Çekdaran li Efrînê mala Kurdekî teqandin

Çekdaran li Efrînê mala Kurdekî teqandin

.

A+A-

 Li Efrînê çekdaran mala welatiyekî Kurd teqandin û 2 welatiyên Kurd hatine kuştin

Li Efrînê çekdaran mala welatiyekî Kurd teqandin û berî biteqînin vîdyo danîn û dîmenên teqandinê zindî di sosyal medya de belav kirin, 2 welatiyên Kurd hatine kuştin

Li nahiya Şera ya Efrînê li Basûta li dijî malbateke Kurd teqîneke hovane, mayinek di nav maleke welatiyekî Kurd de hatiye danîn, berî teqandina malê, kamîra hatiye amadekirin ji bo ku dîmenên wê teqandinê bikşînin.

Mayin di nav wê malê de diteqe û di encamê de welatiya Kurd bi navê Heyfa Şerîf (21) salî û Newzet Ekrem Tobal yê 45 salî jiyana xwe ji dest dan.

Berî niha jî Newzet Tobal ji aliyê grûpa Hemzat ve hatibû girtin û piştî ku malbata wî fidiyê dabû serbest hatibû berdan.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew k user bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfihe bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18î Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran, bi sed hezaran xelkê Kurd mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin