Di 6 mehan de Îranê 33 welatiyên Kurd darve kirine

Di 6 mehan de Îranê 33 welatiyên Kurd darve kirine

.

A+A-

Li gor raporta Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov, di şeş mehên yekem ên sala 2022ê de 33 Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin, wate li Îranê ji sedî 13ê kesên hatine darvekirin Kurd bûne. 

Li gor wê raportê, di şeş mehên borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 251 kes hatine darvekirin.

Yek ji wan welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku hatine darvekirin, girtiyê siyasî bû, û 7 kes bi tohmeta qeçaxiya bi maddeyên hişbir dihatin darizandin û tawanê 25 kesan jî bi kuştina biqest bûye. Yên hatine darvekirin 9 kes xelkê parêzgeha Urmiyê, Îlam 8 kes, Loristan 8 kes û li Kirmaşanê jî 8 kes hatine darvekirin.

Ji wan tenê Fîruz Mûsalû girtiyê siyasî bû ku 20.06.2022ê li girtîgeha bajarê Urmiyê hat darvekirin.

Fîrûz Mûsalû endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû û havîna 2019an Supaya Pasdaran garantî dabûnê û vegeriyabû. Fîruz Mûsalû xelkê navçeya Kotol ê bajarê Xoy yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve bû.

Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde xelk lê tên darvekirin. Li gor Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, di sala 2021an de li cîhanê herî kêm 579 kes hatine darvekirin û ji wê hejmarê 314 kes li Îranê hatine darvekirin, wate %54ê darvekirinan li ser asta cîhanê. Sala 2020an bi giştî 246 kes hatibûn darvekirin.

Li gor raporta Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, ji sala 2017an ve hejmara herî zêde ya darvekirinan li Îranê hatiye tomarkirin. Li gor wê raportê, piraniya wan kesan ji ber maddeyên hişbir hatine darvekirin û ev yek jî wek “binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî” binav kiriye. 

Beşeke din a wan kesên li Îranê hatine darvekirin li ser kuştina kesên din bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin