Di siyaseta Kurdî de partiyeke nû tê avakirin: Destpêka Nû

Di siyaseta Kurdî de partiyeke nû tê avakirin: Destpêka Nû

.

A+A-

 "Destpêka Nû" bi armanca ku bibe partiyeke navendî ya Kurdî, dest bi xebatên xwe yên partiyê kiriye û biryar e di 15ê Cotmehê de deklarasyona xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Destpêka Nû ku bernameya xwe li ser bingeha azadiya nasnameya Kurdî daniye kesên weke Dr. Engîn Yilmaz, avahîsaz Atîla Pay, parêzer RamazanTuncer û parêzer Mahmut Koyuncu û hin navên ku beriya niha di xebatên gelek rêxistinên sivîl de cih girtine hene.

Li ser navê Destpêka Nû, endamê rêveberiyê Dr. Engin Yilmaz ji Rûdawê re diyar kir ku li Tirkiye siyaseta Kurdî ya heyî xitimiye, lewra bi navê Destpêka Nû ev demeke dirėj e wan xebatek bo peydakirina rêyeke nû dane destpêkirin niha dem hatiye ku ew vê xebata xwe bi raya giştî re parve bikin.

Engin Yilmaz da zanîn ku ew dê 15ê Cormaha 2022yan deklarasyona xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

“Pêwîstiya Kurdan bi siyaseteke nû û bi bandor heye”

Li ser pirsa “çima pêkhateyeke nû?”Engîn Yilmaz wiha bersiva Rûdawê da: “Em di qonaxekî û krîzekî kûr a ji alîyê siyasî û aborî de derbas dibin.  Ji ber ku nekarîna aliyên desthilatdar û opozîsyona niha li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên welat bi taybetî mafên bingehîn ên gelê Kurd, pêk nehatiye û valahiyekî mezin heye.Wekî din di raya giştî ya Kurdan de, di van salên dawî de rexne û nerazîbûnên cidî li ser siyaseta Kurdan heye. Siyaseta Kurd, heta nuqteya ku gîhiştiye, tevlîheviyeke cidî û li gorî wê jî rawestaneke mezin dijî.

Parçebûna di navbera partiyên kurdî de, nakokiyên îdeolojîk û siyasî yên di navbera koman de, nekarîna siyaseta sivîl bibe aktor û diyarker. Tepeserkirina tundiyê di hemû qadên sivîl û qanûnî de, wesayeta neqanûnî ya serdest a li ser saziyên siyasî danîne îdeolojîk in. Hesasiyet û berjewendiyên hizbî li ser hesasiyetên neteweyî ne. Tirkiye li şûna pirsgirêkên bingehîn ên netewî yên gelê Kurd, ji ber sedemên weke pêşî li kêşeyên polemîk ên heyî yên di siyasetê de, guhertina helwestên tund ên îdeolojîk bi daxwazên bingehîn ên gel, partiya heye û têgihîştina siyasî têrê nake û ji bo siyaseta kurd valahiyeke mezin û girîng di cih de dimîne. Helbet hemû xebatên siyasî yên heta niha li ser navê gelê Kurd hatine kirin hêja û pîroz in. Lê mixabin weke rojê diyar e ku pêwîstiya Kurdan bi siyaseteke nû û bi bandor heye. Em dixwazin vê pêkhatina siyasî ya pêwîst ava bikin.

Sedema xebata me ji bo avakirina vê formasyonê ew e ku ev valahî û pêwîstî pêk were. Di van çend salên dawîn de, ji raya giştî re xuya bû ku ji aliyê kes û komên cuda ve hin lêkolîn û lêgerîn hatin kirin ku ji vê rewşa îro ya siyaseta Kurdan derbikevin. Lê piraniya wan neçar bûn, ji bo wî em dibêjin ku ew avabûna bi navê ‘Destpêka Nû’bibe bersîva pirsgirêk û çareseriya siyaseta Kurdan.”

Yek ji endamên damezrînerên rêxistina Destpêka Nû parêzer Ramazan Tuncer e.

“Bêrî 2 salan xebatan destpê kir”

Parêzer Ramazan Tuncer jî wiha behsa damezrandina Destpêka Nû kir:  “Berî du salan em weke komek kesên ji îdeolojî, bawerî, û meylên cuda, ji bo nirxandina pirsgirêk, kêmasî, îmkan û nebaweriya siyaseta Kurd, bişêwirin hatin ba hev. Me pirsî ka di siyasetê de valahî heye yan na. Beşdarî gihîştin wê baweriya ku di siyaseta Kurdî de valahiyeke ye  û li ser vê mijar e me got ku ka ew çawa dikare were dagirtin. Bi civîn û gotûbêj û pevguhertina nêrînan dest pê kir. Di nav beşdaran de nêrînek hevpar hebû. Di siyaseta navendî ya Kurd da partiyeke girseyî tune ye û divê ev kêmasî bê dagirtin. Ev civîna şêwrê ya ku me di Tîrmeha 2020an de li Amedê pêk anî, du rojan berdewam kir. Di vê civînê da biryar hat dayîn ku li ser esasê bidestxistina mafên Kurdan yên ji netewebûnê dest bi proseyeke amadekariya partiyeke sivîl, yasayî, demokrat, azadîxwaz û wekhevîxwaz bê kirin.

Paşê bi mabesta diyarkirina prensîbên bingehîn ên partiyê, nirxandina hemû aliyên siyaseta Kurd û bi hemû beşên civakê re li ser cewherê parti were avakirin û pêk bîne, hevdîtin bi hemû beşên civakê re di nav beşdaran de ‘komîsyoneke amadekar’ hat avakirin. Pêvajoyek îradeya hevpar a her kesî weke pêwîstiyeke demokrasiya beşdar be nîşandan û bi qasî sal û nîv civînên şêwrê pêk anîn.

Di van hevdîtinan de hewl hat dayîn ku ji hemû beşên civakî yên xwedî her cure bawerî, bîrdozî û şêwazê jiyanê ku neteweya Kurd pêk tînin re hevdîtin bên kirin. Tevî pêvajoya pandemîk, ev pêvajoyek e ku tenê xwe û paradîgmayên xwe bi zimanekî berfireh û bi tolerans rave dike, dûr ji zimanekî marjînal ku nakokî û cihêbûnê gurr dike, bêyî ku dijberî û helwestekê li hember ti partî û pêkhateyên Kurdî çêbike. Di civînên ku carcaran rû bi rû û carcaran jî online têne kirin. Tevî pêvajoya pandemîk jî hatiye şopandin. Ji bo ku di civînên şêwrê de di navbera partiyan de pirsgirêk dernekeve, bal hate kişandin ku ji wan kesên ku endamên çalak ên partiyeke din a Kurdistanî ne û navên nakok ên ku bûne sedema nîqaş û aloziyan di nava gelê Kurd de dûr bikevin. Di encama civîna Amedê de û hevdîtinên ku di vê pêvajoyê de hatin kirin, bi fikra afirandina perspektîfekê metnek bi navê ‘Belgeya Helwesta Siyasî’ hat amadekirin û di vê metnê de prensîbên bingehîn ên li jor hatin rêzkirin.

Li gorî agahiyên endamên damezrîner; Duyemîn pêngava konkret a di pêvajoya partiyê de hat avêtin komxebata du rojî ya ku di 15-16ê Çileya 2022an de li Amedê hat lidarxistin bû. Di vê komxebatê de beşdaran; Di sedsaleke nû de ku kirîza temsîliyetê di siyaseta Kurd de her ku diçe kûrtir dibe, ji bo ku Kurd bi xebateke aktîftir mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin, bal kişandin ser gavên pratîkî yên xebata partiyeke girseyî ya bi armanca siyaseta navendî ya Kurd û sazîbûneke dînamîktir û ji bo çareseriya qeyrana nûnertiyê ya heyî.

Di vê çarçoveyê de di nava beşdaran da meclîseke ji 40 kesan pêk tê û ji nava vê meclîsê jî komeke rêveber hate avakirin. Herwiha 4 komîsyon bi navê komîsyona amadekar, komîsyona darayî, komîsyona danasînê û ragihandinê û komîsyona qanûn û bernameyan ji bo birêxistinkirin û lezkirina xebatên li qadê hatin avakirin. Lêkolînên rast hatin destpêkirin.”

“Banga me ji bo me Kurdan e”

Yek jî ji endamên damezrînerên Destpêka Nû Parêzer Mahmut Koyuncu derbarê deklarasyonê de got: “Em dibêjin ku gelê Kurd dikare di hemû nakokiyên xwe de cih bigire, xwe ji tundiyê dûr bixe, nekeve nava siyasetên ti bawerî, bîrdozî, an çîn û li ser zemîneke sivîl a demokratîk, ne di bin kontrola tu wesayetekê de ye. Em dê bibêjin ku paradîgmayeke siyasî ya nû û rêxistineke nûnertiya girseyî ya li ser xeta netewî ku ne berdewamî û dirêjkirina tu pêkhatinekê ye, pêwîstiya gelê Kurd a jiyanî ye.

Di deklerasyonê de ji bilî ragihandina armanc, prensîb û xebata xwe ji raya giştî re, em ê ji hemû gel û saziyên Kurd re jî bangawazî bikin ku ji bo vê pêwîstiyê bê şert û merc bi hev re pêvajoyê ava bikin û bimeşînin. Hêvîdarim ev bang; di xeta netewî de bibe sedema avakirina rêxistineke nûnertiya neteweyî.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin