Di 51emîn roja êrîşa bi ser Efrînê de metirsiya qirkirinê..beşek ji taxa Eşrefiyê hate valakirin

Di 51emîn roja êrîşa bi ser Efrînê de metirsiya qirkirinê..beşek ji taxa Eşrefiyê hate valakirin

Hate zanîn ku li ser biryara YPGê beşek ji taxa Eşrefiyê ji nişteciyan hatiye valakirin.

A+A-

Di 51emîn roja êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Efrînê de, şer û pevçûnên navbera leşkerên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ligel şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam in. Hêzên êrîşker bajarê Efrînê û derdora wê bomberdiman dikin û bi biryara YPGê beşek ji taxa Eşrefiyê ji nişteciyan hatiye valakirin.

 

Hêzên êrîşker ji aliyê rojhilat, rojava û devera Bilbilê ve jî ber bi bajarê Efrînê pêş de diçin.

 

Medyaya ser bi YPGê ve ragihand ku balafirên Tirkiyê sibeha îro, her du gundên Maratê û Tilifê û derdora bajarê Efrînê bombebaran kirin.

 

Çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê da zanîn ku berbanga îro Yekşemê, derdora saet 02.30ê topbarana ser Efrînê dest pê kir.

 

Li gorî heman çavkaniyê topbarana li ser bajarê Efrînê heta saet 09.00ê sibehê jî her berdewam bû.

 

Çavkaniyê herwiha da zanîn ku li ser biryara YPGê beşek ji taxa Eşrefiyê ji nişteciyan hatiye valakirin.

 

Ji aliyê rojhilat ve, şeva borî hêzên êrîşker gundên Qeretepe, Qestela Kişkê, Milkiyê, Cilbirê û Xalidiyê kontrol kiribûn û gihaştibûn gundê Qîbarê.

 

Ji aliyê Rojava ve jî, hêzên êrîşker her yek ji gundên Xirêbe, Keniya Kurka, Şêx Ebdilrehman ser bi devera Cindirêsê ve kontrol kirine.

 

Herwiha her du gundê Keferzîtê û Tilifê ser bi navenda bajarê Efrînê ve ji aliyê hêzên êrîşker ve hatine kontrolkirin.

 

Li devera Bilbilê, piştî ku çend rojan eniya şer hêmin mabû, hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve êrîş birin ser çend gundên deverê.

 

Li gorî çavkaniyên Tirkiyê, hêzên êrîşker her yek ji gundên Xidiriya, Çolaqî û Dubîrê li başûrê rojavayê Bilbilê kontrol kirine.

 

Herwiha her yek ji gundên Bibeka, Qorta û Qaşa li başûrê rojhilatê Bilbilê kontrol kirine.

 

Piştî 51 rojan, ji êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên bi ser ve, bajarê Efrînê ji 3ê aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ev jiyana bi sed hezaran sivîl li navenda bajêr dixe jêr metirsiyê de.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin