Demirtaş ji serokên 7 partiyan re name şand û daxwaza têkoşîna hevpar kir

Demirtaş ji serokên 7 partiyan re name şand û daxwaza têkoşîna hevpar kir

.

A+A-

 

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtiye, ji serokên 7 partiyên opozisyona Tirkiyê re name şand.

Demirtaş di nameya xwe de, rexneyan li deshilatdariya AKPê digire û destnîşan dike, pêwîste ji bo aştî û aramiya Tirkiyê têkoşîneke hevpar ligel partiyên din ên opozîsyonê bidin.

Parlamenterê HDPê Mehmet Rûştû Tiryakî nameya Demirtaş gihandiye Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamullaoglu, Serokê Partiya Kedkarên Tirkiyê Ercumen Akdenîz, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê Erkan Baş û Meclîsa Serkirdatiya Partiya Çep a Tirkiyê.

Selahattin Demirtaş di nameyê de gotiye: “Kontrola tevahiya dadgehan di destê desthilatê de ye û bi rêya dadgehan hegemoniya xwe disepîne li ser tevahiya bineyên desthilatê û hewla bêdengkirina tevahiya dengên muxalîf dide.”

Demirtaş li ser referanduma 2017an û hilbijartinên sala 2018an di nameyê de diyar kiriye: “Bi rêya dadgehan karîn pirsên siyasî yekalî bikin û dadgehê bikin alaveke siyasî ji bo armanc û berjewendiyên xwe yên taybetî.”

Selahattîn Demirtaş bal kişandiye ser biryar û daxwazên Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide zanîn: “Dadgehan bi bandora desthilatê, ew daxwaz red kirin.”

Demirtaş ji bo hilbijartinên bê jî dibêje, AKP ji bo serkeftina xwe wê dîsa HDPê wekî terorîst ragihîne û fişarê li ser opozîsyonê bike.

Selahattîn Demirtaş herwiha li ser bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an ên Kobanî ku ew ji nû ve pê têne dadgehkirin jî bibîr dixe ku wan ji bo lêkolînkirina wan bûyeran pêşniyar li parlementoyê kiriye lê hemû ji aliyê deshilatdariyê ve hatine redkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin