Ciwanên PAKê li Stenbolê, Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî!

Ciwanên PAKê li Stenbolê, Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî!

Ciwanên PAKê li Stenbolê, Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî!

A+A-

Rêxistina Pakê ya Stenbol îro, 02.07.2016 roja Şemiyê, li bû Partiyê ya Stenbol li ser Şêx Seîd û Hevalên wî semînerek hat lidarxistin. Semînera ku ji aliyê Ciwanên PAKê ve hat lidarxistin  di seet 15:30 de dest pê kir û di seet 17:00 de dawî bû.

Semîner, ji bo Şehîdê Kurdistanê rêzgirtin û bi xwendina Ey reqîp dest pê kir. Pêşkeşvanên vê semînerê endamên Ciwanên Pakê  Şevket Dogan, Evîn Firat, Newroz Guncektî bûn.

Ji pêşkeşvanan Şevket Dogan,  jiyana Şêx Seîd û malbata wî, têkiliya wî û Rêxistina Azadî çawa buye behsa wan kir. Dogan, got Şêx Seîd çiqas di şexsê xwe de li ser oldariyê were nasîn jî serhildan oldar nebûye, serhildanek ji bo mafê Kurd û Kurdistanê ye.  Bi dayina mînakan jî got “Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî, Şêx Evdisselam Barzanî, Qadî Mihemmed û heya ê Omer Muhtar çawa bi mirovên oldar  werin nasîn netewî ne, serhildana Şêx Seîd  bi navê mirovêk oldar were nasîn jî wek wan netewî ye.”

Evîn Firat, di derheqê despêka serhildanê û çawa bi dawî bûye, çawa têk çûye agahî da. Behsa serhildana Beytûşşebapê ku çend meh pêşiya  Serhildana Şêx Se’id de dest pê kiriye kir. Û li ser têkilya van herdu serhildanan sekini. Firat ji bo têkçûna serhildanê jî weha got: “Serhildan ji wextê xwe zûtir dest pê dike, serokê wek Xalit Beg û Yusuf Ziya Beg di girtîgehê de bûn, alîkarî nedana henek eşîran û ji ber dewletên wek Fransa li alê dewleta Tirk cîh digirin serhildan nagihêje armanca xwe.” Firat, xiyaneta ku wek serhildanên bere divî serhildanê de çawa hatine kirin behsa wan jî kir.

Newroz Gunçektî jî, pişte têkçûna serhildanê ji bo hiquqê pêvajoyek çawa hatiye meşandin behsa wê kir. Got  ji bo qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî dadgehek taybet ji bo vî pêvajoyê hatiye damezrandin û li ser wê agahî da.  Gunçektî, gotinê M. Kemal ku li meclise ji bo serhildana Şêx Seîd kiriye bîranî û got, Komara Tirkiyeyê di dîroka xwe de ê ku li hember wî sekinîne her daîm bixwîn û zordariyê wa têk biriye. Ji vê polîtîkayê herê zede Kurdan zirar dîtiye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin