DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li Bexdayê girtiye ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li Bexdayê girtiye ser xwe

.

A+A-


DAIŞê aşkere kiriye ku wan her du êrîşên bi bombeyî yê li Bexdayê, paytexta Iraqê pêk aniye. Di êrişê de 32 kes miribûn û 110 kes jî brîndar bibûn.

Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê(DAIŞ) aşkere kiriye ku wan her du êrîşên bi bombeyî yê li Meydana Tayarana Bexdayê, paytexta Iraqê pêk aniye. Di êrişê de 32 kes miribûn û 110 kes jî brîndar bibûn.

Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê(DAIŞ) aşkere kiriye ku wan her du êrîşên bi bombeyî yê li Meydana Tayarana Bexdayê, paytexta Iraqê pêk aniye. Di êrişê de 32 kes miribûn û 110 kes jî brîndar bibûn.

DAIŞê daxuyanî li ser hesabê xwe yê Telegramê daye û gotiye, armanca wan Şîe bûne.

Çi bûbû?

Duh 21ê Kanûna Paşiyê ya 2021ê li Bexdayê, Paytexta Iraqê du êrişên xwekujiyê li Meydana Tayaranayê pêk hatibû. li gorî daneyên herî kêm 32 kes miribûn û 110 kes jî brîndar bibûn.

Rayedaran ragihandibûn ku rewşa piraniya brîndaran girane û li herêmê zerar û ziyanên maddî pêk hatine.

Li Kanûna Paşiyê ya 2018an heta niha ev cara duyeme li bajarê Bexdayê êrişên xwe kujiyê pêktên.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin