş wergirt, di meha Hezîranê de, wê bawernameya xwe werbigre.

A+A-

Hunermend û mûzîkjenê navdar ê kurd Dilşad Seîd, roja 20.11.2017ê, li Zanîngeha Mozart a Salzbûrga Nemsayê, ji ber vekolîna xwe ya bi navê “Lêkolînek li ser mûzîka kurmancî û zêdetir berçavgirtina strana rîtmî” pileya pir baş wergirt, biryare piştî bidawîbûna sala xwendiyê ya 2017-2018ê, di meha Hezîrana 2018ê de, bi rêûresmekî taybet bawernameya xwe werbigre.

 

Ev yekemîn car e vekolînekî bi vî awayî yê akademîk û gring li ser mûzîka kurdî-kurmancî li zanîngehekî ewropî tê pêşkeşkirin. Di vekolînê de taybetmendiyên mûzîka kurmancî hatine destinîşankirin. Dilşad Seîd di vekolîna xwe de behsa vê yekê dike:

 

1- Piraniya mûzîka kurmancî bi reng û û şêweyê xwe ve cihê ye ji mûzîka gelên Rojhilata Navîn û herêma Qafqasê. Herwiha xalên hevbeş ên mûzîka kurmancî û mûzîka zaraveyên din ên Kurdî jî kêm in.

 

2- Di nava mûzîka kurmancî de melodiyekî aloz û xerîb ê bi navê “curcîna” heye, ku li hinek navçeyên Iraqê tê bikaranîn û piştî pêdaçûnekî baş diyar bû, ku ev melodî li gorî van sedemên li jêr hatine behskirin, berbelav e:

 

A: Di nav kurmancan de ev melodî pir belav bûye û pir ji mêj ve tê bikaranîn. Lê li hinek navçeyên Iraqê di destpêka sedsala bîstem û heta naverastê vê sedsalê hatiye bikaranîn, paşî pir kêm hatiye bikaranîn.

 

B: Li navçeyên din ên Iraqê, di stranên folklorî de nehatiye bikaranîn lê tenê di stranên nû de hatiye bikaranîn. Lê di kurmancî de bir berbelav e û di stranên folklorî de hatiye bikaranîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin