Çavuşoglu Dibêje Ew ji Kirîna S-400'an Paşde Venagerin

Çavuşoglu Dibêje Ew ji Kirîna S-400'an Paşde Venagerin

.

A+A-

Di derbarê kirîna S-400a yên Rûsî û dorpêçên Amerîka yên ji ber wê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Pêncşemê ragihand, Tirkiye wê ji kirîna sîstema S-400 ya berevanîyê paş de venegere û ew ê pêdaçûnê bikin ku bersivdana dorpêçên Amerîkî bidin.

Mevlut Cavusoglu diyar kir, bersivdana Tirkiyê wê piştî pêdaçûn û şêwirîna bi sektora berevaniyê û wezaretên derve û dadê dê zelal bibe.

Herwiha da zanîn, dorpêçên Amerîka wê nikaribin bandoreke xerab li ser wan çêkin.

Hêjayî bîrxistinê ye, ku kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve, di navbera Washingtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.Washington dibêje ku S-400 gefan li ser balafirên şerker yên F-35 û sîstemên berevaniyê yên NATOyê dikin.Tirkiyê vê yekê red dike û dibêje S-400a di nava sîstemên NATOyê de, dê bi kar nînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin