Çavuşoğlu: Divê Rûsya û Îran rejîmê bisekinîn

Çavuşoğlu: Divê Rûsya û Îran rejîmê bisekinîn

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî bang kir ku agirbest di navbera Hikûmeta Sûriyeyê dijberiyê de li Gutaya Rojhilatî çêbibe û teqez kir ku divê Rûsya û Îran Hikûmeta Sûriyeyê rawestîne.

A+A-

Çavuşogluyî îro bersiva rojnamevanan da û got: "Rûsya û Îran garantorên rejîmê ne. Armanca me ya di pêvajoya Astanayê de ew bû ku agirbestê li Sûriyeyê bi xurtî damezirînin û herêmên bêşer damezirînin. Em garantorên dijberiyê ne, Rûsya û Îran jî grantorên rejîmê ne. Di van demên dawî de binpêkirinên rejîmê zêde bûne."

Herwiha wezîrê tirk axiftina xwe wiha dewam kir: Êrîşên li Gutaya Rojhilatî nayên qebûlkirin. Divê Rûsya û Îran rejîmê bisekinîn. Li Idlibê komên terorîst hene".

Çavuşogluyî bal kişand ser peşnûmaya ku ji bo Gutaya Rojhilatî hatibû pêşkêşkirin û hemû pêşniyarên din ên ku banga agirbesta di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û dijberiyê de û got: Pêşnûmaya agirbestê ya ku îro bo NYyê hat pêşkêşkirin û hemû pêşniyarên din ên agirbesta navbera rejîm û dijberan e. Lê têkoşîna li dijî terorê dê dewam bike. Ji roja pevçûnên li Gutaya Rojhilatî dest pê kiriye bi hezaran mirov mirine. Êdî bes e, bila ev mirov nemirin. Divê di meseleya agirbestê de Rûsyay hesas be. Divê herdu welat bêtir berprisyariyan bigirin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin