Di çîroknûsîya kurdî de pêl û Nûredîn Zaza

Di çîroknûsîya kurdî de pêl û Nûredîn Zaza

Ez dixwazim rêya diduyan hilbijêrim û li gora rêbaz û qayîdeyên wêjeyê yên ku di her demê de li gora şert û mercên wê demê guherbar in û hebekî jî bingeh in, tevbigerim. Nivîskarê ku ez dixwazim behsa wî bikim, çiroknûs Nûredîn Zaza ye.

A+A-

 

YAQOB TILERMENÎ

15’ê Çileyê (Rêbendana) 1919’an rojbûna çîroknûsê kurd Nûredîn Zaza ye. Ew li Madena Xarpêtê hatîye dinê û bi navê Yusuf Zîya dest bi jîyanê kirîye. Wî bi navê Nûredîn Zazayê sîyasetmedar, nivîskar, zimanzan û dîroknas sedsalek di ser bûyîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê re bihurandîye. Bi hezaran kîlometreyan dûrî axa welatê xwe, li bajarê Lozana Swîsre ya ku çarenûsa parçekirina Kurdistanê lê hatîye dîyarkirin, hîna jî bi çavên vekirî di goristana Bois de Vaux de li hêvîya avabûna Kurdistanê di axa sar de razaye.

Bi minasebeta 101 yeksalîya bûyîna wî, min xwest der barê çîroknûsîya wî û hin tesbîtên der barê wî de ramanên xwe bînim zimên.

 

Nirxandina li gorî berheman divê esas be

“Pêvajoya geşedana çandî, bi qasî ku mirov nikare tesewur bike digihîje serdemên kevin. Em bi rewşa xwe ya îro û bi beşek mezin a êşên xwe, deyndarê vê pêvajoyê ne. Veguherînên psîşîk ên ku bi pêvajoya çandî re dest pê kirine, gelekî eşkere ne. Ev veguherîn ji ber ku hedefên dozînî roj bi roj diguherin û ji ber ku hestên dozînî tên çewisandin, derdikevin holê. Sansasyonên ku daxwazên me yên sereke şa dikin, dûrî balkişandina me ye ango ketine halekî ku nayên ragirtin; ger daxwazên me yên der barê daxwazên etîkî û estetîkî veguherîbin, sedemên vêya yên organîkî hene.”

Mirov bala xwe bide gotinên jor ên nameya Sigmund Freud ji Albert Einstein re, dê têbigihîje ku ji bo beramberkirina doh û îro divê veguherînên ku her dem jîndar in, di ser guhê xwe re navêje. Heman beramberkirin ji bo beşek çandê, beşa wêjeyê jî lê ye. Ger mirov bixwaze berhem ango nivîskarekî berîya bi dehan salan jîyayî binirxîne, divê pêdivîyê bi du rêyan bibîne: An dê mirov xwe di ser zemên re gav bike û vegere salên rabirdûyê û li gora şert û mercên wê serdemê nivîskêr û berhema wî binirxîne, ango dê li gora feraset û zanebûna xwe ya îro nirxandinan bike. Lê mirov dikare ji xwe re rêyine din jî dîyar bikin.

Ez dixwazim rêya diduyan hilbijêrim û li gora rêbaz û qayîdeyên wêjeyê yên ku di her demê de li gora şert û mercên wê demê guherbar in û hebekî jî bingeh in, tevbigerim. Nivîskarê ku ez dixwazim behsa wî bikim, çiroknûs Nûredîn Zaza ye. Ger mirov zanebûna xwe ya roja tê de paşguh bike û tenê şert û mercên berî bi şêst heftê salî bide berçav, dê pêşketinan ji nifşê nû re nîne û dê nivîskarên çandekê her timî weke tabûyekê bipejirînin. Nûredîn Zaza ku xwedîyê şeş çîrokên telîf û çar çîrokên lêanînê ye ku bi giştî nûserê deh çîrokan e, divê li gora berhemên wî yên li ber destan were nirxandin. Çima? Ji ber ku xwedî û berpirsîyarê Kovara Hawarê Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza weke Çexovê kurd nîşan daye; ji ber ku çîroknûs û nivîskar Firad Cewerî, Nûredîn Zaza û Qedrî Can weke du pêşengên çîroknûsîya nûjen dihesibîne. Ev her du destnîşankirinên di klasîkên wêjeya kurdî de bi cî bûne, divê li gora rastî û geşedanên wêjeyê werin eşkerekirin.

 

Pêla Nûredîn Zaza nîn e

Mirov dikare di wêjeya cîhanê de ji bo çîroknûsîyê bi du pêlan dakeve: Pêla Maupassantê Fransiz û Pêla Çexovê Ûris; û mirov dikare di wêjeya Tirkî de jî Pêla Sait Faik û Pêla Sabahattin Ali bipejirîne, lê li gora bîr û boçûnên min, mirov nikare yekser bibêje, Pêla Qedrî Can û Pêla Nûredîn Zaza. Çinku digel van her du çîroknûsan mirov nikare Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan û Osman Sebrî weke çîroknûs nehesibîne. Ger dê veqetînek duneçel were destnîşankirin, divê mirov hemû çîroknûsên nifşê Hawarê bide ber hev û li gora rewşa wêjeya kurdî binirxîne. Hin çîrokên ku Osman Sebrî nivîsandibûn di serdema xwe de dikarîbûn qayiş bi çîrokên wêjeya cîhanê re bikişandana, dîsa çîrokên resen û ên lêanînî ku Celadet Bedirxan nivîsandibûn, ger derfetên xwegihandinê dîtibana dê teqez îro weke mîrateyeke wêjeya cîhanê bihatana hesibandin.

Îcar çima mirov nikare Nûredîn Zaza weke lehengekî pêlekê bihesibîne! Nivîskarê ku bêtir weke sîyasetmedar û welatparêzê bîrdozekê tevgerîyaye, ji ber egerên mişextîbûn û zordarîyên pergalên Tirkî û Sûrî neçar maye ku bêtirîn der barê ewlehîya jîyana xwe de û der barê xebatên xwe yên sîyasetê de biponije; ne ku bi dehan çîrokan binivîsîne. Ev ponijandin û hesasîyetên wî, weke naverok û peyam di destegula çîrokên wî de jî dîyar in. Bêrîkirina welêt, diljenîya welatparêzîyê, paşdemayîn û belengazîya netewekê, qehremanî û biserketin di hemû çîrokan de armancên sereke ne. Çawa ku Nûredîn Zaza di hejmara 32’yan a Hawarê de bi nivîsa “Şîretên Ehmedê Xanî” û di hejmara 30’î ya Hawarê de bi nivîsa “Ji Xortan Re” xwestîye şîretên Ehmedê Xanî û Kipling arasteyî zarok û ciwanên kurd bike, ev hewldan di çîrokên wî de jî eşkere ne. Ji bilî çîroka “Şerê Mêşan” hemû çîrok di salên 1941-42’yan de hatine nivîsandin. “Şerê Mêşan” ku mêjûya 1965’an li binî hatîye nivîsandin -piştî bîst û sê salan-, hem ji hêla vegotin û hem jî ji hêla şêwazê dikarîbû bibûya despêka hewldaneke mayînde; lê mixabin, ji ber ku îro ji bilî van çîrokan ti çîrokên wî yên din li ber dest tinene, mirov nikare bi gotinên qelew çîroknûsîyeke domdar û pêleke xweser veçirîne.

“Di rastîyê de nivîskar dizane ku ji bo azadîyên ku di herîyê de mane, veşarî mane û bikaranîna wan ne pêkan in, diaxive; û jixwe azadîya wî bixwe jî ne pak e, divê wê paqij bike; ji ber vê, ji bo ku azadîya xwe paqij bike jî dinivîsîne.”

Nivîskar û feylesofê Fransî Jean-Paul Sartre di pirtûka xwe ya bi navê “Qu’est-ce que la littérature?” (Wêje çi ye?) de armanca nivîsandinê bi wî awayî rave dike. Gelo nivîskarekî mîna Nûredîn Zaza ji ber vê hişmendîyê, hewldana xwa ya çîroknûsîyê geştir nekirîye û bi qasî tilîyên du destan çîrok li dû xwe hiştine?

Destnîşankirina pêlan (ekolan) ji bo nivîs û wêjeya kurdî bi berhemdarîyeke bêhejmar pêk tê. Çinku pêl di deryayê de radibin. Ji bo ku pêl hebin, divê di serî de deryayeke bêser û bêbinî hebe. Ji ber hindê ez dibêjim, “çîroknûsîya Nûredîn Zaza nebûye pêleke çîroka kurdî”.

Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatîye girtin

Basnews

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin