”Cihê şanaziyê ye efsaneya Da'îş bi destê Pêşmerge şikîya”

”Cihê şanaziyê ye efsaneya Da'îş bi destê Pêşmerge şikîya”

Barzanî pêşweazî li Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî António Guterres kir

A+A-

Roja pênçşem 30.03.2017 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê pêşwaziya António Guterres Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir û piştî bi xêrhatina wî ya li bajarê Hewlêrê li gel da civiya.

Li civînê de Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna kêşe û gefan mîhvandariya sedan hezar koçberan kiriye û rêz û pêzanînên xwe jî ji bo Pêşmerge nîşanda ku bi çek û îmkaniyatên kêm êrîşa terorîstan têkşikand û cîhan bi sosretî û rêzê ve temaşa rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike. Her wiha eve jî xisterû ku civaka navdewletî li hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ya li hewandina koçberan de kêmterxem bûye û ragihand ku hemû hewlekî didin ji bo komkirina piştevaniya cîhanê ji bo Herêma Kurdistanê ya li meseleya koçberan da. Balkişand li ser wê yekê ku rêxistina wan amadeye hemahengî û hevkariyeke tevahî hebê li gel aliyên Iraqiyan û Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî li qonaxa piştî Da'îş de.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir û ragihand ku hatina wan ya Kurdistanê cihê dilgermiya xelkê Kurdistane. Li yarmetîdana koçberan de jî bi erkekî mirovî û niştîmanî da zanîn û ragihand li bin hîç hêcetek de nedibû wê erkê bi cîh nekîn.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa rûbirûbûna Pêşmerge û terorîstan kir û balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye efsaneya Da'îş li ser destê Pêşmerge têkşikaye. Her wiha spasî hêzên hevpeymanan û rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir ku yarmetiya Herêma Kurdistanê kirine û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku hemahengiyekî baş li rûyê emnî û serbaziyê ve li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê da heye û serkeftineke mezin pêkhatiye. Di derbarê paşaroja Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li paşarojeke nêzîk da referandûm tê encamdan bo ku cîhan agahdarî xwest û biryara xelkê Kurdistanê ya di derbarê paşaroja xwe de bibê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin