DAIŞê êrişî hêzên Iraqî û polîsên Germiyan kir – Kuştî û birîndar hene

DAIŞê êrişî hêzên Iraqî û polîsên Germiyan kir – Kuştî û birîndar hene

.

A+A-

Terorîstên DAIŞê li devera Germiyan êrişî hêzên Iraqî kirin, herî kêm polîsek kuştin û çendek jî birîndar kirin.

Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Awat Bemoyî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞaê êrişî rêbenda Neqşbendî, ku rêbendeka hevbeş ya hêzên Iraqî û polîsên Germiyanê ye dikeve navbera bajarê Kelarê û nahiya Gulale ya Xaneqînê, kirin.

Awat Bemoyî da zanîn, di wê êrişê de serbazekî Iraqî hat kuştin, polîsekî Germiyan û du serbazên Iraqî jî birîndar bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin