Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Dewlet dikare bibe dojehek an bihuşteka hevwelatîyên xwe

A+A-

Kurd ji hev çi dixwazin?

Tirkiye û aqilmendên wê li ser kurdan teorîyên çawan çêdikin?

Di derbarê siyaseta kurd de zanyarîyeka rast heye?

Ma ramana giştî ya kurdan heye an mijareka îdeolojîk e?

Hûn dikarin kîjan faktora herî mezin derbixînin holê ku ew faktor bandorê li ramana we dike?

biserneketin?

Zanîn çawa tê bidestxistin? Rastî çawa ye?

Em çawan dikarin di derbarê Partîyên Bakur de zanyarîyên pêbawer bidest bixin?

Pirsgirêka exlaqî bi rastî çi ye? Etîk çi ye?

(Ez bersîva hemû pirsan nadim ji bo bibe mijara lêkolînê).

1. Armanc nivîsarê

Armanca nivîsara min ew e ku ez di siyaseta bakurê Kurdistanê de zanyarîyên konkret bigihîjim civakên kurd. Zanîn armanc e.

2. Teorî û Têgehên Zanistî Yên Cuda

Di derbara dewletê de teorî û têgehên zanistî yên cuda hene.Primordîyalîzm an essentîyalîzm tê wateya ku mirov bi nasnameya xwe ji dayîka xwe dibe. Kok û eslê mirovî/ê wekî xwe dimîne û qet nayê guhertin (Wikström 2009: 12 – 21). Lê peyva konstruktîzmê tê wateya ku kok û eslê mirovî/ê wekî xwe namîne û mirov diguhere.

Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberîya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di pirtûka xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe, destûr û qanûnên wê amade dike. Demokrasî sira çareserkirî ya makezagonan e…

Hegel (2012) ji dewlet dest pe dike û mirov dike dewleta subjektê; demokrasî xwe dispre mirov û dewletê dike mirova/mirovê objekt. Çawan ku ol mirovan naafirîne, lê mirov olê diafirînin, makezagona ku gel/xelq naafirine, lê gel/xelq makezagonan diafirîne, rastîyeka diyar e. Demorasî ji hinek alîyan ve bi hemû şeklên dewletê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê demokrasî cewhera her makezagonekê ye. Hegel wisan dinivîsîne: “Tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye…”

Nozick (2001) dinivîsîne û dibêje: “Azadîya xwe bi xwe hilbijêre…, rêya azadîya xwe bixwe hilbijêre.”

Li gorî Rawls (1999: 9 – 14) prensîba yekem hewce dike ku hemû mirov xwedîyê heman maf û berpirsiyariyên bingehîn bin. Ya duyemîn, ku jê re tê gotin prensîba cudabûnê, tê vê wateyê ku cudahiyên aborî û civakî têne pejirandin û xwezayî ne.

Martin Heidegger (1996) nasname wekî mîrasa zimanekî dibîne. Ew fenomenoloj e. Fenomenolojî dixwaze tiştê ku wekî xwe xuya dike diyar bike.

Platon di pirtûka xwe ya bi navê ”politheia” de behsa rêveberiya dewletê û rola feylezofan dike. Arîstoteles di xebata xwe ya bi navê ”Poliika” de bi pirsgirêka dewletê ve mijûl dibe û destûr û qanûnên Atînayê amade dike. Li gorî Arîstoteles, mirov heywanekî siyasî ye. Di pergala ramanê ya metafizîkî ya Hegel de dewlet erêkirina aqilê xwedayî ye. Esasê maddeyê giraniya wê bixwe ye û êsasê mirovî/ê azadiya wî /wê ye. Dewleta tirk ji bo kurdên Bakur ku xwe înkar nakin dojeheka veşartî ye.

Bi dîtina min, pirsgirêka dewletê, pirsgirêka gelên cîhanê ye. Pirsgirêkeke dîrokî ye. Tê zanîn ku Feylesof Noam Chomsky, alim û zanistên cîhanê li ser mijara dewletê dixebitin û di pirtûkên xwe de jî dinivîsînin.

Abdulah Ocalan di mijara dewletê de li hemberî ramanên Noam Chomsky Engels û Marks e. Ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike. Tu têkiliya vê redkirinê bi zanistîyê re nî ne. Tirkiye jî avakirina “Dewleta Kurd” red dike. Feylesof, Prof. Noam Chomsky serxwebûna Kurdistanê rast û pêwîst dibîne.

Abdullah OcalanEpikuros Platon, Sikrates, Aristoteles, Hegel, Marks, Engels û zanistên cîhanê jî nas nake. Mijara dewletê her dem di felsefeyê de bûye beşeka girîngtirîn. Di dîrokê de ji alîyê feylesofên navdar ve mijara dewletê hatiye gotûbêjkirin, mînak: Platon, Arîstoteles, Machiavelli, Immanuel Kant, Karl Marx, Hegel, John Locke, Thomas Hobbes

Platon dibin bandora SokratesAristofanes û gelekî fîlozofên din maye, lê wî teorîyên xwe avakirîye.

Machiavelli (1469-1527) di pirtûka xwe ya bi navê ”Prince” de dinivîsîne û dibêje: ”koletiya siyasî bi çi awayî dibe bila bibe, divê destûr neyê neyê pejirandin.’

Di despêkê de Abdullah Ocalan ketibû bin bandora Frantz Fanon bû ji ber vê bandorê serxwebûna Kurdistanê pejirand, lê piştî dîlkirina wî ket bin bandora teorîya Pierre Joseph ProudhonOcalan û PKK anarşîst in. Anarşîzm bi eslê xwe ji peyva Yewnanî ya ku tê wateya “ne-hikûmetê” bi tevlihevî û kaosê ve girêdayî ye. Pierre Joseph Proudhon (1809-1865) yek ji anarşîstên pêşîn bû. Ji bo wî, anarşîzma anarşîst tê wateya civakekê ku tê de mirov bêyî hukûmet, padîşah, împarator an dêrê dijiyan. Michail Bakunin (1814-1876) çîna xwe ya aristaniyê terikand û bû şoreşger. Li gorî wî Xwedê û ol amûrek bû ku dewlet ji bo xapandina mirovan bikar tîne. Pyotr Alekseevit Kropotkin (1842-1921) di çarçoveya sosyalîstîyê de jî li dijî hemû desthilatdarî, serokatî û dewletê bû. Ew li Rûsyayê dijîya û wî Manîfestoya Komûnîst, pirtûka Karl Marx û Friedrich Engels wergerand ji bo zimanê rûsî û ew pê navdartir bû.

Martha Bussbaum damezranêra teoriya dadmendiya gerdûnî ya kapasîteyê ye. Perspektîfa kapasîteya Nasbaumê li ser nêrîneka Arîstotelesî ya li ser mirovan ava bûye.

Li gorî Marcus Tullius Cicero (1o6-43) dewlet ji gel pê ve ne tiştekî din e. Dewlet tevahîya gel e.

Montesquieu dewletê wek avahiyekê dihesibîne û destnîşan dike ku dewlet tevahîya rastîya civakê ye. Lê li gorî Jean Bodin (1530-1596) dewlet ji gelekî malbat û berjewendiyên hevpar pêktê û hêzeka hevpar e.

Karl Marx mirovekî zanist bû û di perwerdeya Swêdî de cihê wî girîng e. Dîroknûsîyeka materyalîst ya ku teknolojî û têkoşîna çînî nîşan dide. Armanc ew e ku di civakê de zilm û zordarîya mecbûriyetê nemîne û mirov ji zilmê azad bibe. Gava ku ez behsa Marxîzmê dikim, hin nav tên bîra min:

Antonio Gramsci, George Lukács, Jean-Paul Satre… Louis Althusser, Max Horkheimer, Theodor Adorno, Herbert Marcuse, 

Parlemento li Swêdê meclîsa herî bilind a biryardanê ye. Karên parlemento biryardana li ser qanûnên cûda û budceya dewletê ye. Dewleta Swêdî lênêrîna zarok, kal / pîr seqet, av û kanalîzasyon çi baştirîn be, wê dike. Dewleta Swêdê bi tevahî ji bo jîyaneka baştirîn dixebite. Swêd di cîhanê de di warê laîkbûn, azadîya takeskesî/takekesê, azadîya olî, cihêrengiya olî, lênêrîna kal û pîran, lênihêrîna nexweşan li nexweşxaneyan, mafên mirovan, mafên perwerdehiya kêmneteweyan de ya herî baştirîn e.

  1. Fîlozof û zanayên biyanî

Prof. Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: “rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dujminên xelqê eşkere dikin û anaîze dikin ji bo bikaribin plana dujminên xwe têkbidin…” Feylesof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê dûnyayê dihejîne û piştevanîya kurdan dike. Ez / Maruf YILMAZ bixwe li dijî hemû metodên zilm û zorê de me.

Sigmund Freud (2007) û di derbara xem û tirsê de wekî hev dihizrin û dibêjin: “xem û tirs piştre dibe xofeke mezin…”

Hajrudin Somun (Bosnayî): ”tenê çiya dostên kurdan e…”

Stephen Mansfield (nivîskarekî Amerîkayî): ”Ez serxwebûna Kurdistanê dixwazim…”

Michel Foucalt (1993:37, 148) qala hizra navbera zanyarî û zanînê dike. Foucaul îdîa dike ku hêz an qawet zanînê çêdike. Desthilatdarî ne tiştek e, hawayê desthilatdarîyê girîngtir e.

Prof. Howard Gardner e (1999) behsa “zeka” û zîrekîyê dike. Li gorî wî ew kesê/kesa ku ji xwe haydar e û ew aqilê xwe bikartîne.

Prof. Pierre BOURDIEU di dema xwe de dûnyayê dihejand û şoreşa hizrî çêkir. Bi dîtina min kurdên Bakur nikaribin bibin Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, Hegel, Homeros, James Joyce, Nietzsche, Shakespeare…

Prof. Martin HEIDEGGER (1996) behsa mîrasa çand û rola wê ji bo avakirina nasnameyê dike.

Prof. Êmile DURKHEÎM giranîya xwe dide ser teorîya funksiyonalîzmê ku ew civakê mîna organîzê dibîne û divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitiya neteweyî.

Prof. George Herbert MEAD behsa întersubjektê dike û li gorî vê teorîyê ezbûm dikare bi kesên din re parve bibe; bibe întersubjekt. Takekesên civakê ew in ku ew sembolan şîrove dikin û di pêvajoyeke şîrovekirinê de ne, zarok kesayetîyê biafirîne. Prof. Goffman (1982) giraniya xwe didin ser înteraksiyonîzmê. Ew sosyalmedyayê wekî lîstika şanogêriyê dibîne û mirov temaşevanên wê lîstikê ne. Li gorî Goffman (1992: 39-102, 147), “ezbûn” bi rêya veguhertina înterasiyonîzmê xwe ve vediguherîne û tê guhertin.

Buckingham (1993) jî, di derbara sosyalmedyayê de lêkolîn çêkir. Li gorî dîtina wî sosyalmedya bandora xwe li ser dersxaneyên mamosteyan jî dike.

Charles Darwîn bawer kir ku mirov beşek ji cîhana heywanan (ajel) e û mîna cureyên din pêşveçû ye. Li gorî Darwîn mirovên ku ji guherinê re vekirî bin, ew dimînin, tevdigerin û dijîn. Yanî yên ku xwe neguherînin dimirin, bisernakevin, wenda dibin.

Fîlozof Julian Huxley (1957) dibêje: “mirovê/a niha dimîne, lê ji cewhera xwe mirovahîya nû vedigire…” Li gorî wî, mirovên dema niha reben, belengaz in û divê ew ji kirasên xwe derbikevin.

Profesor Dr.Anders Sandberg teza doktorîya xwe ya komputernasîyê li Universiteta Stockholmê wergirt û niha li “Unîversîta”Oxford”ê kar dike. Ew jî behsa jîyaneke baştirîn dike û li gorî gengaz e. Êdî mirovahî kesên nezan, cahîl û ehmeqên siyasî naxwaze. Divê em giranîya xwe dide ser teknolojîya nû jîyaneka xweş.

  1. Xebatên zanistî yên li ser Kurdan

Zanista ku di lêkolînê de hat pêşkêş kirin bû sedem ku kurd bi hebûna xwe hesîyan. Em hemû kesên lêkolîner bi xebatên zanistî yênAleksandr JABA,Maurizio GARZONΠû Vladimir Fjodorovitj MÎNORSKΠû Basil NÎKÎTÎN serbilind in.

Em çawan rastiyê têdigihîjin? Ji hindavê re dibêjin

Em çawan dikarin derbarê vê mijarê de bizanibin?

Rastî kuderê heye?

Prof. Qanatê KURDO (1990: 8) girîngîya “Kurdnasên Rûsan L. Zahurskî, S. A Eriazarov û A. Jaba dinivîse û dibêj: “Zimanê kurdî zimanekî serbixwe îspat dikin.” Ev karê rewşenbîran e.

Minorsky, V. (1992). A. Socın, 1890; A. Von Le Coq; Alexsandr Jaba, 1860, Chyet, 1991; Hugo MAKAS, 1926; Î. N. BEREZÎN, 1842; Marr 1894; Prym 1887; Roger Lescot, 1942; Margarîta RÛDÊNKO; V. PARSAMYAN; Musaelyan J. S., 1978; Basil NÎKÎTÎN; Lorenzo Hervas PANDURO, 1735 – 1809; Prof. Dr. Salomon EGAIAZAROV di sala 1891ê de xebatên wî yên etnografîk li Erêvanê hatin weşandin.

5. Rola Neteweyên Yekbûyî û Yekitîya Ewropayê

Neteweyên Yekbûyî bijartiye ku ji xwe ji nakokîyên girêdayî serxwebûna dewleta Kurdistanê dûr bigire. Lê NY bi mafên kurdan li Tirkiyê diparêze û ji bo baştirkirina rewşa kurdan û kêmneteweyên Tirkiyê dixebıte. NY ji bo ewlekariya kurdan li bakurê Iraqê jî dixebite. Tiştê herî bala min dikişîne ev e ku di NY de nûnêrê/nûnêra kurdan tune ye, lê yê/ya filîstînê heye.

Divê Kurdistan û hebûna kurdan nas bike. YE, NY û hemû cîhan dikarin ji ya ‘iro zêdetir piştgirïya kurdan bikin.Kurd di sosyalmedyayê de Kurdistana Mezin avadikin. Lê pêşniyara min ev e li her beşeka Kurdistanê ji hundir Yekitiyeka Neteweyî pêk were û li her beşeka Kurdıstanê 2 nûnêr (jinek û mêrek) bên hilbijartin ji bo NY. Gava ku li her çar beşên Kurdistanê nûnêrên partîyên kurd hatin hilbijartin, hingê dikarin bi biryareka hevbeş nûnêrekî/ê ji bo NY pêşnîyar bikin û yek bibe nûnêrê/nûnêra hemû beşên Kurdistanê li NY.

Çawa dibe ku Kurdistana Iraqê otonomî bi dest xist, lê kurdên li Tirkiyê

biserneketin? Sedem dikare çi be? ”Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe”

Piştî bidawîhatina Şerê Kendavê di sala 1991ê de, Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên wê ji bo parastina kurdên başur “herêmeka ewle” avakirin û li vê herêmê firîna balafiran hat qedexekirin. Navê herêma azad bû ”Herêma Kurdistanê”. Kurdistan ji sala 1992an ve bû herêmeke serbixwe û li herêmê pêşketinên nû çêbûne. Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, Amerîka û hêzên peymana navdewletî, herêmeka serbixwe û azad avakirin.

kurd gihîştine mafên xwe yên neteweyî. Partîyên siyasî behsa “Kongreya Neteweyî” dikin, berî wê pêwîste li her beşeka Kurdistanê Yekitiyeka Neteweyî pêk were û 2 nûnêr (jinek û mêrek) bên hilbijartin ji bo komîteya hevbeş ya hemû beşan. Gava ku li her çar beşên Kurdistanê nûnêrên partîyên kurd hatin hilbijartin, hingê ew dikarin biryareka hevbeş bidin ji bo “Konferensa Neteweyî” û dûvre dikarin biryara Kongreya Neteweyî li Konferensê werbigirin.

Feylesof Êmile Durkheîm takekesan bi civakê re girêdide û ew civakê mîna organîzê dibîne. Divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitiya neteweyî. Li gorî Durkheîm, hemû takekesên civakê bi hev ve girêdayî ne mîna organîzmê ((Maruf Yilmaz, 2017).

5.2. Kongreya Yekitîya Neteweyî an Konferensa Yekitîya Neteweyî pêşîn li her beşeka Kurdistanê ji hundir Yekitiyeka Neteweyî pêk were?

Di roja 24ê gulana sala 1999an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk hat, lê îdeolojîk û yekalî bû ji alîyê metod ve jî çewt bû. Di pişt kongreyê de PKK hebû. Divê berî vê kongreyê Yekitîya Neteweyî li her beşeka Kurdistanê pêk were. Jixwe li ba PKK´ê hizra Yekitiya Neteweyî tune ye. Çima “Kongeya Neteweyî” li dar xist, sedem dikare çi be? Li Başur divê YNK û PDK´ê lihev bikin, lê ew jî lihev nakin. Rewşa Roavayê Kurdistanê hê xerabtir e. Kurd mîna qereçîyên Hindistanê li hev hatine xezebê.

Divê di civakên kurdan de formên maqûltir şûna yên ne maqûl bigirin. Li gorî min, divê kurd siyaseta xwe biguherînin ji bo ku ew bikaribin jîyaneka baştir bijîn. Di bîyolojîyê de guhertin rastî ye. Ramana mirovî heye. Lê bi rastî raman çi ne? Di mêjîyê me de çawan tên afirandin? Ma ramana giştî ya kurdan heye an mijareka taybet û îdeolojîk e? Ma ramana mirov li herderê yek e an di forma ramanê de cûdahîyên çandî hene? Em berpirsyariya ramanên xwe dikin.

Yek ji armanca min şadî, dilşadî, aramî û jîyaneka xweş e. Hawîrdora me ya îdeolojîk çi bandorê li ramanên me dike? Hûn dikarin kîjan faktora herî mezin derbixînin holê ku ew faktor bandorê li ramana we dike? Bi dîtina min, divê kurd ji bo xwe bin û dûvre ew ji bo hawîrdora xwe bin. Divê Kurd ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê hewl nedin. Divê her kes bizane ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax û dewletê ye. Niha nîzama navneteweyî dij-kurd e ji ber mentalîta kurd, divê kurd xwe biguherînin. Serxwebûn Kurdistanê ji bo her kurdekî girîng e. Divê kurdên xas ji blî serxwebûna Kurdistanê tiştekî nihizrin. Divê sînoreka Kurdistanê hebe û kurd wê biparêzin. Li gorî min serxwebûna Kurdistanê girîng e. Noam Chomsky serbixwebûna Kurdistanê pêwîst dibîne.

Divê prensîba bingehîn ya kurdan daxwaza axê be, ji ber vê daxwazê li herêma Kurdistanê darbeyeka hundir û derveyî çêbû û ev darbe bû sedem ku Kerkûk û hin bajarokên Kurdistanê ketin bin destên hukumeta Iraqê. Li dijî darbeya hundir û derveyî kurdan stûyê xwe xwar û rêya dîyalogê hilbijartin. Gelo sedem dikare çi be? Em çawan dikarin di vê derbarê de zanyarîyên pêbawer bidest bixin?

Min zilm û zordarîya partîyên Bakur dît. Hawayê hizrandina mirovan dikare zilma herî dijwar biafirîne. Zilm tenê sîstemê nayê. Li Swêdê min dest bi jyjaneka nû kir û min xwe ji siyasetê dûr xist. Ev dûrbûn ji bo min bû destpêka jîyaneka baştirîn. Dewlet ji hev cuda ne. Di dewleta Swêdê de hebûnên aqilane hene û her tişt ji bo jîyaneka baştirîn e. Dewleta Swêdê ji bo kal/pîr, seqet, sêwî û kesên bêkar bihuşt e. Herwisan ji bo xwendekaran jî bihuşt e. Ez jı kurdên Bakur im, li Swêdê jîyaneka baştirîn dijîm.

Pirsgirêka Kurd bi kîjan statuyê çawa çareser dibe?

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke dîrokî ye ku eslê wê di dîroka kevnar de heye.

Kurdên Bakur ”Xweseriya herêmî” ya Ewropî dixwazin, lê dewleta Kurdan tune ye. Gava ku ”Dewleta Kurdî” avabibe, hingê dikarin xweserîyê ji bo herêman, bajarên kêmneteweyan an şarehdarîyên xweser bixwazin. Lê ji bo tevahîya xelqê kurd dewletek pêwîst e. Dewleta Swêdê dikare bibe mînak ji bo tevahîya Kurdistanê. Rola dewleta Swêdê ji bo hemû kêmneteweyan û azadiya takekesî girîng e. Devleteka serxwebûn an federasyonek ji bo kurdan pêwîst e.

6. Sokrates, Platon

Yê ku diaxive Sokrates e û ez guhdarîya wî dikim. Bi daxwaza dexes û çavnebaran dadgeha Antîka Yewnanî cezayê mirinê (îdam) dide Sokrates. Ji hemû pirsan ya herî girîng, Sokrates me hînî jiyana xwe dike û ji bo ramana ber mirinê diçe, pişta xwe natewîne û stûyê xwe xwar nake. Sokrates dibêje: “Xwe nas bike!” Sokrates xwedî teorîyek, ramanek bû, ku her mirovek dixwaze baş be. Heke kesek bi rastî xwe nas bike, ew dê ji bo çêtirîn û baştirîna xwe, xwe biguhere ji ber ku herkes dixwaze baş be.

Pêdiviya kurdan bi zanînê heye. Lê her tiştê ku hin kurd dihizrin (difikirin), dizanin ne zanîn e. Divê kurd bi durustî kêmasiyên zanîna xwe vebibêjin. Divê kurd xwedî parastineke exlaqî bin hem zanîna xwe û hem jî nezaniya xwe cidî bigirin. Divê kurd xwe nas bikin. Kurdo/kurdê xwe nas bike.

Ma hûn dihizrin (difikirin) ku Sokrates rast bû? Em hemû mirov baş in? Mirovê baş çawa ye? Ma tu bixwe mirovekî baş î? Bi ya min pirsgirêk ne mirovên xerab in, bêdengiya mirovên qenc e. Bi rastî mentalîta partîyên Bakur dişûbe PKK û dewleta tirk. Li gorî armanca felsefeya Epikuros jiyaneka bextewar, aram, bê êş û tirs baştirîn e û tenê jîyaneka wisan mirovahîyê diafirîne. Lêkolînek heye ku nîşan dide ku em di rojekê de li ser 65000 ramanan dihizrin (difikirin), ji wan 60 ramanên ku me rojek berê hizrin. Ez xwe mînak bidim: ez 30 berê ji partîyeka Bakur veqetîyam, lê ew partî hê dujminatîya min dike. Heke hêza wê hebe dê min li Paytexta Swêdê li Stockholmê min bi darve bike angu min bikuje. Bi rastî vir, derew û zilma li min kirîye, dewleta Tirk jî li min nekirîye. Ez bi gotina Platon re me, mirovên hov û ehmeq pir in û tenê mirovên baş dikarin bi dewleteka baş avabikin bêyî ew zirarê bidin kesên din. Li gorî min, mirov pêvajo ye. Mirovên nîjadên cûda ji formên ”jêr”, ”nizm” ber bi formên ”jor” an ”bilindtir” ve hebûna xwe didomînin û ew tiştên nû fêr dibin ji bo jîyaneka baştirîn e. Ez ji we re dipeyivim ka hûn çawan dikarin çêtirîn jiyana xwe bijîn. Ez dibêjim, ji xwedayan netirsin û ji mirinê netirsin. Xwedê xweza ye û ew cewhera tiştan e. Xwezayî Xwedêyê dinyayê ye. Xweza li dûnyayê desthillatdar e.

Ramana pêşkeftinê, têgihîştina ku di pêvajoya dîrokê de dikare baştir bibe, cihê şadîyê ye. Lê ez dizanim ku takekes an ferdên neteweya kurd ji hev cuda ne, hin zû xwe diguherin, tiştên nû fêr dibin û hin jî dereng xwe diguherin. Daxwaza aştiyane ya Feylesof Immanuel Kant di dilê min de ye. Kant di derbarê aştiya herheyî (heta bi heta, bê dawî) de rast e, sê şertên wî yên ji bo pêkanîna aşitiyê hene:

  1. Makezagona hevpar.
  1. Qedexekirina şîdetê/şer.
  2. Pevguherîna azad ya di navbera takekesan de.

Kant di derbara destwerdan û aştiya herheyî de dinivîsîne û dibêje: ”Divê tu dewlet bi zorê mudaxeleyî makezagon û hikûmeta dewleteke din neke…”

Feylesof dikarin dewletê avabikin. Yên ku dewletê birêve dibin feylesof in. Feylesof di temeneka mezin de tên xuyakirin ku ew wekî biryarderên dewletê tevbigerin. Di pêncî salîya xwe de dihizre ku feylesofên yûnanî dewletê birêve dibin û ji bo ku rewşa dewletê baştir bikin. Platon ji demokrasîya “Tîmokrasî” hez dikir. Li gorî wî peyva ”tîmokrasî”, bi qedir û rûmet e. Ji ber ku tenê feylesof biryardarên dewletê ne ji ber ku ew zanatir, jîrtir û baştir in.

Ramana bingehîn di dewletê de ew e ku tiştê rast bên kirin. Ew tê wê wateyê ku dewlet ji her kes tiştê ku ew çêtirîn dike, divê bike. Ya ku di hizra mirovî/ê de bandor dike, tenê raman e. Li gorî Platon civak li ser hewcedariyên mirovahiyê tê avakirin, hewldana mirov jî divê edalet be. Demokrasî ji hêla Platon ve nehatibû pejirandin. Di cîhanbînîya Platon de hizra cîhana ramanan xwedî roleka navend e. Li gorî Platon, cîhana hestan ango cîhana ku mirov bi hestên xwe têbigihêje, tenê sîwanek an kopîyeka zirav ya cîhana ramanan e. Lê Sokrates bi giştî li dewletê îdia dike ku sîstema perwerdeya bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêkan e…

Hizrên Platon yên li dewletê ku hemû mirov ne xwedîyê nirxeka wekhev in ji ber vê yekê yên dewletê birêve bibin, divê feylesof û zanyar bin. Li gorî min jî hemû mirov ne xwedîyê nirxeka wekhev in û hemû mirov bi exlaqî nahizrin. Nimûne: Emîn ÎSa Amin ku ji alîyê PYD/PYNK´ê ve ji bo ramana xwe hate kuştin û kurdên ku ji alîyê PKK, dewleta tirk û Daesh (dewleta îslamî/ÎS) ve tên kuştin, mînak in. Îro em dibînin kurdên ehmeq li pêş in û ew di Medyaya Kurdî de jî li pêş in. Feylesofek nikare yekî bikuje û nakuje jî (heke psîkolojîk ne nexweş be). Di pêşeroja me de biryardarên dewleteka transhumanîstîyê (piştî postmodernîzmê) dibe ku feylesof bin. Min di derbara nasnameya transhuman de doktoraya fexrî (rûmetê) wer girt, qiymeya wê li ba min sifir e ji ber ku ez xwe tim xwendekarê pirtûkên cûda dibînim. Nasnameya transhumanîst piştî postmodernîzmê tê.

Pêkanîna demokrasîyê pêvajoyeka dirêj e. Derîyê demokrasîyê xwendin û zanîna çandên cûda ye. Lê mirovên herî ehmeq û reben li welatên paşketî behsa demokrasîyê dikin, lê ez têgihîştim ku ez nikarim bi partîyên Bakur re bixebitim. Lê ez bixwe heme û ji bo Bakur dixebitim. Ez dibînin ku Partîyên Bakur di bernameyên xwe ne zelal in. Çi dixwazin ne diyar e. Zelalbûn tê çi wateyê? Di derbara serxwebûn, federasyon, mafê çarenûsî û komfederasyonê de PSK, PAK, PDK/PDK-T/KKP û partîyên heyî… çi dihizrin? Ez bixwe ji bilî serxwebûna Kurdistanê nikarim tiştekî din bihizrim. Tevgera her serokekî partîyekê bi raman, çand, zanî û hestên wî/wê ve girêdayî ye.

Divê partîyên Bakur xwe û siyasetên xwe yên salên 1970 û 1980î biguhirînin da ku bikaribin bi demê re bimeşin. Nêrînên nû yên di derbara mafên takekesî û azadîya ramanê de dibin sedema pêşketina zanistî û nirxên nû yên exlaqî.

Divê pêşniyarên me ji bo rastî, zanîn û bawerî bin. Bi dîtina min zilm û zordarî tenê sîstema dewleta tirk nayê, hawayê hizrandina mirovan kurdan jî dikare zilmê biafirîne. Siyaseta niha ya bakur kîn û nefret e ji lewre dikare zilmê biafirîne. Em nikarin bigihîjin zanîna tevahî ya Tevgêra Kurd li Bakurê Kurdistanê.

Pirsgirêka exlaqî bi rastî çi ye?

Exlaq çi ye? Etîk çi ye?

Divê em çawan tevbigerin?

Divê em çawan bijîn?

Çi rast e an çi çewt e?

Arîstoteles siyaset wekî lêgerîna hevpar ya ji bo “jiyaneka baş” binav dike. Her rojeka nû derfeteka nû ye ku em jîyana xwe biguherînin.

Jiyana min wek pirtûkekê ye. Jiyan wek pirtûkekê ye, ez nikarim rûpelên ku min berê nivîsîne, wan biguherim, rastir bikim lê dikarim dest bi nivîsîna pirtûkeka nû bikim û wê baştir binivîsînim. Dibe ku rastî tal be, lê encamên wê şîrîn in. Derew şêrîn xuya dike, lê di xwezayê de jehr e. Ez ji mirovên rastîn pir hez dikim. Kesên ku dihizrin, tiştên ku ew dibêjin ne derewîn in.

Jiyaneka baş heman jiyaneka bextewar e ku têgîna bingehîn ya Arîstoteles e. Qencîya herî bilind ew e ku her kes têdikoşe ji bo jîyaneka baştir. Jiyanek ew e ku tê wê wateyê bêhtir azadî ku mirov bi xwe li ser wextê xwe biryar dide da ku mirov fersendê bide tiştê ku mirov dixwaze û jê hez dike. Bi dîtina min, peyva dewletê tê wateya herêmeka axê, ku lijneyek hevpar lê heye, wek welatê Swêd ji aliyê parlamento û hikûmeta me ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê Swêd hem welatek e hem jî dewletek e. Erka dewleta Swêdî baştirkirîna îmkanên mirovan e û karê wê parastina tevahîya gel e.

7. KURTE (KURTENAVEROK)

Dewlet avahîya tevahîya civakê ye. Divê dewlet ji gel pê ve ne tiştekî din be. Dewlet tevahîya gel e. Dewleta Swêdê gel bixwe ye. Em ji Swêdê sûd werbigirim. Lê dewleta welatekî terrorîst dikare bibe dojehekê ji bo gel/xelqê, lê dikare bibe bihuşta civaka xwe jî.

Ji Bakurê Kurdistanê re siyaseteka nû, ramaneka nû, zanista siyasî û çandeka nû pêwîst e.

Li gorî min, divê kurd mentalîta xwe û siyaseta xwe biguherînin ji bo ku ew bikaribin jîyaneka baştir bibînin û bijîn. Ji bo kurdan jiyaneka bextewar, aram, bê êş û tirs pêwîst e û tenê jîyaneka wisan mirovahîyê diafirîne.

Maruf YILMAZ: Ez ji kurdên Bakur ên ku dujminê min hez dikim, ji ber ku nefret/kîn qet bi nefretê naqede, lê ew bi dilovanîyê diqede, ew qanûna herheyî (bêdawî) ye. Lê ez ji kurdên Bakur re dibêjim, ez ji dujminên xwe hez bikim, ez ji bo xerabî û zordarîya hin kurdên Bakur, çi ehmeq in, dua bikim. Etîk û moral ew e ku em çawan li hember hev bin. Adet û kevneşopîyên cihêreng, nirxên me diafirînin, em jî bi çanda ku em têde mezin bûne û em dibin kopîya wê. Êdî kîn/nefret bes e. Lê min stûyê xwe xwar nekir.

1. Divê kurd pêşîn ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê hewl nedin, tenê ji bo xwe, malbata xwe û welatê hewl bidin û dûvre ji bo hawîrdora xwe jî.

2. Pêwîst e her kes bizane ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax û dewletê ye.

3. Serxwebûna Kurdistanê ji bo axa 40 – 50 mîlyon kurdan girîng e.

4. Divê nûnerekî/nûnêreka Kurd li Neteweyên Yekbûyî de hebe.

4. Divê sînoreka Kurdistanê hebe.

Encama dawîn

Neteweya Kurd xwedî çandeka hevbeş, geopolîtîkeka hevbeş, oleka kevnare, dîrokeka kevnare û zimanekî hevbeş e. Ji ber vê yekê divê kurd pêşîn ji bo serxwebûna Kurdistanê hewl bidin û dûvre ji bo demokratîkkirina Tirkiye û welatên din… Her kurdek bizane ku pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêka ax, çand û dewletê ye. YN, YE û welatên bihêz li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, lê ji ber siyaset û mentalîteta kurd e. Divê sînoreka Kurdistanê hebe. Serxwebûn an federasyon…Federasyon bûyereke sînor e.

Çavkanî û referens

D.N. Freud, Sigmund (2007). Föreläsningar-Orientering psykoanalysen. Stockholm: Natur och kultur.

Heidegger, Martin (1987). Konstverkets ursrung. Göteborg. Daidalos

Björklund, Mats (2005). Evolutionsbiologi. Studentlitteratur.

Hansell, R. Gregory & Grassie, William (2011). Transhumanism.

Kurdo, Qanatê (1990)., Prof. Gramera Zimanê kurdî. Stockholm: Roja Nû

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.

Nikitin, B. (1986). Kürtler. Berlin: Wesanén Özgürluk Yolu.

Nozick, Robert (2001). Anarki, stat och utop,Stockholm: Timbro.

Rawls, John.(1999: 205-209). Theory of Justice, uppl., Oxford: University Press.

Sheikmous, Omar & Wernefeldt, M. (1999). “Etnisk väckelse bland kurder”: Lärarhögsklolan.

Yilmaz, Maruf (2017). Serkeftin û Serbilindîya Romana Kurdî. Ankara: Ar Yayınları

Yilmaz, Maruf (2005). Modersmålsundervisning: Lärarhögskolan i Stockholm

Yilmaz, Maruf (2015). Hur blev jag den jag ar? Södertörns högskola/Södertörn universitet

Tênîbî:

Hemû çavkanî û referens nehatin nivîsan.

kopîyakirin qedexe ye.

26. 03.2022, Stockholm

[email protected]

Önceki ve Sonraki Yazılar