Dadgehê hemû projeyên li ser Çemê Mûnzurê betal kirin!

Dadgehê hemû projeyên li ser Çemê Mûnzurê betal kirin!

Bo Çemê Munzurê biryareke girîng: 3yemîn Dadgeha Îdareya Enqerê hemû projeyên bendav û Santralên Hîdro Elektrîk (HES) yên li Parka Niştîmanî ya Munzurê tên plankirin û Projeya Mercan a HESê ya sala 2003yê destpêkirî betal kir.

A+A-

3yemîn Dadgeha Îdareya Enqerê biryar da ku projeyên bendav û HESê yên tên xwestin li Parka Niştîmanî ya Munzurê bên çêkirin hemû bêne hilweşandin.

 

Meclîsa 'Bila Munzur  Azad Biherike' di derbarê vê biryarê de li Mezargeha Ana Fatmayê li qeraxê Çemê Munzurê civîneke rojnamevanî saz kir. Li ser navê pêkhateyan lijneyê parêzer Bariş Yildirim daxuyanî xwend û derbarê doza berdewam dikî de agahî dan.

 

Bariş Yildirim wiha got: “Ji bo betalkirina projeyên bendav û HESê yên li Parka Niştîmanî ya Munzurê ku Wezaretî pesend kiribû min di 19ê Kanûna 2011ê de doz vekiribû. Di sala 2013an de 3yemîn Dadgeha Îdareya Enqerê doza me vekirî li gor hinek raporên Zanîngehê red kir.”

 

 

Yildirim diyar ku 10emîn Daîreya Şûrya Dewletê lêkolîn li ser serledana temyiz a bo redkirina biryarê kir û di 6ê Kanûna 2014an de ew biryara 3yemîn Dadgeha Îdareya Enqerê betal kir.

 

Parêzer Yildirim destnîşan kir ku biryarên ji bo betalkirina van projeyên Çemê Munzurê hatiye dayîn ji bo hemû projeyan biryarek minak e.

 

Herwiha Yildirim da zanîn ku ev biryar projeya HESê ya li Mercanê jî eleqedar dike û ev biryar li Tirkiyê cara ewil e tê dayîn û got bi ev biyar li li Parka Niştîmanî ya Munzurê pîroz be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin