Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Denklem Tên Guhertin!

A+A-

 

Heger Kurd ji hêla leşkerî de teslîmî Sûrîye bibin û hêzên xwe yên leşkerî ji holê rakin, wê çi bibe?

Di van çend rojên pêşîya me de wê pir tişk zelal bibin.

Emerîka çima Mazlûm Kobanî derxist pêş? Li pişt vê çi heye?

Emerîka di eynî demê de çend qozan bihevre dimeşîne:

Qoza yekem; bicarekê de xwe vekişandina ji Sûrîye bû! Ev daxwaz a Trump bû. Li dîwarê civîna Kongre ya Emerîka ket û bi şîweyek sert bipaşde vegerîya. Ev tê wateya ku Kongre a Emerîka vê sîyaset û hewlên Trump napejirîne. Ji kurdan re derîyekî vekirî dihêle.

Qoza duyem, navbênçîya di navbera Kurd û tirkan de ye. Ev jî bi destê serleşkerên HSD/YPG ket bin bandorek nedîyar. Bi lihevkirina leşkerî dinavbera HSD/YPG û Rusîya-Sûrîye de, ev blofa Emerîka jî ketîye bin bandorek xerab. Heyeta ku îro li Tirkîyê ye, her çiqa bixwaze ku rê ji vê re veke, îhtîmala ku Tirkîye Qebûl bike zeîfe. Wê ev jî bi xwe re derfetên serkevtinên sîyasî û dîplomasî ji kurdan re çêke. Dibe ku carek din Emerîka li kurdan vegere.

Gelo Kurd wê bikaribin van denkleman ji bona xwe bikar bînin? Ez di virde nepiştrast im.

Çima?

Ji ber ku Tirkîye jî di eynî demê de bi Sûrîye, Rusîya û Îran re di danûstendina deye û ev jî pîlanê Emerîka dixe tehlûkê û destê Rûsîya xurt dike.

Heger Kurd ji hêla leşkerî de teslîmî Sûrîye bibin û hêzên xwe yên leşkerî ji holê rakin, wê çi bibe?

Wê Kurd li beranberî vê tawîza mezin, ji Sûrîye û Rusîya çi bixwazin?

Hinek dibêjin; “wê li henber vê tawîzê, li Sûrîye pirsgirêka Kurd çareser bibe”(!)

Garantîya vê îdîayê çi ye?

Heta ku ev mejîyê îdeolojîk û partîzanî, bibandor li ser axa Kurdistan rol bilîze, nahêle ku derfet ji bona kurdan bên bikaranîn.

Dema ku em Rûsîya, Îran, Sûrîye û Tirkîye bînin cem hev û di denklemekê de binirxînin: Di vê denklemê de ti şensê Kurdan ku, bi destkevtina mafekî rewa, di denklemê de cîhê xwe bigire, xuya nake. Ji ber ku hesab, bihêzkirina derfetên hêzbîne, ne yên millî û niştimanî ne.

Ji ber çend sebeban ez îhtîmalê nadim vê hewlê:

PYD û YPG di qada dîplomasîyê de ne serkevtî ne. Têkilîyên wan teng û di warekî partîzanî û îdeolojîk de ye. Tenê qozek di destê wan de hebû, ew jî têkilîyên wan yên bi Emerîka re bû. Ev jî niha ketîye bin bandorek xerab. Her çiqa li Emerîka, ew dostên kurdan, ku ji HSD û YPG re dibêjin; “ecele nekin”(!) jî, garantîya vê û çawayîya vê daxwazê ne zelale. Bi encama danûstendinên Emerîka, ku bi tirkan re tên meşandin ve girêdayî ye. Tirk wê îro gotina dawî ji Emerîka re bêjin!

Îhtîmalek pir mezin ewe, ku HSD û PYD, tercîh û berjewendîyên  xwe di denklema Rûsîya, Sûrîye de bibînin. Ev jî, ji kurdan re nedîyarîyek xerab û întîharê tîne. Ji ber ku, PYD di denklemên dîplomasîyê de ne xwedî hêze û nikare bi dostê kurdan yên navnetewî û navdewletî re jî di cîhgirtina nav denkleman de, destkevtinan bihonin. Tenê qozek leşkerî didestê wan de ye û niha ev qoz jî ketîye bin bandorek man û nemanê.

Kurd, di qada navnetewî de hêza xwe a dîplomasîyê û hêza sîyasetê nekirin yek. Her çiqa Parlemena Kurdistan û Serokê manewî yê kurdan, Kak Mesûd Barzanî, çendîn car ev gazî derxistin û hewl dan xwe ku ev herdû alî hêzên xwe bikin yek, mixabin guh nedan van bangan. Rewşenbîr, sîyasetmedar, aqilmend û hunermendên kurdan jî ev bang derxistin, guhnedan wan jî. Ji ber helwestên sîyasî yên xerab, berxwedana şervanên kurdan, xwebexşên kurdan berbihewa dere.

Sebeba vê a herî bibandor jî Têkilîyên PYD bi Sûrîye re ne. Sebeba din, têkilîyên ENKS ku di nav Encûmena Opozîsyona Sûrîye de cîh girtine.

Ev cîhgirtinên di nav du denklemên cûda û dijraber de, mercên ku ev herdû hêz nêzî hev bibin, ji holê têt rakirin. Ev jî zîyanek pir mezin dide doza Kurd û keda bihezaran şervan û xwebexşên kurdan.

Kurd ku di vê pêvajokê de sîyaset û dîplomasîyek hevpar ava nekin, mercê ku peymanên sîyasî bi hêzan re îmze bikin û garantî bikin tine ye.

Li Emerîka, di qada navnetewî û navdewletî de pir dostên kurdan hene û di hewlên serkevtî de ne. Piştgirîyek hêjaye hurmetê didin. Mixabin Kurd jihev perçe perçe ne û bi mejîyê hizbî tevdigerin. Mercên ku van îmkanan ji bona miletê Kurd bikar bînin tine ye. Ji ber wê jî hewlên van dostan jî bêencam dimînin.

Kurd bê dîplomasî ne û li hêvîya ku dostên wan werin ji bona wan şer jî bikin! Lê tênagihêjin ku ev nemukûne. Kesek ji bona kurdan berjewendîyên xwe, dewletên xwe naxin bin tehlûkê. Tiştê maqul hene û dostên me vê dikin.

Îro eger hinek dengê me derdikeve ev jî bi saya serê şervan û xwebexşên Kurdistan, Îmkanên rêyên dîplomasîya Başûrê Kurdistan e. Ku ev jî nebe, wek bakûrê Kurdistan, li rojavayê Kurdistan jî rêya têkçûnê derdikeve ber me. Eger Kurd nexwazin ku vê hevokê ji Rojavayê kurdistan bibihîzin, divê divêtîyên çareserkirina pirsgirêkan bînin cîh.

Îro ne derenge, lê dibe ku sibe dereng be!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin