Çekdarên DAIŞê li Mexmûrê êrîşî hêzeke Iraqê kirin

Çekdarên DAIŞê li Mexmûrê êrîşî hêzeke Iraqê kirin

.

A+A-

Li sînorê qeza Mexmûrê, çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kirin.

Li gor Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed diyar kir: ‘‘Şeva borî komeke çekdarên DAIŞê hatine sînorê gundê Azî Kendo yê ser bi Mexmûrê û pişt re jî çûne sînorê gundê Qelatesoran a ser bi Mexmûrê û li deşta wî gundî êrîşî hêzeke artêşa Iraqê kirine, lê ne avêtine ser gund.’’

Herwiha Mihemed da zanîn: ‘‘Piştî êrîşê her du aliyan gule li hev berdane û pevçûn di navbera wan de derketiye, lê heta niha artêşa Iraqê zanyariyên hûr li ser ziyanên bûyerê belav nekirine.’’

Li sînorê qeza Mexmûrê, tevgera çekdarên DAIŞê zêde bûye û bi taybet bi şev êrîşî ser hêzên ewlehiya Iraqê û gundên navçeyê dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin