Çîn: Vîrusa Korona di Rojekê de 242 Kes Kuştin

Çîn: Vîrusa Korona di Rojekê de 242 Kes Kuştin

Vîrusa korona ya ku bi navlêkirina Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bû Covid - 19, do Çarşemê li Hubei ya Çînê 242 kes kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Vîrusa korona ya ku bi navlêkirina Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bû Covid - 19, do Çarşemê li Hubei ya Çînê 242 kes kuştin.

Karbidestên Çînê roja Duşemê ragihandibûn di rojekê de 108 kesan jiber Covid 19 jîyana xwe ji dest dane.

Berpirsên saxlemîyê dîyar dikin ku bo tespîtkirina Covid - 19 êdî tomografîya bi komputer tê karanîn û jiber vê hejmara kuştîyan bilind bûye.

Berî tomografîya bi komputer, testa RNA dihat kirin û encamên wê jî di çend rojan de derdiket.

Li gor daneyên dawî, Covid - 19 heta niha ketîye canê 48,206 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin