Dem dema hevkarîya Kurdistanîyan e

Dem dema hevkarîya Kurdistanîyan e

Desteya Meclîsa Dervayî Welat a PSKê û Rêvebiriya Meclîsa Ewrûpayê ya PAKê bangî hemwelatiyên Kurdistanê ku li Ewrûpayê dijîn kirin; "Li bin durişma "Di hilbijartinên Herêmî de Alternetîfa Neteweyî û Demokratîk” de bên ba hev"

A+A-

Îro li Almanya, li bajarê Kolnê, Desteya Meclîsa Dervayî Welat a PSKê û Rêvebiriya Meclîsa Ewrûpayê ya PAKê civiya. Di dawiya civînê de her du rêxistin bangî hemwelatiyên Kurdistanê li derveyî welat kirin.

Bang li hemwelatiyên li Ewrûpayê dijîn

Wek tê zanîn di roja 31 adarê 2019`an de li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê hilbijartinên şaredariyê pêk tê.

Du partiyên me yên Bakurê Kurdistanê PSK û PAK di 11.11.2018`an de li Amedê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr û kesayetäyên siyasî yên Kurdistanê, di bin durişma "Di Hilbijartinên Herêmî de Alternetîfa Neteweyî û Demokratîk " konferansek amade kirin. Di wê komcivînê de biryar hat girtin ku di hilbijartina Şeradarîyê ku di 31 Adara 2019an da bê çêkirin, bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin. Em hêvîdarin ku partî û rêxistinên me yên din jî beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Em di wê baweriyê de ne ku li Ewrûpayê gelek hemwelatiyên me jî beşdarî vê pêvajoya hilbijartinê bibin. Em li benda hemû cûre alîkarî û piştgiriya we ne.

Dem dema hevkarîya Kurdistanîyan e. Li bin durişma "Di hilbijartinên Herêmî de Alternetîfa Neteweyî û Demokratîk” de bên ba hev

PSK-Desteya Meclîsa Dervayî Welat

PAK-Rêvebiriya Meclîsa Ewrûpayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin