Di sala 2021an de Rewşa aborî ya Sûriyê

Di sala 2021an de Rewşa aborî ya Sûriyê

.

A+A-

Hevdem ligel bidawîbûna sala 2021ê, krîza Sûriyê nêzîkî sala xwe ya 11em dibe, û xelkên wî welatî, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, çaverê dikin ku êdî rewşeke wan a aborî ya baştir pêk bê, lê her diçe krîza aborî aloztir û zehmetir dibe.

Li gorî raport û amarên Neteweyên Yekbûyî, heta niha rewşa Sûriyê xirab e, û xirabiya rewşa abûrî jî, krîza xwarin û xorakê û gelek astengiyên din li wî welatî peyda kirine.

Sizayên welatên rojava û Amerîkayê, bi taybetî sizayên Yasaya Sîzer, bandoreke mezin li ser hikûmeta Sûriyê kiriye, di nav de jî bandor li hemû abûriya Sûriyê hat kirin.

Xirabiya rewşa mirovî li Sûriyê, di demekê de ye, tenê yek deriyê sînorî heye, ew jî Bab Elhewa ye, ku alîkariyên mirovî bi rêya wî deriyî derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibin, deriyên din jî girtî ne.

Rewşa Abûrî li Sûriyê

10 salên şerê navxweyî, hiştiye ku gelê Sûriyê rûbirûyî krîza abûrî, darayî, birçîbûn, metirsî, bêkarî, nebûna  asayişa xwarinêbibe.

Li gorî raporteke nû ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP), heta niha 90%, ji xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di bin sînorê  hejariyê de dijîn. 60% ji xelkê, asayişa wan a xwarinê tune ye.

Raporta dawî ya Neteweyên Yekbûyî dibêje 2 milyon û 800 hezar koçber li wê navçeyê dijîn, nêzîkî 2 milyon kes, li kampan dijîn, bêhtirî 200 xelkê kampên koçberên navxwe ava pak ji bo vexwarinê bidest wan nakeve.

Raporta Neteweyên Yekbûyî, diyar dike rewş li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî xirab e, bi taybetî ji ber daketina asta ava Çemê Ferat, ku bûye sedema kêmbûna elektrîkê, ava vexwarinê, berhemên dexlûdan û çandiniyê û belavbûna nexweşiyên ku ji ber avê çêdibin. Kêmbûna asta ava bendavan tehdîdên li ser nêzîkî 5 milyon kesî ji nişteciyên wan navçeyan çêdike.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) hejmara welatiyên Sûrî ku rûbirûyî nebûna asayişa xwarinê bûne, bi 12.4 milyon kesî texmîn dike, ew hejmar nêzîkî 60% ji tevaya nişteciyên Sûriyê ye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî, tenê salekê de, heta niha dawiya 2021ê, 4.5 milyon kesên din tevlî wê hejmarê bûne. Ji bo vê yekê jî, (WFP) her mehê alîkariyên xwarinê yên parastina jiyanê ji bo 4.8 milyon kesî li Sûriyê pêşkêş dike.

Şanderê UN ji bo Sûriyê, Geir Pedersen got bêhtirî 12 milyon welatiyên Sûrî hîn jî koçberên navxweyî ne û rêjeya hejariyê gihiştiye 90%.

Serokê Komîteya Navdewletî ya Serbixwe ji bo Sûriyê, diyar kiriye ku, bêhtirî 2.7 milyon koçberên navxwe li parêzgeha Idlibê, di rewşeke gelekî zehmet de dijîn.

Rêxistina UN ji bo Zarokan (UNECIF), dibêje, di sala 2021ê de, 90% ji zarokên Sûriyê, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, li gor sala 2020,  20% ihtiyaca wan zêde bû ye. Tê pêşbînîkirin jî, ku sala 2022yan rewş ji vê yekê xirabtir be.

Nirxên kesrete û kelûpelan li Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, 29 qatan ji berî sala 2011an, buhatir bûne.

Bihayê lîreya Sûrî beramber dolar gelekî daketiye, her dolarek gihiştiye derdora 3 hezar û 550 lîreyên Sûrî.

Wezareta Bazirganiya hikûmeta Sûriyê, Tîrmeha 2021ê kirêya çûnûhatinê ji 28.2% - 32% bilind kir.

Nirxê benzîna (Oktan 95) kire 3 hezar lîre. Nirxê 1 lître mazot bi rêjeya 178% dilind kir, bû 500 lîreyên Sûrî, berê 180 lîre bû.

Nirxê nan jî ji 100% buha kir, her kîsek nan ji 100 lîre bû 200 lîre. Nirxên 11 hezar corên dermanan, ji 30% buha bû.

Li gorî gotina wezîrê petrolê yê hikûmeta Sûriyê, Besam Tuume, ziyana kerta petrolê li Sûriyê gihiştiye bêhtirî 92 milyar dolarên Amerîkî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin