Di bombebarana Şengalê de Zekî Şengalî canê xwe ji dest da

Di bombebarana Şengalê de Zekî Şengalî canê xwe ji dest da

Koordînasyona Civaka Êzidî li ser bombebarana duh êvarê ya li ser Şingalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî canê xwe jidest daye.

A+A-

Di daxuyaniyê wisa hat gotin:

"Duhî 15'ê Tebaxa 2018'an, Endamê Koordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden ê bi navê Mam Zekî Şingalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, demjimêr derdora 16'an bi êrîşek esmanî ya Tirkiyê de canê xwe jidest da.

Koordînasyona Civaka Êzidî amaje bi wê jî kir, li ser vê mijarê dê îro danê êvarê saet 18'an daxuyaniyeke berfireh were dayin.

Pêştir, Ajansa “AA” a Tirkî belav kir, di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser Şingalê de, berpirsê PKKê li Şingalê Îsmaîl Ozden yê bi navê (Mam Zekî Şingalî) hat bêbandorkirin.

Her li ser wê mijarê Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Cokî  ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê sêkoşeya Şingal, Gundê Şilo û Um Zubyan bombebaran kirin.

Da zanîn jî, ew dever ji aliyê artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) tê birêvebirin. 

Li gor zanyariyên destpêkê, firokeyên Tirkiyê otombîla wî fermandarî li navçeya Şilo ya nahiya Sinûnê bombebaran kir, ku 4 çekdarên YBŞê jî ligel wî bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin