Di pêşniyarên Destûra Bingehîn a 6 partiyên oposizyona Tirkiyê de ji bo Kurdan çi heye?

Di pêşniyarên Destûra Bingehîn a 6 partiyên oposizyona Tirkiyê de ji bo Kurdan çi heye?

.

A+A-

 6 partiyên oposizyona Tirkiyê ku weke maseya 6 partî tê zanîn pêşniyazên xwe ji bo destûreke nû ragihandin. Di nav pêşniyazên oposizyonê de çi amaje bi meseleya Kurdan nayê kirin, aliyên oposizyonê jî di wê baweriyê de ne ku ew dikarin meseleya Kurdan bi demokrasiyeke pêşketî çareser bikin. Di vê derbarê de parlementerekî CHPê dibêje, “Em Pirsa Kurdan weke pirsa erdnigariyê nabînin li gorî me mijar mijara demokrasiyê ye.”

Şeş partiyên oposizyona Tirkiyê pêşniyazên xwe yên hevbeş ji bo destureke nû ragehand. Di nav pêşniyazên oposizyonê de daxistina benda helbijartina bo 3 ji sedî, bi hêz kirina parlementoyê û erkê darizandinê çaksaziya hiquqî û berfireh kirina pergala azadiyan cih digre.

Parlementerê CHPê Levent Gok li ser pêvajoyê got, “Destûrên Bingehîn weke peymaneke civakî ne û pêwîste ku hemû beşek civakê tê de cih bigrin. Li vir jî 6 partiyên siyasî pêşniyazên xwe ji bo raya giştî aşkere dikin û pêşiya nîqaşekê jî vedikin.”

Cîgirê Serokê Devayê û Wezîrê Berê yê Dadê Sadullah Ergîn got, “Em li ser nexşerêyekê kar dikin ka ji bo ku em sîstema parlementeriyê bicih bikin pêwîstî bi guhertineke çawa ya destûrê heye, hevalên me li ser vê kar dikin. Gaveke giring e em hêvî dikin mijarên din jî dê di dema xwe de bêne gotûbêj kirin.”

Pêşniyazên oposizyonê zêdetir guhertina sîstema serokatiyê û bicihkrina sistema parlementeriyê pêktên. Oposizyon meseleyên kurdan jî weke mijara demokrasiyê dibîne û amajeyeke taybet bi mijarê nake.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici got, “Em meseleya Kurdan weke mijara heq û mafan dibînin û em weke meseleyeke erdnigariyê nabînin. Ji ber wê xebatên îro hatine kirin xebata reşnivîsa destûrekê ye, di dîroka Tirkiyê de yekem car e 6 partiyên siyasî ji bo karekî wisa dicivin.”

Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen anî ziman, “Bi dîtina min pirsgirêka sereke nemana qada demokrasiyê ye. ev xebate dê careke din qada demokrasiyê berfireh bike û bêgoman weke 80 milyon kesan kurd jî dê sûdê jê bibînin lê mijareke bi taybet bi pirsa kurdan, mafên kurdan û şer û aloziyên heyî û çareseriya pirsa kurdan weke mijareke xweser di projeyê de cih nagire.”

6 partiyên oposizyonê ku ji CHP, Partiya IYI, Deva, Partiya Pêşerojê, Saadet û Partiya Demokrat pêk tê dixwaze erkê yasadanînê bi temamî di destê parlementoyê de be, herkesek tenê carekê û ji bo 5 salan serokkomariyê bike.

6 partiyên oposizyonê ku ji CHP, Partiya IYI, Deva, Partiya Pêşerojê, Saadet û Partiya Demokrat pêk tê dixwaze erkê yasadanînê bi temamî di destê parlementoyê de be, herkesek tenê carekê û ji bo 5 salan serokkomariyê bike.

Xalên deklarasyona 6 partiyên oposizyona Tirkiyê wiha ne:

1 - Benda hilbijartinan dadixin ji %3.

2 - Rakirina parêzbendiyê bi piraniya dengên parlemanteran dibe.

3 - Derxistina biryarên di hukmê qanûnê de dibe desthilata parlamentoyê.

4 - Serxwebûna dadweriyê û mafê xweparastineke dadmend têne misogerkirin.

5 - Opozisyon dikare daxwaza civîneke parlamentoyê bike.

6 - Desteya Dadwer û Dozgeran ji nû ve tê rêkxistin.

7 - Endamên Dadgeha Destûrî ji 15 dibine 20 kes.

8 - Serokkomar nikare biryara derketina ji peyamanên navdewletî bide.

9 - Qeyûm tenê bi biryara dadweriyê têne danîn.

10 - Kesên ku li hember jinan tawan kiribin, nabin parlemanter.

11 - Desteya Bilind a Hilbijartinan ji nû ve tê rêkxistin.

Nûçe: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin