Di Doza Pirsûsê de biryar hat dayîn

Di Doza Pirsûsê de biryar hat dayîn

.

A+A-

5emîn Dadgeha Giran a Rihayê di Doza Pirsûsê de, 34 caran cezayê heta hetayê li tekane girtiyê dozê Yakup Şahin birî.

Roja 20ê Tîrmeha 2015ê ciwanên ser bi partiyên çepgir ên Tirkiyê û herwiha HDPê xwestibûn li Navenda Çandê ya Amarayê li navçeya Pirsûs a Rihayê, derbarê rewşa Kobanî de civîneke çapemeniyê saz bikin, lê di dema civînê de êrîşeke xwekujî çêbûbû. Di encama teqîna xwekujî de, 33 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûbûn.

21emîn rûniştina Doza Pirsûsê îro li dadgeha navçeya Curnereş bi rêve çû. Dadgehê daxwaza guhertina şanda dadgehê red kir.

Dadgehê piştî tekane girtiyê dozê û parêzerên wî parastina xwe kirin û daxwaza serbest berdanê kirin, demjimêrêkê navber da û paşê biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê ragihand, doza Îlhamî Bali û Deniz Buyukçelebî ku biryara wan a girtinê heye û heta niha nehatine girtin, bê veqetandin.

Dadgehê herwiha, “Ji tawanê hewldana hilweşandina sîstema destûrî, endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî, bi awayekî plankirî kuştina kesan 34 caran cezayê heta hetayê, hezar û 890 sal cezaya girtîgehê û ji ber hebûna teqemeniyê 10 sal cezayê girtîgehê û 4 hezar û 100 dolar cezayê pere” da Yakup Şahin.

Roja 20ê Tîrmeha 2015ê ciwanên ser bi partiyên çepgir ên Tirkiyê û herwiha HDPê xwestibûn li Navenda Çandê ya Amarayê li navçeya Pirsûs a Rihayê, derbarê rewşa Kobanî de civîneke çapemeniyê saz bikin, lê di dema civînê de êrîşeke xwekujî çêbûbû.

Di encama teqîna xwekujî de, 33 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûbûn.

Di wê dozê tenê bergumanek heye ku ew jî Yakup Şahin e. Di rûniştinên dadgehê de bergumanê dosyeyê Yakub Şahîn qet li dadgehê amade nebû û tenê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinan bû.

Di 19emîn civîna dadgehê de ku 27ê Gulana 2021an hatibû lidarxistin, dozger ji bo berguman Yakup Şahin 34 caran cezayên girankirî yên heta hetayê xwest.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Rihayê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga tevlêbûna dozê kir û got, "Em bang li hemû endam û hevalên xwe dikin ku beşdarî rûniştina biryarê ya doza qetlîamê bibin. Malbat û ji bo xewnên 33 rêwiyên xeyalan têbikoşin."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin