Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd!

A+A-

Ev şeş sale ku Başûrê rojavayê Kurdistan wek „herêmek defakto“ di destê PYD/YPG û hêzên pêve girêdayî de ye. Ticarî van hêz û rêveberên ku vêherêma „defakto“  di destê xwe de girtine, bi çavê beşek ji axa Kurdistan li vê xaka Kurdistan mêze nekirine û li ser esasên netewî, projeyek Kurd û Kurdistanî nedan berxwe û neparastine. Ji A. Ocalan bigire heta PKK, PYD, Tev-Dem, YPG, bi zimanekî eşkere gotine; „Dewlet ne hewceye ji kurdan re, em ê rojhilata navîn demokratîk bikin, wê Kurd jî di bin sîya demokratîkkirina me de bijîn. Em doza gelan dimeşînin. Armanca me ne tenê kurd in!“(!)

 

Metodên totalîter bikaranîn û sistemek ku hêvî jê nayê der,dan berxwe. Ji berpirsiyarîya hêzek netewî dûr, wek hêzek maceraperest ev beş kirin qurbana îdeolojîya xwe û şerê wekaletê. Derfetên ku derketin ber wan binpêkirin.

Ji proja „kantonan“, derbasî proja „biratîyagelan“ bûn û ji wir jî demek bahsa „Federasyona Bakurê Sûrîye“ kirin. Ji vir jî bi paşde gav avêtin û gotin „BakurêSûrîye“(!) Ev stratejî ji binî de projeyên dewleta Sûrîye û înkar kirina mafê rewayê miletê Kurd bû.

 

Li ser navê „şoreşa Rojava“, naverokek vingî vala ji kurdan re derket ber me.  „Şoreşa Rojava“ mefhûmek bê wate û manîpîlasyonek rêxistinîye. Ti elaqawê bi doza Kurd û Kurdistan re tineye. 

                                                                                           

Ev stratejîyên ku bê wate ne,bûn sebeb ku hêzek totalîter li herêmê bibe hikumdar û hemû hêzên netewî derxîne dervê herêmê, an jî bi wan xwe bi darê zorê bide qebûl kirin.

 

Ev metodbûn sebebê ku, li seraxa Kurdistan Kurd li angora mafê xwe yên rewa nebin xwedî statû. Bûn sebeb ku hêzên nav dewletî vê xaka ku 6 sale bi xwîna keç û xortên kurdan tê tavdan,wek statûyek fermî nepejirînin.

 

Yek ji sebebên vê malxerabîyê, ew stratejîya bê wate a PKK bû ku, bi navê „proja demokratîk a gelan“ ra serî miletê Kurd kir,ku di qada netewî de Kurd li ser axa xwe wek miletekî cîh ne girin û nebin dozdarê axa xwe û statûyek netewî.

 

Van xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan pêkhatin, bûn sebeb ku keç û xortên kurdan di şerê wekaletê de keda wan, xwîna wan bi erzanî bêt firotin, bêt xerckirin û mafê miletê Kurd li vî beşê Kurdistan ber bihewa bibe.

 

Têkilî û piştgirîyên ku hêzên hevpeymanan û Emerîka dan vî beşê Kurdistan, ji bona xurtkirina hêzek totalîter û berjewendîyê partîzanî û wekaleta şerê navxweyê Sûrîye hat bikaranîn. Êdî Kurd yek bi yek van qozan li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan wenda dikin û her ku diçe cîh ji wan re teng dibe. Kurdan bi carekê de Rojhilatê Firatê wenda kir û niha dortê herêma Cizîrê.

 

Lihev hatina li serxaka Başûrê Rojavayê Kurdistan ku di navbera Emerîka û Tirkîye de çêbûye, li ser navê rêveberîya PKK Mazlum Kobanî jî beşdar e. Di van danûstendinan de PKK, Şertê, „Divê artêşa Tirkîye ji Efrîn vekişe“ bipaş de girt. Ev tê wateya ku, Rojavayê Firatê bi carekê de ket bin bandora Tirkîye û Tirkîye êdî li wir bi rehetî wê dagirkerîya xwe, zilma xwe, guhertina demografîya herêma Efrîn bidomîn e.

 

Başûrê Rojavayê Kurdistan ji bona Emerîka kertek pir girîng bû. Rêveberîya PKK, li Rojavayê Başûrê Kurdistan ev kert ji ber têkilîyên bi dewleta Sûrîye re baş bikarne anî û hebûnaTirkîye li Rojavayê Firatê meşrû kir.

 

Di têkilîyên Rêveberîya Rojava û Emerîka de fersendek pir mezin di destê Kurdan de hebû. Bê kurdan mercên ku Emerîka li ser axa Sûrîye bimîne nemabû. Bê têkilîyên bi kurdan re,Emerîka ne mumkûne ku li ser Sûrîye bibe xwedî stratejîyek bihêz. Ev rastî, berî bi demekê, serokwezîrê derve yê Emerîka Rex Tillerson bi zimanekî zelal eşkere kiribû. „Hêzên li bakurê Sûrîyeku bi Tirkîye re têkevin şer, wê denklemên stratejîk yên Emerîka bi carekê de tarûmar bibin. Ev tê wateya ku em deftera Sûrîye bigirin û vegerin mala xwe“(!)

 

Sîyaset, hinek jî fêrbûna parastina berjewendî û metodên têkilîyane jî. Rêveberîya li Rojavayê Kurdistan, li hember Tirkîye ev denklema Emerîka nedît, an jî nexwest bikarbîne. Ev fêhmkorî jî bû sebebê ku xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan carek din bêt dager kirin.

 

Li servê li hev hatina nû detay pir hindikin. Tenê sê xal derxistine pêş û di danûstendinan de jî hebûna PKK înkarkirine, an jî veşartine. Lê bi eslê xwe hin A. Ocalan û hin jî rêveberên Rojavajî di nav vê lihevhatinê de ne.Guftûgo di warê îstîhbaratî de meşîyane.

 

Di destpêkê de bi eslê xwe, Emerîka bi Hêzên Hevpeymanan re dixwest ku „herêmek Ewle“ ava bike. PKK, jiber têkilîyên wê bi Sûrîye re nêzî vê projê nebû. Ji berku di pîlankirina „Herêmek Ewle“ de, li ser axa kurdan, statûyek ji kurdan re derdixist holê û dewleta Sûrîye ev proje wek „Perçe kirina axa Sûrîye“ dinirxand. Di vî warî de Emerîka û rêveberîya Rojava tawîzên mezin dane dagirkeran û ev projebûye „Korîdora Aşitîyê“(!)

 

Di pîlankirina vê „korîdora Aşitîyê“ de vegera aware yên Sûrîye heye. Ev aware wê ne Kurd bin. Wê Mahacirên Sûrîye bînin û li ser axa kurdan bicîh bikin. Ev jî di dijraberîya demografîya Kurdistan de, gavek guhertina demografîya vî beşê Kurdistatîne û dijî berjewendîyên kurdan e. PKK û PYD, li sernavê „biratîya gelan“ û xwestina Sûrîye, A. Ocalan ev korîdor pejirandîye.

 

Kuraya vê „korîdora Aşitîyê“ jî baş nehatîye zelalkirin. Di xala lihevhatinê de kûraya 5-15 km. derbas dibe û wê bibe sebeb, ku Tirkîye di kûraya heta 20 km. re de bikaribe operasyonan li ser axa kurdan pêkbîne. Ev peyman, derfetek wilo jî dide Tirkîye.

 

Di vê peymanê de armanca Tirkîye, hilweşandina deverek siyasî a xwedî statuyek Kurd û Kurdistanîye.

 

Carek din kurdan derfeta ku derketibû pêşîya wan bikarneanîn û bûn qurbana berjewendîyên rêveberên xwe.

09.08.2019

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin