"DAÎŞ di ruhê Êzîdîyên Şingalê de birîneka kûr vekirîye"

"DAÎŞ di ruhê Êzîdîyên Şingalê de birîneka kûr vekirîye"

DAÎŞ bi kirinên xwe ne tenê bi fizîkî bi ruhî jî birîneka kûr li serê êzîdîyên Şinaglê vekrîye.

A+A-

Doktora kurd Nemam Gafori piştî êrîşa DAÎŞê ya 2014ê li hember Şingalê wek doktorêka xwebexş tevî grûbêkê doktorên din yên kurd çûya alîkarîya êzîdiyan li Şengalê kiriye û ev alîkarî bi fîlmekê dokumantasîyon di 12.02.2017ê de li Stockolmê bi semînerêkê pêşkêş kir. Semîner ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hat li darxistin.

Serokê FKKSê Keya Îzol di axaftina xwe de bahsa wê yekê kir ku em kurd him wek şexs him jî wek dezgeh xwedî li kurdên êzîdî derkevin û hewilbidin zêdetir alîkarîya wan bikin.

Doktora kurd Nemam Gaforî li ser rewşa êzîdîyên Şingalê bi taybetî jin û zarokên êzîdî ku tûjî êrîşên DAÎŞê bûne, ser dermankirina wan û bi taybet jî rewşa wan ya psîkolojîk/ruhî rawestîya. DAÎŞ bi kirinên xwe ne tenê bi fizîkî bi ruhî jî birîneka kûr li serê êzîdîyên Şinaglê vekrîye.

Trajadîya ku hatîye serê êzîdîyan Numan Gaforî bi tevî hin Amerîkî bi navê ”The longest road” (Dirêjtiîn Rê) filmekî dokumentasîyon amadekirine û dixwazin pereyên ku ji vî fîlmî bi dest bixin li Şingalê li herêma Şerefdîn navendeka pewrwerdeyê bi rêk û pêk ji bo zarokên êzîdîyan ava bikin.

Ev film dê roja Çarşem 15.02.2017ê de saet di 18:00 de li Filadelfiakyrkan, St Eriksplan, Stockholm bihê nîşandan û bilêt dê vê www.zeticket.se de bi dest bixin.

fkks.se

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin