Daxwaza girtina Musa Orhan hat redkirin

Daxwaza girtina Musa Orhan hat redkirin

.

A+A-

Doza ku çawîşê pispor Musa Orhan yê ku destdirêjiyê li Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, îro li 1. Dadgeha Giran a Sêrtê birêve çû. Bi tawanê destdirêjiya 10 sal cezaya girtîgehê li Musa Orhan, hat birîn, lê daxwaza girtina wî hat redkirin.

Rûniştina doza li dijî çawişê pispor yê berê Musa Orhan ê ku li Êlihê destdirêjiyê li Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê birêve çû.

Tawanbar Musa Orhan, ku ji ber sûcê "destdirêjiya zayendî" tê darizandin, bi riya sîstema deng û reng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bûn û tawanên li dijî xwe red kirin.

Dê û bavê Îpek Er jî li dadgehê amade bûn.

Dadgeha piştî axaftinan, derbarê Musa Orhan de bi tawanê destdirêjiyê 10 sal ceza da wî û biryar da, bi şertên qedexeya derketina derve Musa Orhan serbest bimîne.

Çi bûbû?

Îpek Er roja 16ê Tîrmeha 2020ê nameyek li pey xwe bicîh hiştibû û hewl da xwe bikuje. Piştî 34 rojan li nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest dabû. Di wê nameyê de ku medyayê belav kiriye, Îpek Er amaje bi wê yekê dabû ku Musa Orhan bi zorê maddeyên hişber û alkol daye wê.

Piştî eşkerebûna bûyerê, 16ê Tîrmeha 2020î Musa Orhan hat desteserkirin û ji aliyê Wezareta Navxwe ve hat dûrxistin, lê ligel raporta Pizîşkiya Dadê ku îspat dike destdirêjiya wê kaçê hatiye kirin, bi merc hat azadkirin. Baroya Sêrtê nerazîbûn pêşan da û Dozgerê Giştî yê Sêrtê careke din biryara girtina Mûsa Orhan derxist.

Dozgerê Giştî yê Sêrtê di nivîsarekê de ku roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê derxistibû, amaje bi wê yekê dabû ku 27.07.2020ê biryara girtina Mûsa Orhan derxistiye. Mûsa Orhan roja Çarşemê 19ê Tebaxa 2020ê piştî li dadgehê îfadeya wî hatibû girtin, lê piştî hefteyekê dîsa hatibû berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin