Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

ÇIMA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ QELS KET ?

A+A-

Neteweperwerî, têgehek (kavram) niqaşbar e. Di dinya akademîkî de li ser vê têgehê nêrînek yekgirtî tune. Lê di van salên dawî de, teorîya nasnameyê (identity theory), îzahatekî zela ji neteweperwerîye re tîne.

Ev teorî, pirsê di çerçewa felsefa hebûnê (ontolojî) de, dinirxîne. Bi vî awayî, li hember êrişên derva, parastina hebûn û nasnameya netewe xweştir tê fahmkirin. Mirov baştir tê digîhîje, çima kesên xwedî hişmendîya neteweperwerîyê, bêyî ku hev nas bikin, dibin xwedî helwestek hevbeş û ger ku biqewime, xwe ji bo welat û neteweyê xwe feda dikin.

Ev helwestgirtin bûye tezahura pêvajoyek ku bi sedan netewe, di çerçewa vê nêrîna neteweperwerîyê de, deweletên xwe ava kirine. Hijmarên van dewletan, roj bi roj, zêdetir dibin. Li Ewrûpayê di salên 1800´î de 8 dewlet hebûn. Hijmarên van dewletan, di 1900´î de bûn 25. Îroj li Ewrûpayê 46 dewletên neteweyî henin. Ev trend li hemû dinyayê bi vî rengî ye.

Pêvajoya dewletavakirinê, ne hêsan e. Ji ber ku, ji bilî çend dewletan, di piranîya netewe-dewletan de dijayetîyên neteweyî heye; sînorên kulturî û yê sîyasî yên van dewletan ne li hev in. Bi gotineke din, dewletên heyî, ji bo hinek neteweyan bûne deshilatdarî û pêşketin, lê ji bo hinek neteweyan jî bûne zîndan.

Îdeolojîya ji zîndanderketinê û çareserkirina vê pirsgirêkê neteweperwerî ye. Kurd, wek neteweyek bê dewlet, perçeyek ji vê pêvajoya navdewletîne û dive xwe bi vî çekê hişmendîtîyê rapêçin.

Neteweperwerîya Kurdi li ser sê sitûna avakirî ye

Neteweya kurd, bi destxistina mafên neteweyî, wê li ser axa qedîm, bibe desthiltdar. Ev deshilatdarî li ser sê sitûnên esasî tê evakirin: cografya netewe, zimanê netewe û navê netewe. Hêjayê gotinêye ku ev her sê sitûn jî ne xwedî karakterek sinifî ne. Bi gotineke din; cografya, ziman û navê netewe, çi sermîyandar û çi karkêr, aîdê hemû ferdên netewe ne.

Cografya Kurdistanê, ne tenê bi dewlemendîyên xwe yên aborî û xweşikîya xwe ya fizîkî bi qedir e, lê ew her ewha, wek qada bîranînên tarîxî û kulturî, bingehê mêjîyê kolektîî yê Kurdan e.

Zimanê kurdî, bi hemû zarava û devokên xwe, bûye unsura esasî ya neteweyê Kurd. Di tarîxê de her netewe bi tayibmendîyên wek rengê çermê xwe ya jî ola xwe, jîyana xwe domandîye û xwe li hember ”yên dinê” parastîye. Herçî rewşa kurdan e, ew, him bi rengê xwe û him jî bi ola xwe ji dagirkerên xwe ne dûr in. Lê yê ku wan ji ”yên dinê” cuda dike zimanê wan e. Loma jî zimanê Kurdî ne tenê wasita danûstendinê ye, ew herewha xwedî fonksîyonek sîyasî ye jî.

Navê Kurd, bûyerek sosyolojîkî ye ku di destpêkê de ji alîyê yên dinê ve li Kurdan hatîye danîn. Ger ku em pêvajoyabinavkirina navê qewm û welatê kurdan bi çavkanîyên îslamê bidin destpêkirin, ew ji alîyên cîranên xwe ve, wek Arz-î Ekrad, Sahra-î Ekrad, Bîladul Ekrad, Rem-î Ekrad hatine binavkirin. Ev nav, di nava pêvajoyê de dibe nasname. Nasname, ji bo neteweyan, xwe bi ”yên dinê” re muqayesekirin e, ji bo desthilatdarîya neteweyî, helwestgirtin e.

Kurd xwe tarîf dikin;nav û aîdîyet dibe nasaname

Xwe tarîf kirin destpêka neteweperwerîyê ye. Bi vê rûdanê, aîdîyeta sosyolojîkî dibe nasnameya îdolojîkî û sîyasî.Pêşengê ve helwestê,întelektuelêKurd in. Li Kurdistanê, ev pêvajo di dawîya sedsala 16´an de, bi Şeref Xanê Bedlîsî(1543-1603) destpêkirîye. Ahmedê Xanî(1650-1707), vê hişmendîyê pêşve dibe û rêya dewletbûyînê destnîşan dike. Ev neteweperwerî, bi deh salan, di medrese û dîwanên mîrektîyan de, wek lembayek nevemirî xwe dide domandin. MeleMahmûdê Bazîdî (1797-1863) dide pey rêya Xanî, berhemên xwe bi Kurdî dinivisîne. Ew, di warê edebîyatê de heyamek nû li dar dixe, li kêleka nivisandina şiîr, nivisandina metnên nesir li edebîyata Kurdî zêde dike. Di heman demê de, Hecî Qadirê Koyî (1817-1897), li koşeyek din yê Kurdistanê alaya neteweperwerîyê hildigre.Mîr Celadet(1893-1951), danerê elfabeya Kurdî ya latînî,  kurmancîya şîrîn bi cil û libas dike û çiraya neteweperwerîyê li deşt û zozanê Kurdistanê digerîne.

Netewperwerîya Kurdî dibe xwedî rêxistin

Berxwedana neteweya Kurd, di destpêka salên 1900´î de, dibe xwedî hişûmendîyek teze. Kategorîyaîntelîjensîyaya Kurd, dibe pêşengê vê dozê. Ev întelîjensîya, ji mele û feqîyên medresan, beg û eşrafên bajaran, xwendekarên zanîngehan û efseran pêk tê.

Ev sinif, bi Meşrutîyeta Duduyan (1908) re, li Îstenbol, Bexdat, Musil û Diyarbekirê civîn û hevîdîtinan li dar dixe, dikeve nava hewildanên avakirina tevgerên sîyasî. Piştî şerê yekem, bi têkçûyîna Osmanîyan re, pêşengên sîyasî yên kurd, bi rêxistinên xwe dertênqada sîyaseta navneteweyî û doza deshilatdarîyê dikin. Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, Komîteya ÎstîklalaKurdistanê (Azadî) û Xoybûn sê rêxistinên esasî yên wê demê ne.

Di rêxistinên vê heyamê de, pêşengîya sîyasî û ya civakî li hev in. Bi gotineke din, gelek kesên ji rêveberîya sîyasî, di heman demê de, rêveberên civakî ne jî. Ew, hêza xwe ya sîyasî, ji giranîya xwe ya civakî distînin. Ev yek, ji bo îstîkrar û berdewamîya hereketa sîyasî faktorek grîng e.

Rêveberên Cumhûrîyeta Tirk, hay ji vê yekê hebûn. Loma jî ew, herî zêde, erişê vê beşa kurd kirin. Bi sirgûn, darvekirin û terora sîyasî, pêşengên civakî tune kirin, guvdeya kurd bê serî hiştin. Neteweperwerîya kurd, piştî van êerişan, gelek lewaz ket. Ev yek, li Bakûr bû wesîla bêdengîyek dirêj.

Rûdanên neteweperwerî yên salên 1960`î nikaribûn rê li lewazîyê bigrin û alternatîfek jîndar ava bikin.Hewildana yekem ya ber bi çav, partîya di binê serokatîya Saît Elçî, Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDKT), bû.  Ev partî, ne xwedî taqeta hilgirîya barê neteweyî bû. Partîya ku xwe bi serokatîya Saît Kirmizîtoprak, bi navê Partîya Demokrat a Kurdistan li Tirkîyê (KDP-T) organîze kiribû, piştî demek kurt, hat hilweşandin.

Kurdayetî, di dawîya salên 1960`an de, bi navê Devrîmcî Dogu Kulur Ocaklari (DDKO), xwe tanzîm kir. Pêşengênvê tevgerê xwendekarên kurd yên zanîngehan bûn. DDKO´yan şaxên xwe li Kurdistanê jî ava kirin. Ev rêxistin jî, bi midaxeleya eskerî ya 12 adara 1971`an hatin girtin, rêveberên wan hatin hepiskirin.

Çebgir dibin pêşeng

Gelek ji kadroyên DDKO´yê xwe gihandin nifşê kurd yên nû. Ev hevgirtin, pêvajoyek sîyasî ya nû li dar xist. Bi vê midaxeleyê, di nîvê 1970´an de hereketa kurdî gul veda; bi hezaran ciwanên kurd xwe berî qada sîyastê dan. Kurdayetî, bi hişmendîya wê demê, rengek nû wergirt.

Rêxistinên wê demê, pirsa kurdî, di çerçewa îdeolojîya marksîzm-lenînîzmê de nirxndin. Di programên xwe yên sîyasî de, civatek komunîst, wek hedefek esasî hat destnîşankirin. Çareserkirina pirsa kurdî, ji bo gihîştina wê merhalê, wek navberek sîyasî hat formulekirin. Bi gotinek din, pirsa neteweyî wek instrûment hat dîtin.

Li gor wê îdeolojîya unîversîyal, pirsgirêkên heremî, perçeyek ji pirsgirêka sinifa karkêr ya giştî bû. Çareserkirina pirsgirêk û îtîfaqên derva û yên hundirî, divê  li gor vê perspektîfê bûna. Ev nêrîn bû wesîle ku hinek rêxistinên me, bi navê înternasyonalîzmê û dij-emperyalîzmê, dagirkerên Kurdîstanê wek mutefîk û dost nirxandin;bi vê hişmendîyê, hereketa neteweyî ya Başûrê Kurdistanê hat mahkûmkirin û êrişên baasîzmê yên li ser kurdan, wek karek qenc hat dîtin.

Li alî din, hêzên kurd yên xwedî nêrînên cuda, li gor normên wê îdeolojîyê, bi sifatên neqenc hatin binavkirin. Her rêxistin, yên dervayê xwe bi oportunîstîyê sûçdar dikir.Rêxistin; li gor sîyaset û bercewndîyên Moskova, Pekîng û Tîranê bûbûn xwedî helwestên cuda; enerjîya Kurdistanî li dij hev dihat bikaranîn.

Ev yek, ne tenî dibû rêgirê pêşketina sîyasî, lê di warê hişmendîya neteweyî da jî tahrîbatek mezin bi xwe re dianî. Ji ber ku li gor marksîzmê-lenînêzmê, neteweperwerî, îdeolojîya burjuwazî bû û divê batana elîmînekirin.  Gotina ”Neteweperwerî” wek sifatek piçûkxistinê dihat bikaranîn.

Bi êrişên PKKê, hişmendîya neteweyî ket rewşek xerabtir

Rêxistinên wê demê, tevê îdeolojîya xwe ya çepgir jî, Kurdistanî bûn, xwedî fahmek paqij bûn. Ew, di warê ziman û çanda kurdî de karên gelek hêja kirin. Tiştê herî muhîm, ew bi serê xwe bûn, bi destê xwe bûn.

Mixabin, îroj, hereketa kurd ketîyê destê PKKê. Ev rêxistin, serê çil salane ketîye pêsîra neteweyê kurd û wê li pey xwe kaş dike.Bi deh hezaran keç û xort şehîd bûn, lê ne buhustek ax hatîye azad kirîn û ne jî mafekneteweyî hatîye bidestxistin.

Ev hereket, bi îdolojîyek naylon û bêbingeh, li pey avakirina civakek îdeolojîkî li Rojhelata Navîn û tevayîya Dinyayê ye.  Di vê îdeolojîyê de tu destkeftîyek kurdî tuneye. Berevacîyê wê, Ji bo wan, maf û desthilatdarîya neteweyî, xerabîya herî mezin e. Ew, li her çar perçeyê Kurdistanê, destkeftîyek neteweyî,  ji bo îdeolojîya xwe tehdît dibînin û erişê wê dikin.Neteweya kurd,bi destê vê hereketê ketîye rewşek wusa xerab ku ew xwezî ya xwe bi ”kefendiz” tîne.

Îdeolojîya avakirina civakek kurdî, neteweperwerî ye

Ev rewş divê biguhure. Neteweyê kurd divê bighîje mafên xwe û li ser axa bavûkalan bibe deshilatdar. Ev yek, bi hişmendîya neteweperweryê pêk tê. Ji ber ku li her derê dinyayê, neteweperwerî, îdeolojîya avakrina civakên neteweyî ye.

Ew karwanê ku di pêşengîya Şeref Xanê Bedlîsî û Ahmedê Xanî de bi rê ketîye divê bighîje menzîla xwe. Ev menzîl, li her perçeyê Kurdistanê desthilatadarîya neteweyî ye û Kurdistanek yekgirtî ye.

Bêşik, ev tahrîbatên civakî û îdeolojîkî ew dê tesîra wan tim hebe. Bi destê kemalîzmê qirkirina pêşengîya civakî, wê valayîya xwe tim nîşan de. Em nikarin sosyolojîya sed sal berê ji para bînin û pêşengên civakî; axa, beg, mîr û serokeşîrên xwe têxin xwedî statûya wan ya berê. Lê em dikarin di warê hişmendîyê de, kurdayetîyê pêş pixin, wê bikin îdeolojîya hevgirtin û serkeftina sîyasî.

22.09.2029

Salim Çelîker

Önceki ve Sonraki Yazılar