CHPê piştevaniya xwe bo operasyonên Artêşa Tirkiyê ragihand

CHPê piştevaniya xwe bo operasyonên Artêşa Tirkiyê ragihand

.

A+A-

Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiye behsa operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dike, Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiya Gel ya Komarî (CHP) Engîn Ozkoç, ragihand ew piştevaniya her operasyoneke Artêşa Tirkiyê ya derveyî sînor a di “rûbirûbûna terorê” de dikin.

Wekîlê Serokê Firaksiyona Partiya Gel ya Komarî (CHP) Engîn Ozkoç îro 1ê Xezîrana 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî û bersiva 10 pirsên Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan dan ku ji Serokê Giştî yê Partiya wî  ji partiya wî hatibûn pirsîn.

Erdogan ji CHPê pirsî bû ku ew “ji PKKê heta YPGê hemû rêxistinên terorî yên  DAIŞ û FETO ligel aliyên wan ên siyasî bi tundî şermezar dike yan na” Ozkoç bersiv da û got: “ PKK û YPG jî di nav de em hemû rêxistinên terorî şermezar dikin. Lê em jî ji te dipirsin, tu jî ew Tayîp Erdogan ê ku ligel Serokê PKKê Abdullah Ocalan rûniştîyî ser mêzê û birayê wî yê ku derbarê wî de bi bultena sor lêgerîn heye aniye ser televîzyonan û deng bi wî dane xwestin yan na. Tu ew Tayîp Erdogan î ku ligel Qendîlê rûniştiyî ser mêzê yan na?”

Recep Tayîp Erdogan ji CHPê pirsî bû ku “Ew piştevaniyê didin operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê yên li dijî PKK û YPGê”, Engîn Ozkoç di bersiva xwe ya bo vê pirsê de jî got “Em heta dawiyê piştevaniyê li hemû têkoşîna Artêşa xwe û hêzên xwe yên ewlekariyê yên di rûbirûbûna terorê de dikin. Lê em pirsekê ji te dikin, di operasyonê de bi zêdekirina maddeya ku dibêje ez dê hêzên biyanî bixim nav Tirkiye niyeta te çi ye? Bi çi awayî be bila bibe em qet naxwazin hêzên biyanî bikevin nav welatê me. Em rê nadin ku hêzên biyanî bi ti awayî bi azadî di nav Tirkiye de bigerin. Em dijî vê yekê ne.”

Serokkomarê Tirkiye ev demeke behsa operasyoneke nû ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike û îro 1ê Xezîrana 2022ê ragihand ku dê operasyona xwe li Minbic û Til Rifeetê bidin destpêkirin. Bi gotina Erdogan ew dixwazin bi kûrahiya 30 kîlometreyan devereke tampon li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin