Demsala nû ya karê Parlamentoya Kurdistanê de 7 projeyasa dê bên guftûgo kirin

Demsala nû ya karê Parlamentoya Kurdistanê de 7 projeyasa dê bên guftûgo kirin

Fraksîyonên Parlamentoya Kurdistanê 7 projeyasa û nûjen kirina yasayan amade kirine, lijneya yasayî jî amade dike û biryare di demsala nû karê yasadanîna parlamentoyê de xwandina wan dê bê kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên BasNewsê ew projane li serokatîya parlamentoyê ve bo lijneya yasayî hatine şandin, ku waha ne;

- Projeyasaya sazîkirina hêzên çekdarên herêma Kurdistanê.

- Projeyasaya tekoşîna li hember leşfiroşîyê.

- Projeyasaya kota û malnişîna hêzên navxwe

- Projeyasaya nûjen kirina yasaya bac

- Nûjen kirin û sererast kirina yasaya sindoqa vegerandina pareyê Iraqê li herêma Kurdistanê.

- Projeyasaya çalakîyên ferhengî yên pêkhateyan

- Projeyasaya destkevtên nerewa.

Biryarderê lijneya yasayî Celal Mihemed Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew 7 projeyasa dê bên amade kirin û di demsala pêş a yasadanîna Parlamentoya Kurdistanê de dê bikevin bernameya kar.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin