Dadgeha Bilind a Amerîkayê serlêdana Halkbankê red kir

Dadgeha Bilind a Amerîkayê serlêdana Halkbankê red kir

.

A+A-

Dadgeha Bilind a (Temyîz) Amerîkayê, serlêdana Halkbanka Tirkiyê ya daxwaza redkirina doza li ser cezayên Amerîkayê ku alîkariya Îranê kiriye, qebûl nekir.

Li gor medya Tirkiyê, 2emîn Dadgeha Temyîzê ya Amerîkayê, îro 22yê Cotmehê serlêdana Halkbankê ya daxwaza redkirina doza li ser cezayên Amerîkayê ku bi alîkariya Îranê tê tawanbar kirin, qebûl nekir. Bi biryara dadgehê, dibe Halkbank careke din li Amerîkayê bê darizandin.

Dozger, Halkbankê bi spîkirina pereyê petrolê yê Îranê tohmetbar dikin. Dozger dibêjin Halkbankê, pêştir pereyên petrolê bi awayekî neyasayî kirine zêr û paşê li gor berjewendiyên Îranê kirine pereyê kaş û ji bo veguhestina pereyên petrolê belgeyên sexte yên veguhestina xorakê amade kirine.

Herwiha dibêjin, Halkbankê di veguhestine 20 milyar dolaran bi awayekî nihênî bo Îranê alîkarî kiriye û herî kêm milyarek dolar jî li ser sîstema fînansa Amerîkayê hatiye spîkirin.

Halkbank red dike, ji ber ceza li ser neyên sepandin li Îran, Tirkiye û Îmaratê bi rêya navendên veguhestina pere û kompanyayên sexte pere spî kiribin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin