Dengê amuran dibe hevserokên helbestan

Dengê amuran dibe hevserokên helbestan

.

A+A-

Gulgeş Deryaspî 

Em dizanin ku wek neya Mewlana êşa Celadet jî pir kûr e. Ew jî wek neyekî ji welatê xwe hatiye jêkirin, qetkirin, şewitandin û dûrkirin. Ji ber wê ye ku Celadet jî xwe dispêre hevaltiya bulûrê.

Ger çiqas navê dîwana Rûmî ney nebe jî naveroka dîwana wî ya Mesnewî ku bi 6 cildan hatiye nivîsîn li ser remza neyê hatiye avakirin. Çîroka neyê bi êş û azarên neyê ve, di nav teşbîh û manînan de di nav dîwana xwe de, bi çîrokên cûr bi cûr honandiye.

Mesnewiya wî ya ku li ser gelek berheman bandor kiriye wiha dest pê dike "bibhîse ney çawa gilî dike, qala çîroka cudahîbûniyê dike".

Li gorê Mevlana dengê neyê yê hêstiyar ji çîroka neyê ya ku ji cihê xwe tê veqetandin tê. Ney a ku ji cihê xwe (cihqamiş) tê veqetandin û tê hişkkirin, qetkirin, şewitandin gelek êş û azar dibîne û ev bandorê li ser dengê neyê dike. Ney jî di nav guherînek ve dibore û ji gihayê vedigre amurekê muzîkê. Helbet azar û fîxanên neyê tenê ne ji êşa neyê ye, di heman demê de jî ney dixweze vegere welatê xwe yê cihqamîşê. Ji ber van sedeman dengê neyê bi awaz û fîxan e.

Rûmî çîroka însanê û armanca însanê jî dişibîne amura neyê. Însan jî wextek jê li bihuştê bû û ji bihûştê hat avêtin. Piştê ku ji welatê xwe hat avêtin ma di nav xurbetiyê da. Ji roja ku ji welatê xwe veqetiya û dûr ket heya niha, armanca însanê ya herî mezîn vegerîna bihuştê ye. Li gorî Rûmî encax însan dikare wek neyê bişewite, bişkê, hişk bibe, ji hev parçe parçe bibe, piştre bibe însanê kamil û dibe ku bi vî awayê bikaribe biçe welatê xwe.

Çîrokên di nav Mesnewiyê de jî temamî li ser vê mijarê şîn dibe û xwe digihîne armanca xwe. Her çîrokekê Rûmî teqez şîretek e, nîşandanek e, parvekirina ceribandinek e. Di her çîrokek de em dibînin ku Rûmî çawa pimpirîkek dihone û rê li ber însanên ku ber bi kamilbûniyê ve diçin vedike.

Kurt û kurtasî li gorî Rûmî însan encax wek neyê bişewite, bişewite û bişewite… Pişt re li ber xwe bide, sebir bike, şikir bike dikare bibe însanek kamil û encax însanên kamil dikarin biçine welatê xwe. Mewlana xwestiye ku di dîwana xwe de rêya kamilbûniyê binvîse, bi alemê re parve bike. Ji bo vî bi çîrokên cûr bi cûr, hev temamker û yek aheng şeş cild nivîsiye ku çîrokên di nava van şeş cildan de jî bi hevserokiya neyê hatiye nivîsîn.

Dîwana Cizîrî jî wiha dest pê dike: "Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê". "Newaya mutrib" dengê amura mutrîbê ye. Mela jî li vir de girîngî daye dengê mutribê. Helbet em dizanin ku di baweriya kevin de herî pêşî deng hebû û ev bawerî derbasê ola Îslamê jî bûye û di nav Quranê de (Araf/172-174) jî wek Bezmî elest derbas dibe. Li gorî Quranê deng destpêka her tiştê bû û piştî dengê her tiştên din hatine afirandin.

Belê wek mamoste Nesîm Sonmez jî gotî deng di baweriya ola Îslamê de çawa girîng bû, bi wî aweyê jî derbasê metnan jî bû ye. Bandora Kâlu Belâ em bi rengekî dinê de li ser metnên nûjen de jî dibînin ku giraniyek danîne ser dengê.

Ger ku em şerha beyta Cizîrî jî bikin, li vir de ew jî derdikeve holê ku Cizîrî jî fîxana însanê bi amurekî muzîkê şandiye çerxa felekê. Xerçeng birca kevcalê ye û di nav çerxa felekê ya di nav feleknasiyê de cih digire. Helbet sedemên Mela hene ku birca xerçengê bijartiye. Kesekî wek Mela ku em di helbestên wî de jî dibînin, stêrknasiyê baş dizanibû, vî bircê bi zanîn bijartiye. Birca kevcalê di eflakzanînê de tên wateyên gelek girîng. Yek ji wan weteyan ew e ku birca kevcalê temsîliyeta dayikê ye, xwedîderketin e, telbekirin û hezkirin e. Hezkirina wek dayikê ye. Kevcal silsileya malbatê ye, dîrok e, derûni ye, ruhiyeta însanê ye û ya herî giring jî destpêk e. Destpêka havînê ye.

Fîxana Mutrîba Mela heya erşê ezîm diçe ku li erşê jî diçe cem malbata hezkirin û merhemetê. Yanê Mela fixana xwe dişîne cihekî ku dê lê bê rehmê û êşa wî bide sekinandin. Mela jî dikariya darekî hişk bida axaftin, an jî fekiyekî, kevirekî… Lê ew jî rêya deng û zimanê bijartiye û mutribê esas girtiye. Di domandina dîwana wî de em li gelek cihan laqê mutriba Mela tên ku Mela mutribê wek hevalek ji xwe re bijartiye û xwestiye ku dengê xwe bi rêya mutribê bide bihîstin. Helbet li ser vî helbestê gelek tiştên dinê jî hene ku bên gotin lê ji ber ku çerçoveya nivîsa me ne tenê helbesta Mela ye em dê vegerine ser mijara xwe yê esasî.

Bulûra Celadet xemrevîna terkeserên dinyayê be jî dîsa ji ber ku xemgîn e Celadetî fam dike. An jî ji ber ku dengê dilê Celadet û bilûrê yek e, ruhê Celadetî honik dike. Em di vî helbestê de jiyana Celadet, hêstên Celadet, baweriyên Celadet, nêrîn û dîtiniyên Celadet yek ser dibînin.

Di destpêkê de wiha dibêje Celadet: "Bilûra min a şîrîn, tu di sariya sibehê, û hingûra êvarê de, hevalê bê hevalan î." Em di van rêzikan de dibînin ku Celadetê ku ji welatê xwe bi darê zorê hatiye avêtin xwe bê heval û bê kes dibîne. Kesek ku jê re bibe heval û piştgiriya wî bike tine. Helbet mexseta Celadet li vir de ne kesek e û ew kes jî Celadet e. Li vir de Celadet neteweyek e. Li hember zilma ku li wan û li hemî kesên mafxwaz hatiye kirin, ji xeynê dengê bilûrê pêştir kesekî wan tinebûye. Sariya sibehê hestek wisane ku bi hesta bêkesiyê re heman tehmê de ye. Bêkesî jî, sariya sibehê jî bedena însanê dicirifîne.
 
Em dizanin ku wek neya Mewlana êşa Celadet jî pir kûr e. Ew jî wek neyekî ji welatê xwe hatiye jêkirin, qetkirin, şewitandin û dûrkirin. Ji ber wê ye ku Celadet jî xwe dispêre hevaltiya bulûrê. Û ji ber wê ye ku dibêje; 

Bilûra min binêre û bibhîse
Roj çû ava
Stêre êvarê bû geş

Mewlana digot, "Ji ney guhdarî bike", Cizîrî digot; "Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê". Celadet dibêje "bilûra min binêre û bibhîse". Li vir de em dibînin ku êşa Celadet ji êşa neyek, mutribek an jî ji bilûrek kûrtir e ku hewcedariya guhdarîkirinê dibîne. Dîsa ji bo Celadet roj qediyaye, êdî tav tine, şeva tarî xwe li jiyana Celadet pêçaye. Û encax dengê bilûrekê dikare texlîta êşa Celadet bike. Ji ber wî êşa xwe ji bilûra xwe re dibêje ku bilûra wî jî bi dengê xwe yê êşkêş qala êşên Celadet jî bike. Stêrk dema derdikevin em dizanin ku şev e û tariye. Şevên tarî remzek ku aliyên wî yên erênî hebin jî bi piranî neyînî ye. Kesên ku jiyana wan têk diçe, windakirinên wan çê dibe, ji welatên xwe dûr dikevin, an jî bûyerên nexweş bi ser wan de tên, bi remza şevê şîrove dikin. Yanê bi piranî bûyerên nexweş dişibînin şevê. Celadet jî kesek ji welatê xwe hatiye dûr xistin û êşa wî ne tenê êşa kesek, êşa neteweyek e.

Mewlana dibêje, "guhdariya neyê bike" Mela dibêje, "Newaya mutribê" Celadet dibêje, "bilûra min bibhîse". Di cihekî de gotina Mewlana jî ya Cizîrî jî ya Celadet jî tê heman wateyê. Ger mewlana birîna neyê şibandibe birîna însanê û êşa însanê jî a neyê jî  yek dîtibe, dengê ku dê ney derxista di heman demê de dê biba dengê fîxana însanê jî. Ji ber vî yekê Mewlana dixwaze ku ney biaxive û bibêje. Çimkî êş yek e lê dengê ku dê êşê baş bîne ziman ney e. Celadet jî her çiqas bibêje Bibhîse jî armanca wî ew e ku bilûr pêşî bibhîse û piştre vebêje ye.

Ger ne ku bilûr nebêje, dengê bilûrê û rîtma êşa însanê yek nebe Celadet çima bi bilûrê ve parve bike. Ger mexseda Celadet tenê parvekirin bûya, dikariya bi kevirekî re jî parve bikira. Lê ne bi kevira bêdeng û bê ziman, bi bilûra bi dengê fixan re parve dike. Ji ber vî yekê armanca Mela jî, Celadet jî a Rûmî jî yek e. Parvekirina êşa însanê ye. Ji bo vî jî tiştek ku zimanê wê heye, dikare biaxive û dikare bi zimanê xwe metnek binivîse û bişîne erş û ezmanan bijartin e. Belê zimanê van amûran heye û wisa bawer kirine ku zimanê van amûran bi Xweda re dikare têkîlî dayne, derdan vebêje, armanc û mexsudan bighîjîne cihê xwe. Ger ne helbestvan dikariyan bi aweyeka dinê derdê xwe bi Xweda ra parve bikirana. Nekirine û rêya herî baş ji bo wan amûrek mizikê bû ye. Ji bo vî jî em dikarin bibêjin ku amurên muzikê hevserokên helbestên wan bûne.

Dîsa di domandina helbestê de û bêdengiya şevê de, pêjna lingên mêrxasan tên dibêje. Li vir de em dikarin bibêjin ku Celadet pêvajoyê xirab bibîne jî, hêviyeka wiya pir xwirt jî heye. Pêjna lingên mêrxasan tê wê wateyê ku tekoşîn didome, hê encam ne diyar e, hêvî heye. Celadet ji ber ku di vî helbestê de dixwaze tiştêk ku dibêje bila bilûr guhdarî bike û pişt re li her derê biqîre… Di vî rêzikê de jî dixwaze bi bilûra xwe bide gotin ku hêvî heye, venegerin.

Mutriba Cizîrî jî, bilûra Celadet jî, neya Mewlana jî piştê ku guhdariya êşên Cizîrî, Celadet û Mewlana kirin dê fîxan bikin û bişînine xerçengê. Yanê em dikarin bibêjin ku kesên dixwazin bi aweyekî têkilî bi xwezêyê an jî bi zimanekî dinê bi Xweda ra daynin, hîn amûran bi kar tînin. Em dibînin ku helbestvan amurên muzikê bikar tînin û bi rêya dengê amurên muzikê dengê xwe didine bihîstin. Dengê amuran dibe dengê Rûmî, Cizîrî û Celadet. Dengê Rûmî, Cizîrî û Celadet jî dibe dengê amuran.

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin