Dadgeh 25 meh ceza da Mehmet Ermiş, PAK şermezar kir

Dadgeh 25 meh ceza da Mehmet Ermiş, PAK şermezar kir

Bi hinceta parvekirinên di medyaya civakî de di 14 Sibatê de Endamê PAKê Mehmet Ermiş hatibû desteserkirin. Piştî 5 mehan 19ê Tîrmehê, Dadgehê 25 meh ceza lê birî. Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, şermezar kir.

A+A-

Li ser vê yekê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek belav kir:

 

"Em cezaya hefsê ya ji bo hevalê me Mehmet Ermiş ê endamê Meclîsa PAKê hatîye birîn protesto dikin

Endamê Meclîsa PAKê, hevalê me Mehmet Ermiş di roja 14ê Sibata 2018an de li Îzmîrê , bi hinceta parvekirinên wî yên di sosyal medyayê de , ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

Mehmet Ermîş 9 rojan li Emniyeta Îzmîrê girtî ma. Paşê Mehkemeya Îzmîrê ji bo hepskirina Mehmet Ermîş biryar da.

Mehmet Ermiş piştî ku 5 meh û 5 rojan di hepsê de raza, di roja 19yê Tîrmeha 2018an de derkete ber mehkemeyê û mehkemeyê di rûniştina ewil de 25 meh ceza li Mehmet Ermîş birî. Ji ber wan rojên ku di hepsê de razayî, Mehmet Ermîş hate tehlîyekirin.

Mehmet Ermiş bi şêweyên aştiyane bîr û rayên xwe nivîsiye, belav kiriye. Ev mafekî rewa yê azadiya ramanî ye. Ev biryara mehkemeyê di eslê xwe de nîşana bêtehamuliya li hemberî gelê me ye, bêtehamuliya azadiya ramanî ye.

Dewleta Tirkiyeyê divê edî qebûl bike ku, ev rêlibergirtina azadiya ramanî, rêlibergirtina rê û rêbazên  aşitiyane û demokratîk heta îro çawa ku tu pirsgirêk çareser nekiribe, ji îro pê ve jî dê tu pirsgirêkan çareser neke. Îro bi hezaran kes, ji ber fikrên xwe, ji ber parvekirinên bîr û rayên xwe, tûşî lêpirsînan dibin, mehkeme dibin, têne hepskirin û weke Rêzdar Mehmet Ermîşî têne cezakirin.

Em bangî raya giştî dikin ku, ji bo çareseriyên aşitiyane û siyasî destpê bibin û ji bo pêkanîna rewşeke demokratîk divê em zêdetir hestiyar bin û em bêjin "êdî bes e".

Em bi van bîr û hestên xwe biryara cezakirina hevalê me Mehmet Ermîş protesto dikin û em ji hevalê xwe û ji malbata wî re dibêjin derbasbûyî be."

22.07.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin