Çekdaran 4 kes ji gundekî Efrînê revandin

Çekdaran 4 kes ji gundekî Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 4 welatiyên kurd li gundekî Efrînê revandin. Herwiha li navçeya Bilbilê jî dest danîne ser berhemên 135 hezar darên zeytûnan.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên grûba Sultan Murad pêr 15ê Cotmehê bi ser gundê Gobeleka yê navçeya Şera de girt û dest bi pişkinîna malên gundiyan kirin.

Diyar kir jî, wê grûpê 4 welatiyên wî gundî (Emîn Husên, Nîdal Husên, Nedîm Husên û Mistefa Mihemed) revandin û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.

Wê rêxistina mafên mirovan da xuyakirin, grûpên çekdar ji bilî revandina welatiyên Efrînê, eşkencedana wan û sepandina bacan li ser wan, dest danîne ser berhemên zêdetir ji 135 hezar darên zeytûnan yên gundên i navçeya Bilbilê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin