Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de

Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê de

Kurmancîya wê: Zîya Avci

A+A-

Bi minasebeta 29 salîya şehîdkirina birêz Ebdurrehman Qasimlo, ez dixwazim kurtîyek ji destpêka kitêba wî “Çil Sal Xebat Di Rêya Azadîyê” de pêşkêşî xwendevanên hêja yên “Rûpela Nû” bikim. Bi hêvîya ew perspektîfa di vê kurtenivîsê de tê pêşpêş kirin ji me re rêberîyê bike.

Zîya Avci

Çil sal di dîroka partiyeke siyasî de ne demeke kêm e. Bi taybetî eger wê partiyê di van çil salan de xeta xwe ya giştî neberdabe û karîbûbe bi ser gelek zor û zehmetiyan de biser bikeve, roj bi roj bihêztir û binifûztir be, rêk û pêktir ber bi pêş ve biçe û li armancên xwe yên giştî nêzîk bibe.

Nasîn an nasandina dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di şert û mercên niha yên xebata me de, gelek pêwîst e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, wek hemî bûyereke civakî, destpêkek wê heye, xwediyê şert û mercên taybetî yên damezirandina xwe ye û her wiha ji riyeke dûr û dirêj derbas bûye heta ku gihiştiye îro. Nasîn an nasandina dîroka partiyê, beriya hemî tiştî ji ber vê ye, ku em ji tecrûbeyên xebata gelê xwe û partiya xwe ders werbigrin. Du milên vê derswergirtinê hene: milekî ew e ku em bi xwe ji hemî wan tecrûbeyên baş ku bi bihayeke gelek giran bi destê partiya me ketine, di rojên xebata xwe yên bên de îstîfade bikin, bi awayekî ku dîrok ne tenê boriya partiya me ronî bike, belko heta derecekê zêde rênîşanderê xebata me ya rojên bên jî be. Li milekî jî ew e ku di dahatî de em xwe ji şaşî û tehrîfatan biparêzin ku partî di rojên borî de lê rast hatiye.

Di muddetê van çil salên han de, du neslên nû di Kurdistanê de rabûne. Beriya van herdu neslan jî, nesla damezirênerên partiyê hebû, lê mixabin ji wan ên ku partiyê demezrandine, ji bilî çend kesan pê ve kesek nemaye. Rastî ew e ku ew nesla damêzirênerên partiyê, niha roleke wan di têkoşîna partiya me de tune. Ji ber ku hejmarek ji wan şehîd bûn, piraniya wan jî piştî têkçûna Komara Kurdistanê dev ji xebata siyasî berdan. Wezîfeya wê neslê her damezirandina partiyê bû û pişt re jî hiştina partiyê ji nesla piştî xwe re bû.

Nesla duduyan ew kes in ku piştî paşvekêşiya sala 1325 (1946)an heta niha, ku piştmazî û hêza eslî ya rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûn. Ev, ew nesl e ku gerîner û rêvebirên partiyê yên heta şoreşa 1357 (1979)an bûne. Her çend, bi taybetî piştî biserketina şoreşa 1357 (1979)an gelek endam, kadro û heta rêvebirên nû jî hatin nav rêzên partiyê, lê heta niha jî her nesla duduyan e ku rola esasî ya rêvebiriya kar û barên partiyê di destê wan de ne. Eger nesla damezirêner bi xwe agahdarê şert û mercê damezirandina partiyê bûye, ev nesla han, nesla duduyan û bi taybetî yên piştî şoreşa sala 1357 (1979)an ku ketin nav rêzên Partiya Demokrat agahdariya wan a di derheqê boriya partiya me de kêmtir e. Lê ji bilî van nesleke din jî heye, ku ew jî nesla nû ye. Temenê van ê ketina nav rêzên partiyê deh sal e, piraniya wan endamên sade ne, yan pêşmerge ne. Agahdariya wan di derheqê dîroka partiyê de gelek kêm e. Ji ber vê, gelek pêwîst e ku dîroka van çil salên han, heta ku bi kurtî be jî, li ber çavên van herdu neslan, endaman, alîgiran, gişt gelê kurd û hemî xelkê Îranê bê raxistin.

Bîranîna çil salan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, firseteke baş e ku em bikarin li ser dîroka partiyê bisekinin û qet nebe kurtiyeke ji vê dîroka gelek hevraz, nişûv û xwînavî rayêxin ber çav ku ciyê îftîxara hemî gelê kurd e. Eşkere ye ku dîroka bi tekmîl a partiyê dibê pişt re di firseteke baştir de bê nivîsandin. Ev, tenê kurtiya dîroka wê ye. Mebest ji kurtedîroka wê, zêdetir analîza borî ye, ne raxistina bûyer û faktan li ber çav e. Dîrok, ne faktografî ye. Ne jî nivîsandina bûyeran li rexê hevûdu û rêzkirina bûyeran li pey hev e. Dîrok, peydakirina peywendiyan ji nav bûyeran û nîşandana wê ye, ku ev bûyerên han çawan tesîr li ser hevûdu dikin, çawan diguherin û çawan berfireh dibin. Bi taybetî dîrok ranaweste û ranawestaye. Dîrok, xwediyê dînamîzma xwe ya taybetî ye, xwediyê hêzeke hander e.

Mebest ji nivîsandina kurtedîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, analîza serpêhatiya partiya me û analîza rewş û halê çil salên borî ye. Ji bo nivîsandina dîroka bi temamî ya partiya me, hem pêwistiya gelek belge û materyalên din heye, ku niha di şert û mercên xebata çekdarî de ne li ber dest in û hem jî ew dîrok ji aliyê kesekî tenê ve jî nayê nivîsandin. Dîroka partiyeke xwediyê borî ya wekê Partiya Demokrat, eger di şert û mercê şoreşê de bê nivîsandin, dikare rastê du şaşî û kêmasiyên mezin bê:

Yek: di dema şoreşê de, wext û îmkan kêm e û kêm kes dikare wext û îmkana xwe ji vî karî re amade bike.

Dudu: gelek çavkanî ku di şert û mercên normal de bi rehetî bi dest dikevin, di şert û mercên şoreşê de, bi taybetî li ser çiyayên Kurdistanê kêmtir li ber dest in. Ji ber vê jî, ev yeka ku em wekê kurtedîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkêş dikin, ne dîroka temam û tekmîl a vê partiyê ye. Mumkun e bibe çavkanî ji dîroknivîsan re ku di dahatî de dîroka bi tekmîl û temam a partiyê binivîsin. Ew yeka li vir ji xwendevanan re tê pêşkêş kirin, zêdetir dimîne wek komek bîranînên di derheqê dîroka partiyê de.

Di nivîsandina dîrokê de, dibê ev yek di bîra me de be, her çi tiştên wê demê yên divê li ser bên nivîsandin, dema ku zeman bikeve navberê û dem bi ser re derbas be, girîngiya bûyeran baştir tên dîtin. Heta em di nav dîrokê de bin, heta navbir nekeve nava me û dîrokê, girîngiya bûyeran bi tevayî diyar nabin. Wek nimûne: dema navbera  salên 1324-1325 (1945-1946)an ên Komara Kurdistanê ji me re xwediyê girîngiyên dîrokî ne, lê mumkun e kêm ji wan kesên ku wextî Komara Kurdistanê di nava partiya me de yan di nava dezgahên komarê de kar dikirin, giringiya vê komara han bi wî awayî fehm kiribûn ku îro em tê digihin.

Lê zerarê vê dûrketinê jî heye. Niha ku piştî çil salan em dixwazin dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê û Komara Kurdistanê binivîsin, gelek bûyer baş di bîra mirov de nemane, gelek belge telef bûne, kêm kes ji wan kesên di wextî xwe de beşdarê tevgerê bûne dijîn. Bi taybetî di Kurdistana Îranê de, ji ber bi çendîn car êrîşên polîsan li ser endam û terefdarên partiyê, gelek belgeyên baş hatine şewitandin, wenda bûne yan ji aliyê rejîma şahînşahî ve dest danîne ser. Bi awayekî wisan ku eger rojekê em bixwazin bi tevayî û bi tekmîl dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê binivîsin, mumkûn e arşîvên Şûbeya Duduyan a Arteşê û SAVAKa kevin ji bo vê mebestê çavkaniyên gelek baş bin.

Gelek caran biyaniyan li ser dîroka Kurdistanê û li ser tevgerên gelê kurd nivîsandine. Hinek ji wan nivîsan gelek bi feyde ne, lê, ji ber nezanîna ziman û nenasiya welêt gelek car jî şaşî û diqetsizî di wan de hene. Ji ber vê, li ser milê rewşenbîran û kesên xwediyê nezera partiyê wezîfeyeke ku di pêş de bi xwe dîroka partiya xwe binivîsin. Ev karê han mumkûn e bibe pêşîlêgirtina gelek şaşî û diqetsiziyan û her wiha gelek analîzên ne durûst û ne rast li ser boriya partiya me û bi giştî xebata gelê kurd a li Kurdistana Îranê. Li hemberî vê, eger kurdek bi xwe, bi taybetî eger endamekî partiyê be, dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê binivîse, bêguman ew tirs tê de heye ku nekare xwe ji bêterefiya analîza bûyeran biparêze. Di cih de ye ku ev mesele li vir bê ronîkirin, ku rêzgirtina li zanistiyê, pêwîst e bûyeran bi awayî ku qewimîne û fakt bi awayî ku hebûne bên nîşandan, ew neyên guherandin. Di vî warî de nabe destkarî tê de bê kirin. Di vir de bêterefiyeke ku jê re “objektîfî” bûn tê gotin bê parastin. Çunkî di raxistina bûyeran a ber çav de, objektîfî bûn neyê parastin an dîroknivîs bi kêfa xwe bûyeran biguherîne, dîrok rewşa xwe ya zanistiyê wenda dike. Lê li milekî din dîroknivîs ku kurd be û endamê Partiya Demokrat jî be nabe terefdarê xebata xelkê Kurdistanê ya ji bo azadiyê û sitandina mafê çarenivîsa xwe nebe. Ji ber vê, bêterefbûn di raxistina bûyerên dîrokê li ber çav de, bi terefdariya xebata xelkê Kurdistanê re ku terefdarê heq û rastiyê ye, natebayî pêk nayne.

Dîrok ne çîrok e. Ji ber vê yekê,  mimkun e hinek car nivîs hişk bên ber çav. Dîrok, zanist e, zanisteke civakî ye. Eger em bixwazin dîrok payeya xwe ya  zanistiyê biparêze, hemî car ew bi rewan û sade nayê nivîsandin. Vêca ji ber vê, her çend gelek hewil hatiye dan ku kurtedîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rewan û sade bê nivîsandin, lê carên wisan hebûne pêwîst bûye rewanî û sadeyî fedayê zanistiyê bin, gereke ev ji hev bên veqetandin.

Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ne dîroka çend rêvebiran, çend kadroyan û çend endaman e. Dîroka bi sedan, bi hezaran endam û şehîdan e. Di rastiya xwe de, dîroka hemî xelkê Kurdistanê ye. Çunkî, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji xelkê Kurdistanê û xelkê Kurdistanê jî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê nikare bê cihê kirin, ji vê jî zêdetir, dîroka Partiya Demokrat beşeke ji çavkaniya dîroka seranserî Îranê ye. Me got ku dîrok xwediyê dînamîzmek e, hêzeke wê ya hander heye û ev hêza hander a dîrokê jî gel e. Ji ber vê,  dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rastî jî dîroka xebata gelên ji bo azadiyê û sitandina mafê xwe yê rewa ye.

Ev dîrok, bi qehremaniya hezaran şehîdên nemir hatiye tijî kirin ku ruhê xwe di riya azadiya milletê xwe de feda kirine; bi sedan lawên fedakar ku bi salan ji bo rêvebirina kar û barên partiyê zehmet kêşane, gelek car bi mehan û bi salan karên nehênî di bajaran de kirine yan li gundan û li çiyayên Kurdistanê yên bê serî û bê binî di nav çûn û hatinê de bûne, bi hezaran lawên qehreman ku bi dehan sal di zîndanên rejîma şahînşahiyê û rejîma Xumeynî de rastî îşkence û eziyetan hatine, ew hemî qehremanên partiya me û yên gelê me ne. Lê tenê qehremanekî dîroka çil sal xebatê yê eslî heye, ku ji destpêkî heta niha tekesiwarê meydana xebatê ye, gelek hevraz û nişûvan dîtiye û gelek tehl û şûriyan tam kiriye, rastê şikestinê hatiye, lê bêhêvî nebûye û biserketiye, lê cardin pey pozbilind nebûye, pêş ketiye, xwe paş de kêşaye, lê her wext bê sekin û bê serîtewandin xebatê domandiye û niha jî pişthesp û yekemîn qehremanê meydana xebatê ye; ew jî qehremanê hemî qehremanan ê seranserê vê dîrokê: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.

Kurmancîya wê:

Zîya Avci

Wan

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin