Derew, ker û bîrdoziya bêdewletî

Derew, ker û bîrdoziya bêdewletî

Zeynel Abidîn

A+A-

Kesek ji kesek din re behsa nerindbûna dewletê kiriye; jiyana xwezayî, bêzevacî, bê milk, bê jinûmêr, bêzarok û malbat... filan bêvan...

- Bira, niha tu dibêjî dewleta mirov hebe mirov dibe kole ma ne?

- Rast e ez eynen wisa dibêjim.

- Baş e, dewleta tirk û ereb û faris hene û ma em ne koleyên wan in niha?

- Tu rast dibêjî, lê em li hemberî wan berxwedan dikin heval.

- Bira, ez dibêjim madem koletî ye, ka em bibin koleyên dewleta xwe baştir nîn e? Ka te got çer hebe em dij dewletê wê çaxê dîsa dikarin tekoşîn bidin?

- Heval mêzeke, ev gotina te bêmantiqî ye, çima hejmara dewletan bikî pênc, yek jî çima ew dewleta ku tu dê hilweşînî ava dikî?

- Ha bira, yanê tu dibêjî hema di van çend salan de ev dewletên dagirkeran giştî  hilweşin û di dêlva wan de çi dewleteke din ava nebin?

- Heval her bijî, eynî wisa dibêjim, yanê ew qas ked û şer, ew qas şehîd û paşê dîsa dewleteke wek dagirkeran?

- Bira yanê tu dibêjî ferqa dewleta me û yên dagirkeran tune ye?

- Tune heval tune, hemî jî zorbe ne, hemî jî yên zengînan in û hemî jî zordarî li ser gel dikin, bi taybet jin...

- Bira, tiştekî pirsiyar bikim dibe?

- Kerem bike heval?

- Bila niha ev camêrê li hember were ji te re bêje, ya heval, bavê te jî li jinan heqaret dike û ez jî, çer hebe ferq nake, ca ji kerema xwe salek jî ez bibim mêrê dayka te? Tu qebûl dikî?

- Bila ev çawa pirsiyar e, gotina xwe paşve bigre û lêborîna xwe bixweze, ev çi nizmî ye heval?

- Na na heval te xelet fêm kir, ev bîrdoziya we ji aliyê felsefe de pir giran e û caran ez qet tiştekî fêm nakim, jiber vê wekî zarokekî dimînim li hemberî te, ji bo ku vê yekê fêm bikim min wisa pirsiyar kir, çima hêrs dibî birayê ezîz?

- Temam, min fêm kir, em vegerin gengeşiya xwe, pardon perwerdeya xwe, jiber ku ez niha te perwerde dikim... Te dikim însan...

(Bira di hundirê xwe de dikene û dibêje, welle lawo tu dê niha min ji însanetî derxînî ka em mêze bikin çi wext?)

- Bira yanê tu dibêjî milk jî ne tiştekî rind e, ew jî mirov dike kole?

- Erê bi Xwedê eynî wisa ye heval. Koletiya milkê pir xirab e.

- Baş e bira, yanê tu dibêjî, jiber ku dewlet nîn e, milk jî nîn e, êdî ne hewce ye em bizevicin ma ne?

- Rast e heval, zevac çi ye ku, bes îmzeyekê ye. Mirov divê ked bide, şer bike, heta di rêya armanca xwe de bimre ku zevacê heq bike.

- Baş e bira, niha tu dibêjî, madem zevac nîn e, êdî hewce nake ku zarokên me çêbin? Ma ne?

- Ya heval min dizanîbû tu hevalekî jîr î, hîn ez qet tiştekî nebêjim, tu hemiyan fêm dikî, herhal te hemî "çözumleme" xitim kirine. Her bijî heval...

- Bira yanê tu niha dibêjî madem ku zevac, milk û zarok, jin û mêrtî tune ye, êdî malbat, binemalbat û eşîr jî dê nemînin, ma ne?

- Rast e heval, binemalbat û eşîr çi ye, jixwe hemî di dîrokê de rola xiyanetkariyê pêk anîne.

- Bira yanê tu dibêjî qet sînorên nû jî hewce nakin, yanê ew çi ye Başûr, Bakûr, Rojava (pardon Kuzey Suriya) û Rojhilat, hewce nake ku em sînorên Kurdistanê bikin yek û dewleteke serbixwe ava bikin.

- Rast e heval ez wisa dibêjim, jixwe ev çend sed sal in em ji kê dikişînin, tirkî û ereb û ecem, baş e dewletên wan çi ne, dewletên netewî... Baş e dewletên wan yên netewî çendî zirar daye me û wan, bifikire îjar tu dê dewleteke din ya Kurd dewlete netewî ava bikî û bikî belayê serê xwe û dunyayê... Na heval na qet hewce nake... Dewleta netewî faşîst e, mêr-desthilatdar e û dijminê xwezayê ye. Em netewa demokratîk, û jiyana ekolojîk û civaka bê desthilatdariya mêr diparêzin...

- Bira qet dilê xwe ji min negre, ez dixwezim tiştekî bêjim, a niha ev tiştên ku tu dibêjî, yanê tu jidil dibêjî?

- Erê heval, ma ez henek dikim, ew îdeolojiya serokatiya me ye heval...

- Baş e, heval yanê tu dikarî bêjî "ez bixwe jî jiyaneke wisa dixwezim û dikarim bijîm?"

- Belê heval, tu jî ecêb î, eger ez nekaribim bijîm çawa ji te re bêjim?

- Bêdewlet?

- Belê!

- Bê milk?

- Belê?

- Bê jin?

- Belê

- Bê mêr?

- Belê heval çima dirêj dikî?

- Bê malbat?

- Belê heval

- Bê zarok?

- Belê me got...

- Heval!

- Kerem bike heval?

- Ker di jina virekan e?

Heval hêrs dibe, xwe dirêjî bira dike, beheciye... Wisa bi hêrs dikeve ku ew maye hevûdu bikûjin. Milet dikeve navçîtiyê, heval û bira ji hev vediqetin, heval diqêre;

- Lawo bênamûs tu çawa wisa xeberan didî?

- Lawo ma min negot virekan... Yan tu derewan dikî û pê miletê xwe dixapînî û dikî koleyên dagirkeran? Tu çima bi kîrê kerê tûre dibî lawo? Ev sîstema ku tu dibêjî, ji xwe wê di te de jin û zarok û malbat nehêle, ma ji kerê feqîr çi dixwezî?

Paşê bira yek bi yek axiftinên xwe û wî hevalî dubare dike û paşê mîna Arşîmed direve û diqêre: "Min dît, min fêm ki,r!!!"

- Ev bîrdoziya bêdewletî ya ku evana behis dikin, belê belê min teze ev fêm kir... Ew rast dibêjin. Mirov gava dimire bi rastî jî wekî ku hevalan dibêjin, nav, dewlet, milet, malbat, pere, milk, jin û zarok û mêr, welhasilî hemî hebûnên mirov yên vê dunyayê êdî tevayî bênirx in.... yanê nîn in... Lê yên dijîn... Belê evana hatine bi erk kirin ku divê wisa bikin, Kurdên mayî jî wek mirî bin...

Belê, ji bo ku dewleta Kurd nebe, fêylesofên hemî dunyayê jî bihatana cem hev çareseriyeke wisa kin û saxlem nedidîtin...  Bi cismî û giyanî bidawîanîna miletê Kurd bi tenê bi vê derewa dij miletê xwe, axatiya kerê û bîrdoziya bêdewletî bi derfet e.

Bimre dagirkerî û xiyanet

Bijî Dewleta Kurd

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin