Di navbera Hindistan û Çînê de şer qewimiye

Di navbera Hindistan û Çînê de şer qewimiye

Li herêma Ladakhê şer di navbera leşkerên Hindistan û Çînê de derketiye. Li gorî zanyariyan 20 leşkerên hindî mirine. Rêveberiya Çînê ti daxuyanî nedaye bê ka leşkerên wan mirine yan na.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li herêma Ladakhê, bakurê rojhilatê Hindistanê, di navbera leşkerên Hindistanê û Çînê de şer û pevçûm rû daye.

Di encama vî şerî de 20 leşkerên Hindistanê mirine. Lê Çînê aşkere nekiriye bê ka mirî û birîndarên wan hene yan na.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Artêşa Hindistanê daxuyaniyek weşandiye û otiye ku duh sibehê yek jê leşkerekî payebilind sê leşkerên wan mirine. Piştî 17 leşkerên ku di dema şerî de birîndar jî mirine, hejmara miriyan gihîştiye 20an.

AAyê ji ajansa ANIyê (Asian News International) ya Hindistanê nûçeyek ragihandiye ku tê de dibêje 43 leşkerên çînî mirine.

Çi bûbû?

Rayedarên hindî, di serê meha gulanê de gotibûn ku leşkerên çînî ji sê helan ketine herêma Ladakhê. Ev here mli ser sînorê Çînê ye. Her weha diyar kiribûn ku li vir kon û qereqol ava kirine.

Piştî li rojhilatê vê herêmê û eyaleta Sikkimê artêşên her du welatan hatibûn beramberî hev, bala raya giştî ya cîhanê ketibû li ser vir.

Her du welatan hêzên leşkerî şandibûn herêma Demchok, Chumar, Daulat Beg Oldie, Geliyê Galwanê û derdora Gola Pangong Tsoyê.

Xeta sînorî ya ji 3 hezar û 500 kîlometroyê pêk tê di navbera her du welatan dê dibe mijara nîqaş û nakokiyan.

Rêveberiya Pekînê dibêje xala eyaleta Arunaçal Pradeşê ya me ye ku weke “Başûrê Tîbetê” binav dike. Rêveberiya Delhiya Nû jî diyar dike ku Çînê herêma Aksai Chinê dagir kiriye.

Bıanet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin