
Berhem Salih: NY amadekariya şandina alîkariyan bo Kobanê dike
.
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih ragihand, NY hewl dide alîkariyên mirovî bigihîne Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kobanê. Salih her wiha rola Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih îro 4ê Sibatê, li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê ji Kurdistan24ê re behsa krîza mirovî ya li Sûriyeyê û alîkariyên ji bo herêmên Kurdî kir.
Berhem Salih nîgeraniya xwe derbarê têkçûna rewşa Sûriyeyê de anî ziman û got: "Em rola Herêma Kurdistanê di gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan de gelekî bilind dinirxînin û vê piştgiriyê giring dibînin."
Komîserê NY bal kişand ser rêkeftin û agirbesta ku vê dawiyê di navbera aliyan de hatiye îmzekirin û got: "Em hêvîdar in ku ev agirbesta pêk hatiye wekî xwe were cîbicîkirin. Ev yek dê bibe sedem ku rê ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên navdewletî ji bo sivîlan were vekirin."
Berhem Salih aşkere kir, hewildanên Neteweyên Yekgirtî ji bo şandina alîkariyan bo bajarê Kobanê bi awayekî çalak berdewam dikin. Wî da zanîn ku beşek ji alîkariyên wan gihîştine bajarên Heleb û Qamişloyê û niha tîmên wan li ser gihandina alîkariyan bo xelkê Kobanê jî dixebitin.
Ev daxuyaniya Berhem Salih di demekê de tê ku xelkê Kobanê û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ji ber dorpêç û şerê dawî, bi karesateke mirovî ya kêmbûna nan, derman û pêdiviyên sereke yên jiyanê re rû bi rû ne.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin