Derbarê Şaredariya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê Şaredariya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin

.

A+A-

 Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi hinceta ku kesên pêwendiyên wan bi “rêxistinên terorê” re bo kar hatine wergirtin, derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de lêpirsîn da destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li ser hesaba xwe ya sosyal medyayê ragihand, “Ji kesên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, saziyên ser bi wê û kompanyayên wê dest bi kar kirine, bi hinceta pêwendiya 455 PKK/KCK, 80 DHKP-C, 20 MLKP, 2 MKP û hinek jî FETO û rêxistinên terorê yên din re hene gilî hatine kirin û li ser tiştên hatine tespîtkirin, bi armanca lêpirsîneke bi hûrgilî ji aliyê wezareta me ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de îdia kir, hinek kes ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi referansa Komeleya Alîkarî û Hevkariya Zanyarên Olî (DIAYDER) bo kar hatine wergirtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê got: “Herwiha îdia û tespîtên ku Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê derbarê wergirtina hinek kesan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bi referansa DIAYDERê tespît kirine û di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de cî girtine di çarçpveya lêpirsîna taybet de ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin