Cindirês di bin bombebarana tirkan de ye!

Cindirês di bin bombebarana tirkan de ye!

Êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Suriyê li hember Efrînê berdewam in. Ev 4 roj in ku, firokeyên cengî ên Artêşa Tirkiyê bajarokê Cindirisê bombebaran dikin û îro serê sibê êrişen ezmanî bihêztir bûne.

A+A-

Di encama bombebarankirina Artêşa Tirkiyê ser Cindirisê 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Her weha tê gotin ku, ava vexwarinê li Efrînê di encama êrişên hewayî ya firokeyên Artêşa Tirkiyê hatiye birrîn û nêzîkî nîv milyon kes rûbirîyî bêavî mane.
 

Çavkaniyên ji herêma Efrînê didin zanîn ku, hêzên Tirkiyê û hevpeymanên wan gihiştine nêzîkî gundên Kanî Korkê, Zilaqî, Til Hemo û Celemî. Herweha tê gotin, hêzên Tirkiyê gihiştine bendava Meydankê jî.
 

Gelek kesên sivîl li derdora gundê Meydankê li ser êrişen artêşa Tirkiyê birîndar bûne û 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin