CHP kar ji bo çareseriya pirsa Kurd dike

CHP kar ji bo çareseriya pirsa Kurd dike

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ku ew kar ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê dikin.

A+A-

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ku ew kar ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê dikin.

 

Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi biryara serokê vê partiyê, kar li ser çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê dike.

 

Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu biryar daye, ku piştî lidarxistina Kongreya Navdewletî ya Sûriyê, ku biryar e di meha bê de yan jî destpêka payîza îsal li Tirkiyê birêve biçe, dest bi danîna mekanîzma çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê bikin.

 

Her di derbarê vê mijarê de, CHPê komîteyeke taybet ji endamên desteya serokatiyê pêk anîye, ji bo danîna nerîn û pêşniyara CHPê ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê.

 

Ev komîteya CHPê dê di derbarê çareseriya pirsa Kurd de raporteke giştî bi hûrgiliyan ve bi navnîşana Nerêna CHPê Bo Çareserkirina Kêşeya Kurd amade bike.

 

Ew raporta CHPê dê ji 22 pirs û bersivên wan pirsan pêk bê, ku tayber in bi pirsa Kurd û çareserkirina wê pirsê li Tirkiyê.

 

Ji bo wê yekê, CHP û serokê wê Kiliçdaroglu hewl didin, berî lidarxistina kongreya giştî ya wê partiyê ku biryar e di meha Sibata 2020an de pêk were, nexşerêyekê amade dikin.

 

Herwiha encamên raporta CHPê ya derbarê pirsa Kurd de jî dê di kongreya wê partiyê de were gotûbêjkirin û dê bibe beşek ji karnameya siyasî û rêziknameya navxweyî ya partiyê.

 

Di destpêka vê mehê (Tebax) de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreyek ji bo rêxistinên xwe li Amedê saz kir û di daxuyaniya dawiya kongreyê de, Hevserokên HDPê daxwaz ji CHPê kirin, ku bêtir rijd be li ser çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiyê û helwestekî zelal di vê derbarê de nîşan bide.

 

Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş jî ku niha li girtîgeha Edirneyê girtî ye, daxwaz ji CHPê kiriye ku di hewlên xwe de yên ji bo aktîvkirina mijara çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiyê, helwesta xwe bêtir zelal bike.

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin