ÇÊWLIK/ Apê wê destdirêjî lê kir, kete komayê

ÇÊWLIK/ Apê wê destdirêjî lê kir, kete komayê

Van rojên dawîn nûçeyên keçikên piçûk, rastî destdirêjî an tundûtûjiyê tên û can didin gelekî zêde bûye. Nûçeyeke bi vî awayî ji Çêwlikê hat. Keçikeke 4 salî ji aliyê abê wê yî heq ve rastî destdirêjiyê hat û kete bêhişiyê.

A+A-

Li gundê Sêleka ya giredayî Kanîreşa Çêwlikê keçeke 4 salî ji aliyê apê wê ve rastî destdirêjiyê hat. 

Li gor zanyariyan, keçika 4 salî piştî destdirêjiyê ketiye bêhişiyê (komayê)

Aryen haber angaşt kir ku çavkaniyekî ji wî gundî gotiye malbata keçikê  xwestiye vê bûyerê veşêrin rapora 'tenduristiya aqilî' ji apî re girtine.

Li gor angaştan, tecawizkar pêşî li gûndekî din xwe veşartiye û dûvre xwe teslîmî Emniyetê kiriye. 

Her wiha bo ev nûçe belav nebe, Walîtî û Qeymeqamê, gelek bergirî girtine.

Hatûçûna vî gûndî jî di bin kontrola leşkeran de tê kirin.

Her wiha Aryen haber angaşt kir keçika 4 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîze de hatiye razandin û hişê wê jî girtiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin