Dadgeha Amerîka li Berpirsê Ragihandinê yê DAIŞ’ ê Cezayê Heta Hetayî Birî

Dadgeha Amerîka li Berpirsê Ragihandinê yê DAIŞ’ ê Cezayê Heta Hetayî Birî

.

A+A-

Wezareta Dadê ya Amerîka doh Înê ragihand ku li berpirsê ragihandinê-propandayê yê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) û endamekî biyanî bi cezayê heta hetayî hatiye birîn.

Wezaretê dîyar kir ku Mihemed Xelîfe yê ku bi navê Ebû Ridwan El-Kenadî tê zanîn û Ebû Muthanna El-Muhacir yê 39 salî, di 2013’an tevlî DAIŞ’ê bûne û heya ku ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve di Rêbendana 2019’an de hatin girtin, di rolekên girîng de xizmet kirine.

Mihemed Xelîfe yê ku welatîyê Kanada ye û li Erebistana Saudî ji dayîk bûye.

Xelîfe bi tawanê peydakirina alîkariya madî û propagandaya ji DAIŞ re û jiber pêkanîna tawanan li Sûrîyê hatiye ceza kirin, wezaretê got.

Ew di destpêka sala 2014’an de, tevlî beşa ragihandinê ya DAIŞ’ê bûye, jiber ku Îngilîzî û Erebî pir baş dizanî.

Xelîfe wek bêjerê zimanê Îngilîzî di çend vîdyoyên tund yên DAIŞ’ê de axivîbû.

Wî ji 2016’an ve rêvebirîya torên cuda yên piştgirên DAIŞ’ê kiriye, ku werger, çêkirin û belavkirina propagandayên ku medya yên cuda yên DAIŞ’ê de belav kiribûn.

Xelîfe heta dawîya 2018’an di nav beşa medya ya DAIŞê de kar dikir.

Wezareta Amerîka ragihand ku Xelîfe di Rêbendana 2019’an de li ser navê DAIŞ’ê şer kiriye û li Ebû Bedran ya Sûrîyê êrîşî çepereke HSD’ê kiriye.

Xelîfe bi tena serê xwe û bi 3 kleş û AK-47 bombeyek avêtiye ser xaniyekî ku leşkerên QSD'ê tê de bûne.

Bombeyeke teqîyaye û Xelîfe hewl daye ku ji hundirê malê biçe banê, lê leşkerekî HSD'ê ji derenceyan ew gulebaran kiriye.

Wî dest bi gulebarana leşkerê HSD’ê kiriye û di dema êrîşê de hewl daye ku her sê bombeyên xwe bi kar bîne û herwiha piranîya cebilxaneyên xwe di dema êrîşê de berîya ku çeka wî AK-47 bixetime, bi kar anîye.

Xelîfe di 13’ê Rêbendana 2019’an an de xwe radestî HSD’ê kiriye û sala borî HSD’ê ew radestî ê FBI ya Amerîka kir.

Xelîfe di navendeke desterkirinê ya li eyaleta Virginia de dima û cara yek ê li wir di dema darizandinê ya di 4’ê Cotmeha 2021’an de hat dîtin.

Xelîfe tevahîya tawanbarîyên hemberî xwe di 10’ê Mijdara 2021’an de qebûl kiriye.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin