CISST: Girtîgeh ne li gorî mafên zarokan e

CISST: Girtîgeh ne li gorî mafên zarokan e

.

A+A-

Li gorî raporê di sala 2017ê de hejmara girtiyên zarok hezar û 500 bû, lê di sala 2021ê de ev hejmar ketiye û sedama wê jî tedbîrên Covid-19ê yên li girtîgehan e.

Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Cezakirinê de (CISST) rapora xwe ya bi navê “Zarokên Girtî: Rêgezên Cezakirinê û Şertên Girtîkirinê” weşandiye.

Cansû Şekerciyê rapor amade kiriye û di raporê de hatiye gotin uk Wezareta Dadê îstatîstîkan derbarê girtiyên zarok de bi rêk û pêk naweşe û zanyariyên derbarê zarokan de kêm in.

Her weha diyar kiriye ku CISSTê ji bo jimara girtiyên zarok serî li Wezaretê dana lê Wezaretê bersiva pirsên wan nedaye.

Di dewama raporê de CISSTê destnîşan kiriye ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dest ji weşandina îstatîstîkên girtîgehan berdabû û di serê 2021ê de careke din dest bi weşandinê kiriye.

Li gorî raporê di sala 2017ê de hejmara girtiyên zarok hezar û 500 bû, lê di sala 2021ê de ev hejmar ketiye û sedama wê jî tedbîrên Covid-19ê yên li girtîgehan e.

CISSTê di raporê de behsa wan jinan jî kiriye ku pitikên wan yên temenê wan di navbera 0-6ê de hene û li girtîgehan tên girtin.

Beşek ji rapora CISSTê wiha ye:

  • Ji bo girtiyên jin, ên ku zarokên wan ên 0-6 salî, tedbîrên serbestiya bikontrol li şûna girtinê bên standin û ev mecbûrî be, ji bo jinên hukimxwar jî metodên cezakirinê yên alternatîf werin bicihanîn. 
    • Di kurttîrîn demê de divê polîtîkaya dadê ya ji bo ciwanan were diyarkirin û çi girtî yan jî negirtî werin dadgehkirin, divê ji bo kesên di zaroktiya xwe de hatiye îdiakirin ku sûc kirine, bi awayekî berfireh ji nû ve were sazkirin. 
    • Tedbîrên parastin û piştgiriyê, divê bi armanca pêşîlêgirtina li sûcan jî were bipêşxistin û bicihanîn. 
    • Kesên bi îdiaya di dema zaroktiyê de sûc kirine û hatine girtin, ji bo wan divê kêmtirîn dema serbestbûna wan a ji girtîgihan ji nû ve were sazkirin, modelên serbestiya bikontrol a ji bo guncaniya wan a bi jiyana derve re di sîstema cezakirinê de bên pejirandin. 
    • Girtîgeh ne li gorî mafên zarokan in. Ji ber wê divê dest ji girtina zarokan berdin û li gorî xala 37an a Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî qanûn werin guhertin. 
  • Bianet
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin