Devkî PAK û du guhên rind

Devkî PAK û du guhên rind

Dibê sîng û dilê xwe ji rexna re veke, bi tolerans û hilmefire bin. Lê rikitiya xwe, prensîbên xwe yê siyasî ji destên xwe bernedin. Dayinûstendina di salonan de, dê bibe dibistana perwerdeyan nûjenîyê, toleransê, têgihiştinê û sebrê.

A+A-

Li welatên demî, modern û pêşketî de, derfetan didin ew zarokên diçin bexçeyê zarokan daku zarok hestên xwe, bi şêwakî azad bînin ziman, hestên xwe nîşan bidin, bê ku wan di dilên xwe de veşerin, weke: Tirs, hêrs, şerm, poşmanî, xemgînî, şanazî, dilgeşî, spasdarî û hwd.

Derfetan didin, rê û rêgeyan nîşanî zarokên piçkî mezintir dikin daku zarok dîtin û nerînên xwe bi azadî bînin ziman. Rastiya ew dibînin, ew xwedî çi ramanên be, wan bi mezinan re payê bikin, bê ku xwe di bin giraniyakê de bibînin.

Dema êdî ji hêla temen de distewin, ew wek kes xwe mafdar dibînin nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin, kêm yan jî çewtitiyên ew dibînin, rexnên xwe bikar bînin, bê ku bifikirin, hinekê ji wan re bêjin: "Ev çi perwerde ye! Hûn li bejna xwe mêzekin! Mezinên we li vir in! Kê îzin daye we? Ez dewlet im, ez mamoste me, ez bav im, ez mam im!..." û hwd.

Ne pêwist e, li ser girîngeya nerîna azad û rexneyên ji bo rêk û pêkiyê, rawestim; ev ne babeta niha ku di derheqa wê de dinivîsînim. Bi kurt û kurmancî, civata me û mistewa pêşketina me ji ya civat û welatên di banî de min bahsa wan kir, dûr e.

Mezinên êlê, nahêlin kesên êlê bi azadî ramanên xwe bêjin, mezinên malbatê nahêlin piçûkên malbatê ramanên xwe bi azadî bînin ziman, mêr îznê nadin jinan, mamoste îznê nadin zarokan, deshildar nahêlin gel, ol (dîn) icaze nade û dewleta dagirker nahêlin kurd û kurdistanî bi azadî biramin, xwe îfade bikin, pêşniyar û rexnên xwe pêşkêş bikin. Civata kurd û Kurdistanî civateke wisa ye. Siyasetmedar, rêber û dezgahên me, berên vê civatê ne.

PAK, wek dezgahekî nû, herçiqas xwe berdewama dîroka siyasî ya Kurdistanê dibîne jî, dibê xwe di perwerdeyeke nû, demî, modern û pêşketî re bibihurîne, formek nûjen bide xwe û mekanîzmên kêrhatî bikarbîne. Pêwistiya van hemû tişt û pevajoyan bi demê re, bi sebirê re, bi rikê re hene. Ew tevgera xwedî îdîaya nûjeniyê be, dibê ne bes, xwe nûjen bike, dibê têbikoşe daku bi xwe re civata xwe jî nûjen bike.

Ji bo vê yekê, bi bîr û baweriya min PAK dibê niha destpêneke daku derkeve qada kolanan; di salonan de demek din jî bimîne, xwe bi heval, dost û hogirên xwe re perwerde bike, forma xwe û felsefa xwe ya siyasetê zelaltir bike, dêkiliyên di nava xwe de zexm û hêztir bike, piştî van prosesan, dakevin qada kolanan, têkeve nava girseyan...

PAK devekî wê heye û du guhên wê hene. Ji bo PAK xwe û derûdoran xwe perwerde bike, forma xwe zelal û nerînên xwe tekûz, xwe wek dezgah bihêz bike, dibê carekê biaxive, bipeyive û du caran li derûdora xwe guhdar bike.

Rêber û qadrên PAKê dibê di salonan, konferansan, semîneran, kahwan de li Kurdistanîyan, bi du guhan gohdar bikin û carekê ya xwe bêjin.

Dibê sîng û dilê xwe ji rexna re veke, bi tolerans û hilmefire bin. Lê rikitiya xwe, prensîbên xwe yê siyasî ji destên xwe bernedin. Dayinûstendina di salonan de, dê bibe dibistana perwerdeyan nûjenîyê, toleransê, têgihiştinê û sebrê.

Rîhsipîyên PAKê hene, li xort û ciwanên wê kêm in; peyên wê hene lê jin û keçên wê kêm in! Xebata demdirêj û bi sebir a perwerdeya siyasî, metodên nûjen, têgihiştina zelal, prensîbên bi rik û teoriya bi praktîkê re lihevkirî, dê ew kêm hijmara jin û cuwan ser rast bike.

Salon qada gavên mezin in. Ku ji bo gavên mezin PAK ne xwedî nerînên zelal, tekûz be, ne bi hêz be, ne xwedî qadrên bi rik be, ne bi tolerans be, ne deshildarên perspektîvên demdirêj be dê nikanibe deriyakî nû yê siyasetê, li qada bakurê Kurdistanê veke.

Ji bo bighêjin gelê xwe, ji hest û xwestinên gelê xwe dûr nekevin û rêberiya siyasetê bike, du caran bi du guhan li kesên gelê xwe gohdar bikin, carekê bi devekî ya xwe bêjin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin