Civîna Rawenda Kurdên Diyaspora pêk hat

Civîna Rawenda Kurdên Diyaspora pêk hat

Swêd 10-02-2018 Rêxistinên sivil yên Kurdên Diaspora li Stockholm civiyan!

A+A-

Rewenda Kurdên Diyaspora bi beşdariya 14 rêxistinên demokratîk yên Kurd ji 8 welatên cuda li Stockholmê civîna yekemîn li dar xist. Civîn li ser banga Fedesyona Komeleyên Kurd li Swêdê hatibû organizekirin.

Beşdarên civînê , Federasyona Komeleyên Kurd li Swêd, Federasyona Komeleyên Kurd li Danmark, Kurdish EU Society, Rawenda kurdên Norwej, Federasyona Komeleyên Kurd li Finland, Hevkar, Civata Kurd li Almanya, Komkar EU, Federasyona Kurd li Rusya, Hevaltî, Yekîtîya Ciwanên Demoqrat – Rojava, Federasyona Kurdên li Kazakistan, Fedrasyona Kurdên li Kirgizistan ê bûn.

foto-2.jpg

Civînê bi rêzgirtina cangorîyên Kurdistanê destpêkir.  Moderatorê civînê Mardin Hêja Baban bû. Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Swêdê  agahdarî da beşdara û axaftinek kir. Bal kişand ser rewşa aloz ya her çar alîyê Kurdistanê û binxet kir ku temamê Kurdistanê di demek pir nazik de derbas dibe. Divê kurd çawa dijminê me dibin yek û dixwazin destkeftinên kurdan ji dest wan derxin , kurd jî yek bin, bi yek dengî, yek rengî xwastinên dijminan pûç bikin.  Li ser rewşa kerkûkê û Efrînê rawestiya. bi kurtayî li ser encama civînê sekînî û agahdarî da beşdaran.  Diwan hat hilbijartin , di diwanê de Adnan Agacan, Roza Kurdî, Kahraman Evsen û Bilal Görgu hat hilbijartin. Protokola civînê bi kurdî û ingilizi hate nivîsandin

Di civînê de rewşa sîyasî ya Kurdistanê, xebatên saziyên sîvîl û demokratîk li Ewrûpayê hat nirxandin, federasyon û komeleyên ku beşdar bibûn agahdarî li ser kar û xebata xwe dan beşdaran. Rê, rêbaz û prensîbên xebata koordînasyonê hat nîqaş kirin û hate pejirandin.

foto-3-001.jpg

Biryar hate dayîn ku Rawenda Kurdistanîyên Diyaspora li ser prensîbên demokratîk dê karê xwe bimeşîne. Rawenda Kurdistanîyên Diyaspora rêxistinek sîvîl û cîvakî ye, bî tu awayî gîrêdayî tu partîyên sîyasî û dezgehên olî nîne. Civîna Rewenda Kurdên Diyaspora ji aliyê sê televizyonên kurdî  zindi hate weşandin û hevpeyvîn bi gelek beşdaran re hate kirin.

Di civînê de  biryar hate dayîn ku  hazirîya civîneka berfirehtir di salvegera referandûma dîrokî ya Kurdistana Başûr, 25 îlonê de li Brukselê pêk bîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin