Daxûyaniya “KURDŞOP”ê ji bo piştgiriya ji mamoste Zara Mihemedî

Daxûyaniya “KURDŞOP”ê ji bo piştgiriya ji mamoste Zara Mihemedî

.

A+A-

"Welatperwer û hogirên ziman û perwerdeya kurdî!

Roja Şemiyê 08.01.2022, Zara Mihemedî mamosteya Zimanê Kurdî û endama Desteya Birêveberî a Saziya Nûjîn li bajarê Sine, ku ji aliyê serdozgeriya giştî a Rejîma Komara Îslamî a Îranê li wî bajarî, cezaya pênc sal girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, ji bo derbaskirina wî hukmê han, hate neçarkirin ku here bendîxaneya ewê rejîmê.

Sepandina hukmê girtinê bi ser Mamoste Zara, cardin selimand ku Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê her berdewam e li ser siyaseta asîmêlasiyon û helandina neteweya kurd. Siyasetek ku zêdetir ji 100 salaye ji aliyê deshilatdarên Tehranê ve tê birêvebirin, û biyavê sereke a vê siyasteê jî rêgirîkirin ji perwerdeya bi Zimanê zikmakî ê Kurdî û hewldan bo jibîrçûna vî Zimanî ye.

Di sedsala borî de serbarê pîlana deshilatdarên Îranê ku bi awayekî sîstematîk hewla jinavbirina Zimanê Kurdî dane, lê bi hewl û tekoşîna dilsoj û wanebêjên Zimanê Kurdî, em dibînin rojbirojê Zimanê Kurdî vedigeşe, û wek pênaseya herî sereke a nasnameya Neteweyî a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê çûye nav hundirê civakê, û êdî bi siyaseta zext û tirs û girtin û heya bidarvekirinê jî bi dawî nayê.

Bi xatircemî ve Zara û sedan mamosteyên dilsoj ên Kurd, bi hezaran dersxwan bo domandina vê rêyê perwerde kirine ku di siberojê de her yek ji wan dibin Zarayek û ev xebata heya gihîştin bi hemû mafên Netweyî dê her berdewam be.

Em wek Saziya“KURDŞOP”ê ku vegeşandina Zimanê Kurdî wek yek ji erkên sereke ên xwe dizanin, destbiserkirina Mamoste Zara û zextxistina li ser çalakên biyavê perwerdeya Zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar dikin û em soz didin ku ji Mamoste Zara û hemû wan mamosteyan xwedî derkevin ku temenê xwe ji bo vegeşîna Zimanê Kurdî û perdwerdeya bi zimanê kurdî danîne.

Bi vê sedemê, em radigehînin ji niha û şûnda ji aliyê Saziya “KURDŞOP”ê ve, emê roja 8`ê Çileya Paşîn a hemû salekê, xelatekê bi navê “ZARA” bidin mamosteyekî/e herî baş ê wanebêj û çalakvanê/a Zimanê Kurdî, û emê wek “KURDŞOP” bîranîna Mamoste ZARA ê bikin hêma û sîmbolek mayende ji bo xebata li dijî helandina Zimanê Kurdî."

Saziya KURDŞOP

Yekşem - 09.01.2022

l-002.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin