Çîyayê Şerefdînê û Zozanên wê

Çîyayê Şerefdînê û Zozanên wê

.

A+A-

Çiyayê Şerefdînê bi zozanên xwe yên rengîn bi salane ji bo koçer û sewalkaran bûye malbendekî grîng. Bi destpêka biharê re koçer û welatiyên li wê herêmên niştecê ne dibin mêvanê av, hêşnayî û zozanên Şerefdîna rengîn.

Çiyayê Şerefdînê bi zozanên xwe yên rengîn bi salane ji bo koçer û sewalkaran bûye malbendekî grîng.

Çiyayê Şerefdînê çiyayekî li Kanîreşa Çewlîkê ye. Ji rojava ber bi rojhilat li ser zemînek berfireh dirêj dibe. Çiyayekî volkanik e. Xwedî avekî dewlemend e û çend golên avê li xwe dihewîne. Gola Berxan, Gola Bongilan û Gola Şah Melek…

Çiyayê Şerefdînê ji aliyê av û gîhayî de heremeke dewlemend e. Xwediyê gelek zozanane. Zozanên wê yên herî tê zanîn ev in: Çalkavya, Bazirganan, Qendîl û Mêrgemîr.

Şerefdîn ji aliyê  başûrê xwe ve  ber bi Çemê Mûradê pir asê ye. Li rojava û rojhilatê Bongilanê (Solhan) hin erdên  rast hene, ew jî piçûk in piranî gir û çiya ye. Li vê hêlê darên mazî pir in, darên fêkî bi taybet jî tû pir in, darên gûz û hirmiyê jî hene.

Çiyayê Şerefdînê li hêla bakur ber bi Çemê Heznawe (Hasanova) û Çemê Baskan ve nizm dibe. Ber bi Gimgimê li derdora Gundê Mîran(Çayçati) beriyek heye.Li Rojhilatê Beriya Gundê Mîran, Girê Kanîspî (1800 m.) bilind dibe. Li hêla bakur jî 3 çiya hene; li bakurê Çemê Baskan Çiyayê Çapank, ber bi aliyê Xormekan Çiyayê Greboxan (2050 m.), berbi Gimgimê Çiyayê Leylegê (2100 m.) û li paş wê jî Çiyayê Kurê.

Bi destpêka biharê re koçer û welatiyên li wê herêmên niştecê ne dibin mêvanê av, hêşnayî û zozanên Şerefdîna rengîn.

Şerefdîn bi rengîniya xwe ji şahî û şînan re malbandî kirî û  bûye mijara klamên gelek dengbêjan.

Nûçe: Dara Demiralp

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin