Cutkaran ji Xwadê baran dixwastin

Cutkaran ji Xwadê baran dixwastin

Ali K Yildirim

A+A-

Berfa mayê jî li cîyên zimag hellîya bû. Ji mehan Nîsan bû, wexta cut hatibû. Kalê berê ji axpînê, li der i dora gund destpêkir. Cut neziki mehekî diajut. Destpêkê da her tişt rind diçu. Giran giran ji germa Tavê herd zaha bibû, loma helkî çû helkirina zevîyê zêdetir zahmettir bibû.

Wî royê Kalê, zevîya mezin ya navbêyna Alceçayir û Çetelçayirê,  heldikir. Zevîya; bi tijî kevir û quç,  bibû weku dar, gîsîn têda nedihati xar. Kalê bi labutê pozê gîsîn rêş kir, disan '' Ya Xizir!'' got, masa xwe ya bi modil ra ser gan kir. Gayên feqir di ber karê giran jar ketibûn, keleqên wan gêhiştibûn hevûdu loma bê teqet bûn. Kalê çi jî kir, nekanî nîv gorî herd helbike.

Çend caran Kalê xwexwe da li ser bê manetîya karê Xwadê fikirîya: ''Xwadê çima carê şillîyê naşînî vê hêla. Tu dibê ji Xwadê ra karikî zor e? Hewr ew ê li ser çîyayê Surik hazir e, Ya Rab! Wan hewran bişîn vira û herdê nerm ke! Xwadê jî poz bilind bîye, qiymet nade dua û bangên kesên weku me...'' Lê her carê ji tirsa gunehkarîyê, Kalê ''Haşah!!!'' digot û ji ramanên xwe şuva dizivirîya. 

Ji ber zahmetîya cut, Kalê; vê carê, heta qirtikê tijî bibû. Hêrsa wî di poz û bewîlan da ji pufinê wî va xuya dikir, ''dibîzî bila bibîzî, ez ji çi ditirsim?''got şuvatir Xwe kom kir bi dengikî rabergerî  ''Ya Rab! De were tu bibe Hesenqazî, ez bibim Xwadê...! Kanê tu dikanî dajoy, yan na? '' got. 

Çi tesaduf roya dinê şillîkî giran lêkir, laser rabibû. Barana,bi şillî û têrî tevli hevûdu, herd; weku dîn û bulxur, dikuta. Vê carê cut îptal bibû. Her der bibû çamur. Gayên Kalê bi rast kirina der kêfa serbestîyê derdixistin. Piştê du royan kar disan keti rê. Kalê; bi xêr û xwaşî, bê qeza û bela ji her kesê pêştatir  cut xillas kir.

 Wext danê evarê bû, sîya der i dora gund feretir dibû. Kalê hat pêşîya dêrî, bendsamîyê gan vekir, berê nîr, paşê hevcar aviti ser pişta xwe û aviti hundir. Kalê gîsîn girti nav lepê xwe yê mezin û çû aviti kurinê kanîyê. Di çirtika kanîyê da ava ku dişirrî ya di ser dengê beqqan ra digirt. Apê Sebrî wê wextê gayê xwe av dida.

 Kalê hevcarê xwe avit şuvatir ''Han! Vê carê bibare...!'' got. Bi qezîya Kalê kennik bi Apê Sebrî ket. Apê Sebrî '' Ma Qazî Beg hînê cutê min û yê Nayîr heye, me xillas nekirîye, çi ecela te heye?'' got.

Kalê '' Lê!! Xwadê ser te û Nayir diskinî...? Merikê dinê bi xîret  e, karê xwe zû xillas kirîye...Tu kar i barê xwe wextê da meke, Xwadê jî ser te biskinî? Lê! tu dibê Xwadê xizmetkarê te ye...?'' lê vegerand.

 Kesên ku koma çend kesan ditîn, hatin li dora Kalê civîyan.  Dervayî Kalê, hînê kesî cut xillas nekiri bû. Her yêkî gora karê mayîn ji xwadê wext dixast. Yê kesî herî giran, hîn karê dehe rojan mabû. Piştê bazarîyîkî mezin Kalê çar roj wext da yên dinan: '' we cut xillas kir, kir! Eger we nekir ez Bangi Xwadê dikim ku baranê bişînî. Min karê xwe wextê da xillas kir, anaha xelata xwe dixwazim. Eger Xwadê wextê da baran neşand, ser kesên tembel sikinîya, va xelat kirina tembelan e. Ez tiştikî waha qebul nakim, va bê adaletî ye. Eger şillî piştê çar rojan nehat, ez derdikevim  duaya baranê li ser pozê Axdepe. Kanê Xwadê guh dide ser gotinê we, yan ji ya min? Ez dizanim ku ez rastim û Heq  i Tala jî li hela heqîqat û adaletê ye...''

Va munaqaşa û daxwaza Kalê bi rêyan meleykan gêhêştibû Xwadê. Piştê guhdarkirî kirina bûyeran, Rabbê Aleman ji herdû meleykan fikrê wan pirs kir. Yêk li gel, yêk li dij baranikî zû bû. Xwadê; ''baştire ku em vî tiştê di civinîkî berfireh da munaqaşe bikinê'' got û ji bo wî, weku serok, bangi civandina meclîsa çil kesan kir. Di civînê da dervayî Hz Muhamed çend peyxamberên din jî hazir bûn. Qerara civînê bi rêya Selmani Farsî gêhêşti meleykan. Gora qerarê ewê piştê çar rojan şillî destpêbikira. Lê ji ber ku kesên ji cut paşdamayî zêde zerar nebînîn, ewê çîzeyêkî hurik bibarîya. Bi vî rêyê herdû hêl ji bihatana razi kirin. Meclîsê nedixast dilê kesî bifirîne..

 Her tişt gora pîlanan çû. Piştê roja çaran çîzeyêkî hurik destpêkir, piştê nîv saatê birîya, paşê bi nu va dest pêkir. Destpêkê da Kalê ''We dît Xwadê qiymet dide gotina ke? Ez weqes bangi xwadê dikim; subê û evarê îbadeta xwe kemn nakim, heta naha, min rojikî ji rocîya Xizir û dew du Îmaman nerevandîye;  Heq guh mede ser min, guh bide ser ke..?'' got.

 Lê heta çend rojan çîza hurik, bi Tavê va, rol guhertin; herd carê tenekî şil dibû, paşê zaha...Cutkaran dest bi şîkayetê kiribû ''Ya Xwadanê Dunê çend rojên dinê sebir bike, em carê vî cutê xillas bikinê...'' digotin. Lê disan vizinî ketibû Kalê me;  ji karê Xwadê aciz, wî carik din dest bi duan kir, çen sure ji Quranê xwand. Wexta duan kar nekir ''Adam de dibarinî bibarîne! Tu çi bi me dilîzî. Wexta me lîstikê tune. Min karê xwe kir, anaha dora te, dora emire te ye.'' got.

 Xeber disan gehişt Heq: '' Ez çi jî dikim, vî qullê xwe, Hesenqazî nikanim memnun bikim. Cara dinê wexta min baran şand;  ji ber ku ew li cut bû, wî şîkayet kir. Lê wi wextê jî şivan i gavanan şillî dixastin. Anaha jî, yên ji cut paşda mayî baranê naxazin. Ez carikî da nikanim gîşt însanan memnun bikim. Raste ew gîşt qullên min in, ez jî weku bavikî , nikanim gîşt zaran carikî da kefxwaş bikim. Ez ê, vê carê, bi gotina Hesenqazî bikim, argumentên wî, ji yên dinan, girantirin. Wî, vê carê, xelat heq kirîye'' got û roja yêkşemê şillîyê bi rastî destpêkir.

 Cutkarên feqîr yên şunda mayî, nediwêrîyan ku ji Xwadê ra tiştikî bibêjin. Loma ew vegerîyan Kalikê min: ''gîşt suc û qebehat ye te ye! Tu, berê ser me neskinîyayî, te cut zû xillas kir. Paşê te disan ecele kir, te ji Xwadê şillî xwast. Heq jî, ji dest te,  bezar û neçar ma, loma va şillîya giran şand'' gotin. Lê Kalê ''Ji ber bêkêmasî temam kirina vazîfeyên xwe, ez ji rexne kirina Xwadê natirsim. Heq jî, weku me, berê dayîna  qeraran guh dide ser argumentên bi mantiq. Win dixazin Xwadê jî weku xwe bikin?'' li wan vegerand.

 Xelqe din, ser kirin ku çare tune, Yêkî  '' Zêde nêsiki nebin, Heq meke.. ew nifirikî dike,  ji anaha xirabtir dibî'' got. Bi vî gotinê her kes kişîya mala xwe; di binê rojingê da, li berêr ser kursîyan da runiştin da ku xwe germ bikin. Roja dinê Tav û germayî disan şuva vegerîya.

 Carik din her yêkî famn kir ku bi argumentên giran û cidî, rêya tesîrê li ser qerarên Xwadê vekirî bû.

Bi vî rêya vekiri, di davî yê da ewê adaletê  cîh bigirta. Hindik kes ji halên xwe razî, yên mayî hîn hevîya adeletê ne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin