Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq tohmet û bixtanên vê dawiyê yên rejîma Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq tohmet û bixtanên vê dawiyê yên rejîma Îranê

.

A+A-

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq tohmet û bixtanên vê dawiyê yên rejîma Îslamî ya Îranê yên li dijî tevgera Kurdsitanê di daxuyaniyekê de senaryosazî û tohmetên bê bingeh yên rejîma Îslamî bi tundî red kir û ev yek mîna paremayî û bêçaretiya rayedarên rejîmê da zanîn.

Daxuyaniyê wiha ye:

Di heyama rojên derbasbûyî de, piştî belavbûna daxuyaniya Partiya Komeleya Şoreşgir ya Zehmetkêşanî Kurdistana Îranê ya li derheq destbiserkirina hejmarek ji pêşmergeyên wan li navxweyî Kurdistanê de, di dema birêvebirina erka rêkxistinî û teşkîlatî de, ji aliyê dezgeha îtlaat û dezgehên din yên rejîma Îslamî ve êrîşek berfireh hatiye kirin ku, ev pêşmergeyên hatinî destbiserkirin bi pîlana welatên derve û herwisa digel Îsraîlê peywendî hebûne.

Tohmet lêdan û tawanbarkirina her dengek azad û her rewteke xebatkarên Kurdistanê bi hebûna peywendiyê digel welatên din yek ji sereketirîn kar û pîşeyên rejîma Îslamî bûye û di vê heyama desthilatdariya xwe de bi dehan carî partiyên Rojhilatê Kurdistanê û tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê bi destê derve û hevpeymanê Amerîka û Îsraîlê û … hwd tohmetbar kiriye.

Helmeta nerewa ya vê carê ya rejîma Îslamî di demekê de ye ku, ev rejîma tevî kirîzên navxweyî û nerazîbûnên berfireh yên tex û qadên cuda yên xelkê ku daxwazkarê nemana vê rejîmê ne, rewşa derve jî tûşî kirîzeke mezin bûye ku ji bo wan çareser nabe, her di mijara destpêragihîştin bi çeka atomî heta destêverdan di karûbarên welatê herêmê de û berfirehî dan bi siyasetên şandinê, şoreşa Îslamî tûşî kirîzek micid bûye. Di wan dawiyan de jî, lêxistina navendên navkî, mûşekî û herwisa kirîna hejmarek ji endamên payebilind yên hêzên ewlehî û dezgehên din yên Îranê digel Îsraîlê, bûye sebeba vê yekê ku rejîm bona standina şeref û rûmeta xwe ya jidest çûyî, carek din senaryosazî bike û vê carê jî ev senaryoya tohmetlêdan Ii dijî tevgera Kurdistanê û partiyên rêkixistinî ye.

Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, vê senaryosaziyê û tohmeta bê bingeh a rejîma Îslamî bi tundî red dikin û vê bona bêçaretî û bêdesthilat mana desthilatdarên rejîmê dizanin. Cem hemûyan ev yek eşkere ye ku Kurd û tevgera rewa ya wê li kûrahiya zilm û bê mafiyê ye ku li heyama temenê rejîma Îslamî de li Kurdistanê hatiye peyrewî kirin û buxtan û direvkirin û tohmetên bê bingeh yên li dijî tevgera Kurd û partiyên wê bilî, ji îflasbûna vê rejîmê zêdetir tiştek din nine.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

7`ê Gelawêja 1401`an

29`ê Tîrmeha 2022`an

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin