Seîd Veroj

Seîd Veroj

Hemû nivîsên nivîskar >

Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923), salvegera kovara Hawarê

A+A-

 

 

 

Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923), salvegera kovara Hawarê û                                                           roja zimanê dayikê

panel-wêne-1-300x199-001.jpeg

 

Mexseda vê xebatê; bi awayeke giştî bîrxistina rola Emîn Alî Bedirxan û zarokên wî di nav tevgera sîyasî û civakî ya Kurdistanê de, bi taybetî jî xebata Celadet û Kamiran Bedirxan a di navbera salên 1913-1923yan de ye.

Emîn Alî Bedirxan, kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji alîyê Dewleta Osmanî ve tête destgîrkirin û wî bi tevî hemû endamên malbatê, rêdikin Stenbolê. Mîr Bedirxan şeş meh li Stenbolê girtî dimîne, paşê biryara sirgûnkirina wî tête derxistin û wan bi tevî hemû endamên malbatê sirgûnê girava Girîdê dikin.

Mihemed Emîn Alî Bedirxan ê lawê Mîr Bedirxan, di sala 1851ê de li Girîdê ji dayik bûye. Dema zaroktîya wî, li giravên koçberîyê de derbas bûye. Perwerdeyîya hiquqê dîtîye û di wîlayetên cûr bi cûr ên dewleta Osmanî de dozgerî û dadgerî kirîye.

Heşt Zarokên Mihemed Emîn Beg Çêbûne: Ahmed Sureyya, Celadet, Kamiran, Tevfîk, Hîkmet, Safder, Mezîyet û Bedirxan.

Celadet Bedirxan (1893-1951)

Celadet Alî Bedirxan, di 26ê Nîsana 1893ê de li Stenbolê ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî li bajarên cûr bi cûr yên wekî Akka, Selanîk, Konya, Anqera, Isparta û Edirneyê kar kirîye, li van bajaran mezin bû û beşekî perwerdeyîya xwe ya seretayî û navendî li van deran temam kir û paşê bû xwendevanê Mekteba Sultanî (Lîseya Galatasara ya îroyîn) ya Stenbolê û sala 1906ê ji ber dubare fermana sirgûnkirina Bedirxanîyan, ji mektebê hate derxistin.

Celadet Bedirxan û birayê wî Kamiran Bedirxan, bêtir bi xebatên xwe yên li ser ziman û kultura kurdî têne nasîn. Ev îmaja wan, ji ber xebatên dîplomatîk û kulturî yên piştî rawestandin û cûdabûna ji Xoybûnê ye. Salên sereke yên ciwanîyê ne têde, ji salên 1918an bigire hetanî 1932an, giranîya xebat û pirranîya mesayîya wan li ser sîyaset û rêxistinbûnê bûye. Di vê xebatê de, bi giranî li ser deh salên sereke yên wê têkoşînê; dema navbera salên 1913-1923an hatîye lêkolîn û di vê navberê de jî bêtir li ser nivîsên wan ên di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û İctihada Abdulah Cewdet de hatîye rawestandin.

Destpêka nivîskarîyê

1- Pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü (1913) [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin, Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamiran Bedirxan jî hijdeh salî ye.”

2- Çîroka bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî] ya Celadet Bedirxan, di sala 1913an de hatîye nivisîn, lêbelê di sala 1916an de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve hatîye çapkirin.

3- Rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehitleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Sereke yên Balafirvanîya Osmanî], ji alîyê Celadet û Kamiran ve di sala1916an de hatîye nivîsandin.

Celadet Bedirxan û rojnameya Serbestî

Sala 1918yê ku rojnameya Serbestî ji nû ve dest bi weşanê kir Celadet Bedirxan, bû edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Xwedîyê îmtiyaz ê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Herweha Celadet û Kamiran jî endamên CTKê bûn.

Serbestî, ji salên 1918yê şûn ve wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, di derheqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya SerbestîJîn û Kurdistan ji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaleakirin…

ji xeynê Serbestî, her du birayan, di rojnameya Saîd Molla ya Türkçe İstanbulê de jî nivîsandine. Ji xeynî nivîsên van herdu rojnameyan, sê nivîsên Kamiran Bedirxan jî di Îctihada Abdullah Cevdet de hatine belavkirin.

Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan nivîsên li jêrê hatine neşirkirin.

– Kürdler ve İttihat (İTC) Siyaseti [Kurd û sîyaseta Îtîhadê]

– Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Kürd Memurlar

[Kurd û Kurdistan: Memurên Kurd ji Kurdistanê re]

– Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana Doğru-2

[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2]

– Kürdler ve Kürdistan-3[Kurd û Kurdistan-3]

– Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq

[Kurd û Kurdistan: Îttifaq di nav Kurdan de]

– Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı-Zîn û Mem-I

[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-I]

– Kürdler ve Kürdistan: Kürd Edebiyatı: Zin ve Mem-2

[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Zîn û Mem-2]

Di nav rûpelên rojnameya Türkçe Istanbul de jî ev nivîsên wî ahtine çapkirin:

– Zabıtanın Terfihi [Terfîhkirina Zabîtan]

– Develer [Hêştir]

– Geçit [Bihûr]

– Borazanın Kurşunu [Guleyê Borîjen]

Kamiran Bedirxan (1895-1978)

Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û nevîyê Mîr Bedirxan e. di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbol ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî jî li Stenbolê xelas kirîye.

Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî Ridvan Paşa (24ê Adara 1906) carekî din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwendevanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê, bi tevî kekê xwe yê Celadet û hemû zarokên Bedirxanîyan ji alîyê polîsan ve hatîye destgîrkirin. Ew, derxistin û birina zarokên Bedirxanîyan ji dibistanê weha tîne ziman:

…Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigerîya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsîyam, qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm, lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar… Polîsê ku ez birim di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind got ‘Beraz!’…

Ji xeynî salên nefîkirinê, piranîya jîyana zaroktî û ciwanîya her du lawên Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi rizamendîya xwe di 17 salîyê de tevlî Şerê Balkan bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikiryata Osmanîparêzî û Îslamîparêzîyê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wan ên wê demê de bi zelalî xuya dibe.

Destpêka nivîskarî û berhemên sereke

Yekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edirneyê] ye û di Hezîrana sala 1913yê de li Stenbolê hatîye nivîsandin.

“Li paş bergê vê pirtûkê, behsa hinek xebatên din ên birayên Bedirxanî tête kirin, lêbelê em nizanin ku ew xebatên wan hatine çapkirin yan na. Ew heşt pirtûkên ku navê wan hatîye lêkirin, wekî li jêrê hatine nivîsandin û rêzkirin:

  1. Dindaşlarımıza [Ji Hemdînên Me re];

Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan

  1. Saltanat-i Edebiyye [Seltenatê Edebîye]; çar cild e,

Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan

  1. Hacle [Jûra Bûkê]; du cilde e, Kamiran Bedirxan
  2. Kadının Vazife-i İctimaiyyesi [Wezîfeya Civakî ya Jinan], nivîskara wê, Madam Anna Lamperber e û ji alîyê Sureyya Bedirxan ve hatîye tercumekirin.
  3. Felaketler Karşısında Milli İnfialler [Înfîalên Mîllî li Hemberê Bextreşîyan], Celadet Bedirxan û Kamiran Bedirxan
  4. Kurd Aziziye Hükümeti [Hikumeta Kurdî ya Azîzî], Sureyya Bedirxan û Kamiran Bedirxan
  5. Muhasara Kıvılcımları [Çirûskên Dorpêçkirinê], Celadet Bedirxan
  6. Paris Sen Muhakemesinde Otomobilli Caniler[Kûjerên bi Otomobîl di Muhakemeya Sen a Parîsê de], Sureyya Bedirxan”

Pirtûka Tanîn-î Herb; “Di dema Şerê Yekem ê Cîhanê de, di sala 1916an de wek broşorek bi navê Tanin-i Herb ji alîyê Kamiran Bedirxan ve hatîye nivîsandin û di naveroka wê de, helbestên ku cesaret û moralê bidin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmanîyetîyê bidin hene.”

Nivîsên wî yên di nav Serbestîyê de

Me di hejmarên berdest ên Serbestîyê de panzdeh nivîsên Kamiran Bedirxan destnîşan kirine. Navê meqaleyên nivîskar û dîroka weşandina wan, di rêzeyên jêrê de hatine destnîşankirin:

  1. Kürdler hakkında [Di derheqê kurdan de]2. Kürdistan-I, 3. Kürdistan-II, 4. Kürdistan-III, 5. Kürdistan-IV, 6. Kürdistan
  2. Kürdistan hakında selayhiyetdar olmayanlar

[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in]

  1. Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’da haleti fikriye

[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî]

  1. Kürdler ve Kürdistan: Nazik bir vaziyet karşısında

[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyetek nazik]

  1. Kürdler ve Kürdistan: Kurd lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî]
  2. Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin amali

[Kurd û Kurdistan: Amelê kurdan]

  1. Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a göz dikenler

[Kurd û Kurdistan: Yên çav berdana Kurdistanê]

  1. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]
  2. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]
  3. Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan]

Nivîsên di nav Türkçe İstanbul  û Îçtihadê de

Qasê min tesbît kirîye, di nav rûpelên vê rojnameyê de nêzîkê deh nivîsên Kamiran Bedirxan hatine belavkirin.

1- Anadolu’ya doğru [Ber bi Anatolyayê ve]

2- Kat’i ve adil tasfiye [Tesfîyeya qethî û adil]

3- Tahsili tali ve şekli lazımi [Tehsîla talî û şiklê pêdivî]

4- Milliyet meselesi [Meseleya mîllîyetê]

5- Ev sağlığı, imar meselesi [Tendirûstiya malê û meseleya îmarê]

6- “We la tettektumuş-şehade”[Şahidîyê neveşêrin]

7- Köleliğin memnuiyeti resmiyes[Bi fermî qedexekirina koletîyê]

8- Kiliseler İttihadi [Îtîhada kelîseyan]

9- Hala militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e]

10- Kuholun memnuiyeti resmiyesi [Bi fermî qedexekirina alqolê]

Kamiran Bedirxan piştî ku xwendina xwe ya li Almanyayê xelas dike, ew Jî derbasê Binxetê dibe û tevlî xebata Xoybûnê dibe û paşê jî bi tevî Kekê xwe yê Celadet di nav pêvajoya derxistina Hawarê kar dike. Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û ji wê şûn ve jî di sala 1947an de çûye Fransayê û li wê derê Navenda Lêkolînên Kurdî ava kirîye, demeke dirêj berpirsiyarîya navendê û herweha nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurd û Mistefa Barzanî li Awrupayê kirîye. Li nik pisporên Awrupayî Kamiran Bedirxan, heman demî pisporekî rojhelatnas dihate qebûlkirin û li ser meseleyên Rojhelatê gelek caran pê dişêwirîn. Di sala 1954an de bi jineke Polonî (Nathalîya) re dizewice. Ji bilî Kurdî, bi zimanê Almanî, Fransizî, Arebî, Osamnî zanibû. Qasê ku ez dizanim, hetanê îro 30 pirtûkên wî hatine çapkirin.

***

Kovara Hawarê

Hejmara yekemîn a Hawarê, di 15yê Gulana 1932an de roja yekşemê li Şamê di çapxaneya Terekî de hatîye çapkirin. Hawar ji panzdeh (15) rojan carek bi kurdî-fransizî hatîye weşandin û li ser hev 57 hejmar (15.08.1943) hatine çapkirin. Sala pêşî kêm-zêde li gorî peryoda xwe tête weşandin û paşê peryoda weşanê xera dibe, dem deman weşana wê mudetên dirêj hatîye rawestandin, hetanî Tebaxa sala 1943yê li ser hev 57 hejmar hatine çapkirin.

Naverok û babeta kovara Hawarê:

  • Ziman û millet
  • Alfabe û Rêziman
  • Ferheng
  • Edebiyat û folklor
  • Danasîna klasîkên Kurd
  • Wergerandin
  • Tarîx û Erdnîgarî
  • Jîyana civakî û neteweyî
  • Kitêbxaneya Hawarê
  • Nameyên xwendevanan

Nivîskarên Hawarê: Celadet Bedrirxan, Rewşen Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Lewê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd, Tewfîq Wehbî, Evdil Xaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Pîrot, Lawêkî Kurd…

Celadet Bedirxan di Hawarê de bi navên wekî Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawrê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînemxanê nivisîye….

Ronahî

Ronahî, di 1ê Nîsana 1942an de li Şamê bi serpereştiya Celadet Bedirxan dest bi weşanê dike, peryoda weşana wê mehane bûye û li ser hev 28 hejmar hatine çapkirin. Dema weşana Ronahîyê rastê dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê.

Roja Nû

Di 3yê Gulana 1943an de li Beyrûdê bi serpereştiya Kamiran Bedirxan dest bi weşanê dike, kovareke hefteyî bûye û li ser hev 73 hejmar hatine çapkirin. Hejmara dawî di sala 1946an de hatîye weşandin.

Kovara Stêr jî, li ser hev 3 hejmar wek pêveka roja nû hatîye weşandin.

Dawîyê; di vê pêşkêşê de bi awayeke giştî em dikarin xebata rewşenbîrî/kulturî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî, bi ser sê dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1913an bigre hetanî dawîya Şerê Yekemîn ê Cîhanê dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vî demê, di çarçoveya fehma “yekgirtina osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Yekem ê Cîhanê şûn ve bi damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Stenbolê dom dike; giranîya nivîsandin û xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.

Dewreya sisêyan, ji damezirandina Xoybûn û derxistina Hawarê dest pê dike û hetanî kolandina “Bîra Qederê” ku wî di roja 15yê Tîrmeha 1951an de ji nav me vediqetîne, dom kirîye. Celadet Bedirxan, di 58 salîya xwe de ji nava me veqetiya û tevlî karwana nemirên dozdarên Kurdistanê bû.

Kamiran Bedirxan jî di 4ê Çiliya Pêşî ya sala 1978an de li Parîsê çû ber dilovanîya Xwedê û li ser wesiyeta wî, laşê wî dane Fakulteya Tibbî ya Parîsê ji bo lêgerînên zanistî.

Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxanîyan û bi taybetî jî Emîn Alî Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra/hizra neteweyî û tevgera rizgarî ya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Wan ji aliyê xebata sîyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasîyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya kurd kirine. Ji destpêkê ve hetanî dawî, bi awayekî berfireh ronîkirin û dîyarkirina xebatên wan ên li ser babetên cûr bi cûr, di çarçoveya xebateke wisa de bicîkirin ne mimkun e. Pirtûka li ber destê we, berhema beşeke xebata wan a deh salên (1913-1923) di dewreya dawî ya Împeratorîya Osmanî de ye. 13.05.2018, Amed

Önceki ve Sonraki Yazılar